Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Ocalan: Navê cezayê 3 mehan tecrîde

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan 3 meh cezayê dîsîplînê yê li birayê wî hat birîn nirxand û got ku navê cezayê 3 mehan tecrîde

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin Mehmet Ocalan cezayê disîplînê yê 3 mehan ê li birayê wî û sekretarya wî hat birîn nirxand. Mehmet Ocalan, bi bîr xist ku hinceta cezayê disîplînê bi tu awayî ji wan re nehatiye ragihandin û wiha axivî: Navê vî cezayê 3 mehan ne disîplîne, tecrîde. Min bi birayê xwe re herî dawî di 12yê tebaxê de bi boneya Cejna Qûrbanê hevdîtin kir. Ji sala 2015an û vir ve, me tenê kariye em 4 caran mafên xwe yên demokratîk û qanûnî bi kar bînin.

Ocalan da zanîn ku bi tu awayî hinceta cezayê dîsîplînê ji wan re nehatiye ragihandin û wiha got: Tecrîd hîna dewam dike. Di çend salên dawî de me tenê 4 caran hevdîtin kir. Ez ji edalet û hiqûqa dewletê pirs dikim, ji sala 2015an ve ma tenê 2 hefteyan mafê me yê hevdîtinê heye? Madem cezayê dîsîplînê hatiye dayîn, wê demê hinceta wê çiye? Em hinceta vê yekê nizanin. Gelo heq û hiqûqa me ya 5 salan bi ku de çû? Qaşo divê dewlet heq û hiqûqa me biparêze û bi cih bîne. Parêzeran karin hevdîtin bikin. Me jî bi giştî 4 caran hevdîtin kir. Ev jî mafê me yê qanûnî û demokratîke. Bi awayekê taybet mafekî ku dewletê dabe me tune ye. Heke ku em hemwelatiyên vî welatîne, wê demê divê mafê me yê qanûnî û demokratîk ên 5 salan bidin me. Navê vî cezayê dîsîplînê yê 3 mehan, tecrîde. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar