Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ocalan: Muxatab im kirdeya polîtîk im û li virim

Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Newroz Uysal ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku di encama bandora çalakiyên greva birçîbûnê de hevdîtin pêk hatiye. Uysal destnîşan kir ku Ocalan pozisyona xwe wek “muzekerevanê demokratîk” pênase kiriye û van gotinên wî parve kir: “Ji ber pozîsyona ku têde me muxatab im. Kirdeya polîtîk im û li virim. Ev bi salan e wiha ye.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 8 salan cara yekemîn di 2’ê gulanê de bi parêzerên xwe re hevdîtin pek anî. Li gel ku 4 parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kiribû jî tenê ji 2 parêzeran re destûr hat dayîn.  Hevdîtin ji aliyê parêzeran ve di 6’ê gulanê de ji raya giştî re hat ragihand. Sedema dereng ragihandina hevdîtinê weke dereng dayîna metna ku ji aliyê Ocalan û girtiyên li cem Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Akaş ve hatibû îmzekirin û ji raya giştî re hatibû ragihandin, hat nîşandan. Parêzer Newroz Uysal ku bi parêzer Rezan Sarica re destûra hevdîtina wan bi Ocalan re hatibû dayîn, hevdîtina ku piştî 8 salan hat kirin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.

Uysal diyar kir ku muvekîlê wan Ocalan 20 sal in tê tecrîdkirin û wiha got: “Ev tecrîd heta sala 2016’an bi awayekî fîîlî pêk hat. Ji tîrmeha 2016’an şûn ve veguherî biryara Dadgeriya Cezaya Înfazê.” Uysal bi bîr xist ku qedexeya hevdîtina bi Ocalan re ya bi binasiya cezayê dîsîplînê, di 17’ê nîsanê de ji aliyê Dadgeha Cezaya Giran a Bûrsayê ve bi binasiya “Qedexeya hevdîtinê li derveyî qanûnan e” hatiye rakirin, di 22’ê nîsanê de ji wan re hatiye ragihandin û di 2’ê gulanê de hevdîtin pêk anîne û ev tişt anî ziman: “Li gel ku qedexeya hevdîtinê di 17’ê nîsanê de hatiye rakirin jî serlêdanên me yên di nav 2 hefteyan de bi awayekî neyînî hatin bersivandin.”

Uysal da zanîn ku hevdîtin bi qasî saetekê domiyaye û bi van gotinan qala kêliyên pêşwazîkirina Ocalan a wan kir: “Ocalan beriya me biribûn odeya hevdîtinê. Me li pêya pêşwazî kir. Me silav da hev û em rûniştin. Têkildarî tenduristiya wî ya fizikî rewşeke neyînî li ber çavê me neket. Me tenduristiya wî pirsî. Helwesta bi prensîb a brêz Ocalan a têkildarî tenduristiya wî ji xwe berî niha jî tê zanîn. Dîsa got ku divê tenduristiya wî dernekeve pêş û ji bo wî pirsgirêkên civakî esas in lê destnîşan kir ku di tenduristiya wî de pirsgirêk tuneye û rewşa wî baş e. Bal kişand ser sekna xwe li Îmraliyê jî û bi israr ev tişt gotin, ‘Li vir di nav 4 dûwaran de ji berxwedana fizîkî wêdetir ez bi rihî li ber xwe didim. Her roja ku derbas dibe jî ez vê yekê xurtir dikim. Tişta min bi hêz dide sekinandin û li vir hêza berxwedanê dide min, hêzkirina min a ruhî û zihnî ye’.”

‘Navbira cam hatiye rakirin’

Uysal bi bîr xist ku di hevdîtinên parêzeran ên beriya niha de hevdîtin li pişt navbira cam û bêyî ku destê xwe bidin hev pêk hatine û wiha qala hevdîtina wan kir: “Vê hevdîtina me bêyî navbira cam li odeya hevdîtina parêzeran pêk hat. Di navbera me de cam tunebû. Di hevdîtinên beriya niha de cam hebû. Me firsenda dest girtina Ocalan jî dît. Ev babeteke gelek girîng e. Me siûda ku temasî Ocalan bikin jî dît lê di vê hevdîtina kurt de di navbera me de maseyek û dîsa ewlekar û cîhazê deng girtinê hebû.”

‘Tecrîd pêk tê, her roja ku derbas dibe ez bi hêztir dibim’

Uysal destnîşan kir ku Ocalan jî tevlî tespîta Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven û girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ku dibêjin, ‘Di şexsê Ocalan de gelê kurd hatiye tecrîdkirin’ bûye û nirxandineke nêzî tespîta wan kiriye û ev tişt anî ziman: “Berî ku em diyar bikin tecrîd berdewam dike wî bixwe got ku tecrîd didome. Brêz Ocalan ev tişt got; ‘Li vir di esasê xwe de ji komployê heta niha 20 sal in, di nav 4 dûwaran de li gel min, min di şexsê min de gelê kurd jî hatiye tecrîdkirin. Ez 20 sal in li gel vê yekê jî di çareserî, aştî û sekna xwe de tawîz nadim. Heta her ku diçe bi hêztir dibim. Hê kûrtir pirsgirêkan bê alî dinirxînim’. Xisûsên ku me têkildarî tecrîdê ragihand û rewşa ku ew bi xwe radigihîne, aliyekê tecrîdê ye.”

‘Banga min e’

Prz. Newroz Uysal, der barê metnê hevpar ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ligel îmzeya girtiyên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş  parve kir û wiha got: “Beriya ku em daxuyaniyê bidin me di destpêke de got: ‘Ev ne metnê muzakereyê ye û ne jî metnê mutabakatê ye. Yanî birêz Ocalan beyî temasê bi rayedarên dewletê û hikûmetê re pêk bîne ev metîn nivîsîye. Ev metnek cuda ye. Yekem car metmekî bi îmzeya 3 muwekilên me yên din re bi me û cemaweriyê re parve dike. Yekem car helwestek li hemberî derve nîşan dide. Dema ev yek îfade kir got ‘Divê hûn dersê ji vê yekê derxin. Em ê şaşiyên berê dubare nekin. Di vê mijarê de ev banga min e. Ev bang wê bi cemaweriyê re bê parvekirin. Me ev yek bi 3 hevalên din re parve kir û nirxand. Em 4 kes li ser bûn yek.’ Birêz Ocalan niqaş û sekna xwe ya hundirin, wekî ‘Sekna Îmraliyê’ pênase kir. Wekî ku tarif kir îmzeya 4 kesan li bin metnê hebû. Ev nîşan dide ku her çend nerîn û pêşniyarên birêz Ocalan hebin jî ev sekna Îmraliyê tevahî ye. Sekna komî ku wekî ‘Sekna Îmraliyê’ penase kiriye ye.”

‘Piştî hevdîtinê me serlêdan kir lê berîv nehatiye’

Uysal, bal kişand ser aliyê daxuyaniya Dadgeha Cezayên Giran a Bûrsayê ya “Qedexeya hemû girtiyên li Îmraliyê hatiye rakirin” û wiha lê zêde kir: “Ji bo tecrîda bi taybetî li Îmraliyê pêktê bidome, hin caran bi rêya zagonan, hin caran jî bi awayekî fîîlî domandin. Heta niha tişta pêk hat ev bû. Biryar hebe û tune be dîsa tecrid heye. Lê 2 sal û nîv e ango ji Tîrmeha 2016’an birayek xistine meriyetê. Ew biryar tevî hemû îtîrazê me red dikin. Lê çibû di îtîraza me ya dawî ji aliyê Dadgeha Cezayên Giran a Bûrsayê ve hat qebûlkirin. Di serlêdanê dawî de tespît kir ku ev rewş li dijî hiqûqê ye. Dema ev biryar da biryarek ku tenê ji bo Birêz Ocalan qedexe radike û ji bo 3 girtiyên din qedexe didome tune . Ji bo 4 muwekilê me ji ev biryar derbasdar e. Divê qedexe li ser 4 girtiyan bê rakirin. Piştî vê hevdîtinê me roja înê jî serlêdan kir. Lê heta niha der barê serlêdana me de tu bersîv tune. Rakirina vê biryara qedexekirinê gavek hiqûqî ye. Ziyareta me ne di encama vê gava hiqûqî de pêk hat. Di heman demê de dema birêz Mehmet Ocalan çû hevditin kir, biryara qedexeyê hebû. Li gel vê biryara qedexe dîsa Mehmet Ocalan çû hevditin kir. Lê di çûyina me de ev biryara qedexeye rakir û wekî ku hevdîtinek hiquqî ye nîşan da. Ev rewşek cuda ya tecrîdê ye. Ev gotinên manipulatîf ên piştî hevdîdinê, dibe ku berê hatine hesapkirin.”

‘Divê muzakereyên demokratîk ji du aliyan re baş bê vegotin’

Uysal da zanîn ku dema çûn hevdîtinê metnek di destê Ocalan de hebû lê piştî derketin ew metin nedan wan û wiha pêde çû: “Di hevdîtinê de ew metn bêtir bi berfirehê girt dest. Sernavên Ocalan ên li ser li hevkirin û muzakereyên demokratîk derket pêş. Ocalan ev pozisyon wekî “Muzakereya demokratîk” pênase kir. Uysal, anî ziman ku Ocalan sekna xwe ya muzakereyên demokratik bi salan e diparêze û ji beriya 1999’an heta niha xwedî vê helwestê ye. Ji ber ve yekê bang li hemû beş û hêzên demokratîk kir ku baş vê yekê fam bikin. Birêz Ocalan diyar kir ku ji her demê bêtir ji bo pozîsyona muzakereyek bi hêz ew li Îmraliyê amade ye.

‘Emê ji paşerojê dersê derxin’

Uysal, têkildarî geşedanên li Sûriye û HSD’ê jî sekna serokatiyê nirxand û wiha got: “Xisûsa herî girîng qisûsa Sekna Îmraliyê û mijara HSD’ê ye û wiha pêde çû. “Brêz Ocalan, sekna xwe ya ‘Sekna Îmraliyê’ bi gotina ‘Sekna me ya Îmraliyê li ser sekn û biryara danezana me ya 2013’an e. Ev xisûsa Danezana 2013’an çiye? Di vê danezana Newrozê de gelek xal hene. Yek jê ‘Çareseriya siyaseta demokratik û aştiya bi rûmet e’ Berî her tiştî dixwaze li ser siyaseta demokratîk nêzîk bibe. Dîsa dixaze bi ‘muzakereyên demokratîk’ pirsgirêkan çareser bike. Di vê mijarê de sekna xwe pir zelal anî ziman. Ji ber ku got, “Em ê ji paşerojê dersê derxin” Bi vê gotinê tenê qala paşeroja nêzîk nake. got ‘paşeroja me 24-26 bi Ozal  re heye. Em ji bo hevdîtina aştiyê ne ji niha de bi salan in amade ne. Ev pir zelal anî ziman. Xisûsa têkildarî HSD’ê gelek tê nîqaşkirin û axaftin. Bi taybetî HSD niha rêbaza heyî wek kanton, federasyon ango xweserî yanî navê wî çi dibe bila bibe, xisûsa rêbaza demokrasiya xwecihî di makeqanûna bê çêkirin de cih bigire. ‘Di vê nokteyê de teqez çareserî, li hev kirin dibe hebe, divê çanda demokrasiyê jî cih bigire, li gorî makeqanûna heyî herî kêm bi qasî pergala navendî, yanî li Sûriyeyê kesek pergala navendî dispêre. Heke li Sûriyeyê tiştek tevahî çêbibe jî em demokrasiya xwe ya xwecihî dispêrin. Di vê nokteyê de bi qasî hikumeta navendî mîsoger bikin jî divê rêbaza me ya demokrasiya xwecihî jî mîsoger bikin. Dema ev bê kirin, dema çareserî derkeve holê, di vê xisûsê de hemû welatiyên li Ewrûpa û Tirkiyeyê dê hemû vegerin welatê xwe.’  Vê yekê jî bi zelalî anî ziman. Dîsa li wir xisûsên hesasiyeta Tirkiyeyê hene. Her wiha di vê nokteyê de ‘ruhê Eşmê’ yê di danezana 2013’an de bi bîr xist. ‘Tirkiye wisa êrîşên topyekûn kir, wek Efrîn, Idlib nikare bike. Divê neke, wê winda bike lê li beramberî vê jî HSD ji çanda pevçûnê wêdetir, pêwîste dîplomasiyê, çareseriyê, muzakereya demokratîk hilde rojeva xwe û nîqaş bike. Mînak wergirtina Tirbeya Suleyman Şah. Çawa ku bû wesîleya şatafatek, çawa ku bû wesîleya merasîmek leşkerî. Qet ne hewceyî wê bû. Tiştek gelek hêsan bû ku bi muzakereya demokratîk bihata çareserkirin. Ji bo em ji hesasiyetên Tirkiyeyê re hestiyar bin, divê Tirkiye jî wir wek tehdît nebîne.’ Haya wî ji vê sewqiyata dawî ku hat kirin jî hebû. Ev xisûs gelek xisûsek hat nîqaşkirin bû.”

‘Di nava 3-4 salan de tiştên xofdar qewimîn’

Uysal têkildarî bidawîkirina pêvajoya çareseriyê, şerên li bajaran qewimîn, tayînkirina qeyûman a şaredariyan, girtina parlamenterên HDP’ê ka di rojeva Ocalan de hebûye an tunebûye jî wiha got: “Pêvajoya xweseriyê, pêvajoya hilbijartinê, pişt re jî tayînkirina qeyûman a şaredariyan, binçavkirin, betalkirina parlamenteriyê, wek sernav sernav di rojeva birêz Ocalan de tune bû. Hilbijartina dawî pêk hat jî di rojeva wî de tune bû. Lê dema behsa muzakereya demokratîk, ‘Sekna Îmraliyê’ û pêvajoyê kir bi yek hevokekê got ‘di nava 3-4 salên dawî de tiştên xofdar qewimîn û diqewimin. Lê dîsa jî hûn bi lingên xwe yên prangayên xwe digerin. Divê hûn ji van prangayên xwe rizgar bikin. Pêwîste her kes di nava xwe de demorkatîkbûnê bihewîne û jê fêm bike.’ Behsa pêvajoya vî 3-4 salê dawî kir. Lê bi hurgûlî û kurahî mijarê venekir.”

Piştî pêvajoya çareseriyê bi dawî bû, yek ji mijara herî zêde di nava raya giştî de di navbera Ocalan û rayedarên dewletê de tu hevdîtin dewam kirine an jî nekirine hat meraqkirin. Uysal derbarê vê mijarê de jî wiha got: “Wî bi xwe behsa îfadeyek wiha nekir. Tiştek wiha ne mijara gotinê ye.”

‘Grevên birçîbûnê kir ku hevdîtin pêk hat’

Uysal têkildarî mijara ku gelek hat nîqaşkirin gelo hevdîtina li gel Ocalan ji bo geşedan û pêşketinên li Rojava yanî HSD’ê pêk hatiye jî wiha got: “Dema me daxuyanî da jî ev pirsa gelo ‘hevdîtin têkildarî geşedanên li Sûriyeyê ne’ hat kirin. Birêz Ocalan jî îfade kir. Bandora greva birçîbûnê li ser derketina vê metne heye. Ev bandor vekirîbû û got ‘ez silav û rêzên xwe ji wan re dişînim.’ Ancak piştî vê hevdîtinê ne dîroka hevdîtinek din, ne jî dîroka dayîna metnê ku bidin me û ne jî pêvajoya pişt re planek ku em ê organîze bikin ne mijara gotinê ye.”

‘Hilbijartin di rojeva wî de tune bû’

Uysal anî ziman ku di hevdîtina wan û Ocalan de hilbijartina Stenbolê ya dê dubare bibe qet di rojeva wan de cih negirtiye û wiha got: “Yek tespîtek û gotinek birêz Ocalan têkildarî hilbijartina Stenbolê û hilbijartina 31’ê adarê tune bûye. Nebû rojeva me jî. Biryara YSK’ê ya ji bo hilbijartina Stenbolê jî di rojeva wî de tune bû. Dema em ji wir derketin jî wî bi israr got ‘hûnê vê bigirin û bibin bixwînin.’ Tevî ku wisa got jî ji ber me metnê ango peyamê negirt, em li bendê man. Çimkî metna me yê deklere bikira ne nêrînên me bûn. Hemû hevok û peyama ku bi nêrînên wî bûn. Daxuyandina dereng a metne jî bi rastî jî ne li gorî hesab û kîtabê me bû. Ancak em nizanin dewletê hesab kiriye gelo? Em ne di wê rewşê de ne ku di vê mijarê de tiştek zelal bêjin.”

‘Got ne diyare hûnê werin an neyîn’

Uysal, têkildarî gelo wê hevdîtin dewam bike yan na de jî wiha got: “Hevdîtinek pêk hat lê tu garantiya ku em ê carek din biçin hevtinê tuneye. Dewlet di warê hiqûqî de, ji bo bi dest xistina mafê hiqûqî, ne xwedî vînek serekeye. Ji ber ku piştî hevdîtinê me tu gotinên ‘hûnê dure jî werin’ ne bihîstin. Ne rêveberiya girtîgehê û ne jî wezîrê mûxatabê vê mijarê jî tiştek negotin. Dîsa birêz Ocalan emê carek din biçin girtîgehê yan na de tiştek negot. Berevajî got ‘ne diyare ku hûnê werin an na.’ Ger pêvajoyek hebûya, bê guman dê ji bo çûyîna me ya Îmraliyê gotinek bihata gotin. Lê tiştek wiha çênebû. Dîsa pêşdîtinek jî tuneye. Di vê mijarê de em rabin bêjin li hevkirin çêbûye, ev planek YSK’ê ye û ji bo hilbijartina Stenbolê hesabên ku hatine kirine, dê vê daxuyanî vale derxîne û bibe sedama sabotekirina vîna çareseriya giştî ya ‘Sekna Îmralyê’ ya heyî. Dixwazin bi awayekê pir aşkera bêjim ku çûyîna me jî û daxuyanî dayîna me jî ji ber şert û mercên heyî, ket vê rojê.”

‘Nameya şand teslîm nekirin’

Uysal, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Rojname û kovarên me ji muwekîlê xwe re şandin gehiştine destên wî lê tenê rojnameya Yanî Yaşam ji bo wî nehatine dayîn. Televîzyoneke wî ya 8 kanalan dikîşîne heye û got van kanalan temaşe dike. Em van kanalan nizanin lê em texmîn dikin ku ev kanal kanalên nêzî hikumet û TRT ne. Me derbarê rewşa hiqûqî, pêvajoyên krîtîk ên şert û mercên heyî û serlêdanên hiqûqî de nivîs şandibûn. Di hevdîtinê de em fêr bûn ku piraniya van nameyên me nedane. Dîsan nameyekê ku wî ji me re şandibû, ne dane me. Di heman demê de got ew bi sê muwekîlên em yên din re, di aktîvîteyên spor û sohbetê yên heftane de hevdîtinê pêk tînin, rewşa wan başe û silavê wan ji malbatên wan û raya giştî re hene. Dîsa got, dikare pirtûkan bixwîne lê ji ber pêvajoyê bi sînore. Ji bilî rojnameyên rêveberiyên girtîgeh dide û sohbetên bi sê girtiyên din re dike, tu agahiyek din ji bo wî nayê dayîn.”

‘Ez ne navbeynkarim, kirdeyek polîtîkim’

Uysal da zanîn ku ev hevdîtin ne dest pê ka pêvajoyekê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çawan ku ev ne pêvajoyek nûye, di heman demê de reşnivîsek nû jî nehatiye avakrin. Lê birêz Ocalan ev yek pir aşkera got; ‘Di pêvajoyên 2010-2011 û 2013-2015’an ew pêvajobûn ku ez pir kûr fikiribûm. Pêvajoyên ku herî bi wate yên li ser fikirîbûm. Di vê mijarê de tiştên di aqil û serê min de pir zelal bûn. Ji ber pozîsyona min a heyî ez mûxatabim, kirdeya polîtîkim, ne navbeynkarim û li virim. Bi salane jî ev wihaye.’ Birêz Ocalan tu carî, di mijarên li ser hûr dibe de, bi awayekê rojane, heftiyekê du heftî nêz nabe. Ew mirovekê ku plangeriya Rojhilata Navîn a mezin dikeye û di hemû pêvajoyan de jî vîna wî ya çareseriyê heye.” AMED

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar