Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ocalan komplo ber bi çerxa azadiyê ve bir

Şînda Ekrem |

22 sal di ser komploya girtina Rêber Abdullah Ocalan re derbas dibin. Li dijî êrîşkariyeke bi vî rengî Tevgera Azadiyê û gelê kurd 22 sal in bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîneke dîrokî dimeşînin.

Di rastiyê de, ji ber gelek fikarên hêzên navneteweyî komplo li hemberî Ocalan pêk hat. Ya yekem, hemû şoreşên kurdan ên ku beriya damezrandina PKK’ê bi tasfiyekirina serokên wan bi dawî bûne û hemû şoreşgerên ku şoreş geş kirine nikaribûne yekbûna gelan pêş bixin, lê Ocalan ji her kesî cudatir bû.

Di dîrokê de li dijî kurdan komploya yekemîn komara tirk da destpêkirin. Provakasyona 8’ê Sibata 1925’an, serhildana Şêx Seîd a ku bê amadekarî, dest pê kir. Ew raperîn bi dîlgirtina Şêx Seîd tevî 46 hevreyên xwe û roja 29’ê Hezîrana 1925’an bi darvekirina wan a li qada Deriyê Çiyê ya Amedê bi dawî bû.

75 sal piştî Şêx Seîd, bi navê Abdullah Ocalan kesek derketibû qada rizgarkirina Kurdistanê. Ocalan dixwest, wê têkoşîna 75 sal berê ku gelek pêşengê kurdan nîvco hiştibûn, temam bike.

Di 27’ê Mijdara 1978’an de, di civîna ku Rêberê  Abdullah Ocalan û 23 kes beşdarbûn de, li gundê Fîsê ya Licêya Amedê PKK hat damezrandin. Lê digel ku Tirkiye ber bi darbeya leşkerî ve diçû ku di 12’ê Îlona 1980’yî de pêk hat, wê wextê endamên partiyê neçar man welêt biterikînin an serî li çiya û berxwedanê bidin. Lê bi girtina gelek endamên partiyê, Ocalan biryara ber bi Rojhilata Navîn ve da û di tîrmeha 1979’an de ji Rihayê bi rê ket. Ew derbasî Rojava bû û heya roja komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an li wir ma. Vê carê ne bi tenê bûn, ji qada navneteweyî alîkarî xwestin.

Perdeya yekem a komployê 15’ê Sibata 1999’an temam bû. Ocalan ku ew nêzî 19 salan li Sûriyeyê bû û ji ber zextên tirkan ên li ser Sûriyeyê, neçar mabû ji Sûriyeyê derkeve, li Kenyayê dîl hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin.

Rêber Apo, li Îmraliyê ji bo ku perdeya duyemîn a komployê bi ser nekeve, pêvajoyek da destpêkirin. Zanyarî û biryardariya wî destûr nedan ku daxwaziya wan pêk were. Zindan kir qada berxwedan û hesabpirsînê.

Dema roja 29’ê Hezîrana 1999’an biryara darvekirinê dan Rêber Apo, dê nikaribûna weke Şêx Seîd wî jî bi dar ve bikin. Ocalan amadekariya vê rojê, di 20 salan de temam kiribû. Li pey xwe rêxistineke bi navê PKK’ê û gelekî bi navê kurd ku bi bîrdozî pê ve girêdayî bûn, hiştibûn.

Ji roja 15’ê Sibata 1999’an heya îro ew roj di bîra min de ye 

Roj 15’ê Sibata 1999’an saet 7’ê êvarê bû. Ez û xwişkên xwe li odeya din dixebitîn, hema ji nîşka ve dengekî bi gotina ‘Naaaa’ bilind bû. Em beziyan oda mezin wê çaxê mêvanê me hebûn, dema min derî vekir, wa her kes bi destê bavê min girtiye dengê bavê min tê ‘ez ê xwe bikujim’, min ji xwe re got çi bû ku bavê min wisa dibêje.

Min li dayika xwe nihêrî ku bi girînî li televîzyonê temaş dike. Rojnameger Reşad Sorgul ku her tim saet 7’ê êvarê nûçe di qenala kurdî Roj Tv de pêşkêş dikir, vê carê bêsimbêl û terîşek reş bi ser bedena xwe ve kiriye. Dîmenê di rêzê de derket; Rêber Ocalan di nav destê îstixbarata tirkan de ye û dest û çavên wî girêdayî ne. Ez sekinîm û giriyam, wê demê min baş armanca vê komployê nedizanî lê halê ku Rêbertî girtibûn dijexlaqî bû.

Li cîhanê û her derê Kurdistanê ku rojavayê Kurdistanê jî yek ji wan beşan e û Rêber Ocalan ked, têkoşînek mezin û bêsînor li ser vê axê daye, dest bi grêva birçîbûnê kirin. Bi dehan kes bedena xwe dan ber agir, bi sedan keç û xort berê xwe dan çiyayên Kurdistanê.

Malbata min jî yek ji wan malbtan bû ku ev bîrdozî bi dil û can hembêzkirin û heya dawî bi fedakariyeke mezin duristbûna xwe nîşan dan. Piştî komployê sê kes ji malbata min tev li Tevgera Azadiyê bûn û du ji wan şehîd bûn. Bavê min jî bi despêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, wî û bi hezaran hevalê xwe heya roja dawî di nav kar û xebatan de cihê xwe girtin û tev li nav refên YPG’ê bûn. Bi soza ku dê Rojava bibe sembola azadiyê, ji bo hemû gelên bindest re bi pêşengiya ramanên Rêber Apo canê xwe feda kirin û li ser milê vî gelî bi tilîliyan hatin oxirkirin.

Ligel derbasbûna 22 salan ji destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan, bi dehan enternesyonel jî ramanên Ocalan hembêz kirin û ji bo parastina mirovahiyê li ser vê axê şehîd bûn. Heya roja îro jî li zindanan bi dirûşma ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ greva birçîbûnê didomin.

Lê îro êrîşên Tirkiye û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya berdewamiya komployê de tê kirin. Ji ber pergala ku niha li herêmê tê avakirin, ji ramanên Ocalan û projeya wî ya neteweya demokratîk tê.

Serkeftina projeya Ocalan ku bi hezaran zarokên vî gelî ji hemû pêkhateyan canê xwe feda kirine, Tirkiye û hêzên ku bi wê re komplo pêk anîne derxist holê. Li vir armancên ku hemû hêzên di vê komployê de kom bûne, her roj têk diçin. Ji ber ramanên Ocalan komploya ku bi armanca tunekirina kurdan pêk hat, ber bi çerxa azadiyê ve bir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar