Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Ocalan li dijî pergala xirabiyê ya sed salî derdikeve’

Hevserokê HDP’a Stenbolê Cengîz Çîçek, bal kişand ser gotinên Ocalan ên der barê têkiliya di navbera kurd-tirkan de û destnîşan kir ku Ocalan, li dijî pergala xirabiyê ya sed salî derdikeve

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina 7’ê tebaxê ya bi parêzerên xwe re kiribû de têkilya di navbera kurd-tirkan de nirxandibû. Hevserokê HDP’a Stenbolê û parêzerê Ocalan Cengîz Çîçek ji ajansa MA’yê re têkildarê peyamên Ocalan axivî. Çiçek anî ziman ku Ocalan bilêvkirina Xelat û Milazgirê bal nakişîne ser şên û coşiyeke dîrokî, Ocalan li dijî pergala xirabiyê ya sed salî derdikeve.

Çîçek destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê, bi armanca şerekî polîtîk û bîrdoziyî esas tê girtin û wiha got: “Her çend li gor serdemê sedemên wê yî rjane biguherin jî armanca sereke ya polîtîkayên tecrîda li Îmraliyê li dijî helwesta polîtîk û mudaxilbûyîna birêz Ocalan in. Ji ber vê ye ku em tim bi operasyoneke dewletê re rû bi rû dimînin.”

Helweta siyaseta demokratîk

Çîçek diyar kir ku hevdîtinên di demên dawî de tên kirin jî li gorî vê helwesta polîtîk tên diyarkirin. Çîçek destnîşan kir ku divê li dijî tecrîda ku derî hqûqê hatiye hiştin siyaseta demokratîk helwesta xwe nîşan bide û ev tişt anî ziman:  “Polîtîkayên tecrîda li Îmraliyê çi qasî li gor ehlaq û hiqûqê ne? Tiştên dewlet dibêje çi qasî ji bo gelên Tirkiyeyê ne? Tiştên birêz Ocalan dibêje çi qasî ji bo gelên Tirkiyeyê ne? Kîjan feraseta siyasî di warê aborî, civakî, siyasî û çandî de civakê ber bi hêla demokratîk ve dibe? Îjar dema mijar Îmralî be, tişta divê hêzên demokrasiyê divê li gor tiştên dibihîsin û dibînin helwesta xwe diyar bikin, şîroveyan bikin. An jê wê tiştên din tenê xizmeta polîtîkayên tecrîdê bikin û em ê nikaribin ji çerxa vê pergala her tiştî berovajî dike xelas bibin.”

‘Ocalan li ser çareseriyê hûr dibe’

Çîçek bal kişand ser gotinên Ocalan ên bi rêya parêzerên xwe re bi raya giştî parve kirin û gotibû “Ez ji bo kurdan cih vedikim. Werin em pirsgirêka kurd çareser bikin. Werin em di nav hefteyekê de vê rewşa şerî û pevçûnî ji holê rabikin” û diyar kir ku Ocalan li dijî polîtîkayên şer yên wekî çarenûsekê li gelan hatine ferzkirin polîtîkaya aştiyê pêk tîne. Çîçek wiha dirêjî da axaftinê xwe: “Ocalan baş dibîne ku şer û mirina mirovan hesta jiyana bi hev re qels dike û îhtimala çareserkirina demokratîk lawaz dike. Em dikarin bêjin ku israra Ocalan a ji bo aştiyê ew e ku dixwaze pirsgirêka kurd û Kurdistanê ku sed sala berê hêzên dagirker afirandin ji tekela kapîtalîzmê derxîne. Yanî Ocalan, li gor tespîta têkiliya di navbera kurd-tirkan a dildariyî ku bi vê têkiliyî çawa bi ser ketine tev digere û di vê çarçoveyê de li ser pirsgirêkê hûr dibe.”

‘Pirsgirêka kurd her derî dorpêç dike’

Çîçek bilêv kir ku Ocalan ne berjewendiyên îktîdaran, berjewendiyê gelan esas digire û helw dide zemînê çareserkirinê xurt bike. Her wiha Çîçek bi bîr xist ku ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd, Tirkiye di warê aborî û siyasî de bûye pêgitiyê kapîtalîzma kûreyî. Çîçek destnîşan kir ku ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd, li hundur netewperestî bûye wek olekê û veguheriye amûra hilberînê ya îktîdarên netew-dewletî. Çîçek wiha got: “Liv û tevgera van îktîdaran, dibe sedema xesandina nirxên civakiyî. Ev pergala derî ehlaqê, ji bo îktîdarê her tiştî serobino dike. Tenê li dijî xwezaya civakiyî şer nake. Li Çiyayê Kazê li dijî xwezayê, li Heskîfê li dijî dîrokê, di şexsê Akademîsyenên Aştiyê de li dijî fikr û ramanê, di şexsê KHK’iyan de li dijî kedê…Yanî neçareserkirina pirsgirêka kurd her derî dorpêç dike, teslîm digire û tecrîd dike.”

‘Wê aştî pirsgirêkên din jî çareser bike’

Çîçek destnîşan kir ku bi awayekî demokratîk çareserkirina pirsgirêka kurd, wê bi xwe re têkiliyên di navbera kurd-tirkan de jî veguherîne têkiliyên demokratîk û wê bi vê re di qadên din de jî pêvajoya demokratîkbûyînê bi lez û bez bi rê ve biçe û got: “Di çend salên dawî de dema mirov li polîtîkayên ji bo aborî, axê, daristan, bajar û çeman dinere bi awayekî aşkere dibîne ku ev polîtîka derdorên sermayeyê dewlemend dike û mirovên welat feqîr dike. Îjar divê mirov bipirse; ji feraseteka ku bi her awayî xiyanetê li welat, erdnîgarî, dîrok, xweza, çand û nirxên civakiyî yên welat dike, wê ji bo pirsgirêka kurd xwedî çi helwesteke ‘milî û xwecihî’ be?”

Çîçek wiha dirêjî da axaftina xwe:  “Ocalan vê rastiyê esas digire, li gor ruhê dîrok, çand, bawerî û nirxên me yên hevpar tev digere û dixwaze lêgerîna ji bo çareserkiri-aştiyê ya li gor vî ruhî kûrtir bike. Di dîroka vê axê de cihê her kesî heye. Cihê xaçparêz, cihû, misilman, elewî, tirk, kurd, ereb, çekes hwd. Hemû cudahiyên li vê xakê formula jiyana bi hev re dîtibûn. Serdema ku ji împaratoriyê ber bi netew-dewletê ve çû bi xwe re serdemên travmatîk anîn.” Çîçek bilêv kir ku ev rewşa travmatîk û nexweş, bi siyasetên înkarkirin û destpotîk hîn jî gelên Tirkiyeyê dîl digire.

‘Ocalan li dijî pergala xirabiyê ya sed salî derdikeve’

Çîçek anî ziman ku bi polîtîkayên olperestî û netewperestiyê helwdanên zîndekirina bermayiyên împaratoriyê, her çend ji hêla terîtoryal encam girtibin jî lê zirar daye nasnameya tirkîtî û sunîtiyê û ev her du nasname bi pêvajoya dîrokî re tev li nasnameyên din ên etnîkî û baweriyî bûne û hevdu xwedî kirine. Çîçek diyar kir ku qutkirina van nasnameyên daxilî hev bûne, tenê rê li ber qutbûyîneke çandî nake îşaret bi qutbûyîn û şikestineke dîrokî jî dike. Çîçek wiha got: “Ev jî bêhafizetî ye. Mesela beriya hilbijartina Stenbolê me di nîqaşên Pontûsê de jî ev yek dîtin. Îktîdara heyî dixwest di ser dijberiya xwe ya ji bo Pontûsê di hilbijartinêd e bi ser bikeve û ji bo vê jî rastiya dîrokî ya Behra Reş tune dihesiband û nasnameya herêmê înkar dikir. A rast Ocalan li dijî vê ‘pergala xirabiyê ya sed salî’ derdikeve.”

‘Ji bo gelê kurd cih vedike’

Çîçek destnîşan kir ku Ocalan dixwaze ji bo nasnameya kurd û çanda kurdî cih vebike. Çîçek bilêv kir ku hewldanên Ocalan ew in ku li dijî polîtîkayên hebûna kurd tune dihesibînin, li ser zemîneke heqîqetê têkiliyên dîrokî ji nû ve ava bike û cihekî vebike.

‘Aştiyeke birûmet e’

Çîçek anî ziman ku wê ev hewldana Ocalan pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk çareser bike û wiha got: “Wê hewldana Ocalan bê wateya lihevkirina me yî bi dîroka me ya hevpar re. Ev, di pirsgirêka kurd de tê wateya aştiyeke birûmet e. Yanî bi awayekî demokratîk çareserkirina pirsgirêka kurd, demokratîkbûyîna pergalê ye. Di pirsgirêka kurd de aştiyeke birûmet, tê wateya bidawîbûna şerê li vê xakê.”

Çîçek bi bîr xist ku Ocalan tim bal dikişîne ser têkliyên dîrokî yên gelan û hewl dide li gor vê rastî û ruhî çareserkirinek pêk bê. Çîçek destnîşan kir ku roja îro divê edalet ne li gor hevsengiyên hêzan, divê li gor esas û nirxên gerdûnî yên têkliyênd dîrokî pêk bê û ev tişt got: “Mesela dema Ocalan behsa Xelat û 1071’ê dike, behsa şên û coşiyeke dîrokî nake. Îşaret bi îtifaqên dîrokiyî dike. Her wiha diyar dike ku divê ev mekan û zeman li gor dîroka fermî esas neyên girtin. Mesella Xelat; di dîrokê de yek ji warên şaristaniya ye. Ev der dergûşeke çand û zimana ye, navendeke jiyana bi hev re ye. Yanî ji bo dîroka me ya pirnetewî û pirçandî mînakeke pir baş e.”

‘Divê tecrîd bê rakirin’

Çîçek destnîşan kir ku li Tirkiyeyê Ocalan muxatabê hemû pirsgirêkên girêdayî pirsgirêka kurd in û loma divê hemû şert û mercên tecrîda li Îmraliyê bên rakirin. STENBOL

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar