Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ocalan serokê kurdan e

Hilbijartinên 23’yê hezîranê bi dawî bûn, lê niqaş û bandora wê dê bi salan bidome. Ji 2007’an vir ve rojeva sereke ya hilbijartinên li Tirkiyeyê kurd û Kurdistan in. Di heman demê de ji sala 2007’an vir ve hilbijartinên ku li Tirkiyeyê tên lidarxistin hilbijartinên guherîna pergalê ne. Yanî rêya demokratîkbûn û parastina Tirkiyeyê, di têkiliya bi kurdan re derbas dibe.

Di hilbijartinên dawî de ev qaîde xirab nebû. Kampanyaya hilbijartinê bi Kurdistanê dest pê kir û bi nameya Ocalan bi dawî bû. Bêguman helwesta herî naîf nîqaşkirina li ser nav û nirxên gelê kurd e. Heya niha hêzên serdest hem propagandaya reşkirinê li hemberî kurdan meşandin û hem jî operasyonên tunekirinê li hemberî kurdan pêk anîn. Niha jî aliyekî ve êrîşa ‘Pençeyê’ dimeşînin, bi daxistina tabelayên kurdî destdêrijiya nirx û zimanê kurdî dikin û ji aliyê din ve ji bo ku qaşo kurdan bixapînin behsa Kurdistanê dikin û bi kurdiya ku ji kurdan re qedexe kirine diaxivin.

Sedema vê yekê aşkera ye. 2 hêzên statukoparêz; Kemalîzm û Nijadiya Oldarî ji bo serdestiya pergalê di nav pêşbaziyê de ne. Her du jî di warê meseleya kurdan û di warê demokratîkbûna vî welatî de ji hev xirabtir in. Wekî mînak, Erdogan ku 17 sal e desthilatdar e, li gel hin guherînên di pergalê de pêk aniye di warê meseleya kurd de rê û rebazên Kemalîzmê pêk tîne. Mesela, Kemalîst piştî hilbijartinên Stenbolê, dema ku karê wan bi kurdan qediya derbarê kurdan de, derbarê birêz Ocalan de bi ziman û angaştên Erdogan diaxivin. Ewqas bi neyartiya kurdan kor bûne ku rastiyan nabînin.

Kurd hêzeka diyarker in. Di encamên hilbijartinên Stenbolê de ev rastî derket holê. Ew kurdên ku îro qedera Stenbolê, qedera Tirkiyeyê û qedera hêzên polîtîk diyar dikin, 30 sal ewil di salên 90’an de ji welatên xwe hatin qewirandin. 30 sal ewil mal û gundên wan hatin şewitandin. Wê demê bi vê yekê Çîller digot ‘an dê biqedin an dê biqedin.’ 30 sal derbas bû, Tansu Çîller, bû dirok û kurdan ev rastî ji bîr nekir. 30 sal şûnde şirîk û hevalbendên Çîller ji kurdên koçber ê şerê qirêj sîleyek mezin xwarin. Bi qedera kurdan dilîstin lê niha kurd qedera wan diyar dikin. Ev rastiya pirsgirêka kurd e.

Li gel vê rastiyê, ev hêzên ku divê hinek aqilê xwe bidin serê xwe hewl didin ku kurdan bixapînin. Ew kurdên ku di çerxa felekê re derbas bûne, ew kurdên ku li ser agir dimeşin, ew kurdên ku jiyana wan hîn li ser xova jiyanê ye…

Xwestin ku navê Ocalan ji bo van listîkên xwe bi kar bînin. Xwe spartin mezintiya Ocalan. Di dawiya dawî de hilbijartinên Stenbolê guherî û bû referandûma Rêbertiya Ocalan. Erdogan bi xwe got ka dê kurd bi gotina Ocalan bikin an na? Kurdan bi gotina Ocalan kir. Li îradeya xwe ya azad xwedî derketin û cardin nîşan dan ku Ocalan Serok û Rêberê wan e. Yên ku vê rastiyê nebînin jî dê ji kurdan di demeke kurt de şimaqekê bixwin. Lewre hilbijartinên Stenbolê, cardin îradeya gelê kurd û dilsoziya wan a bi Ocalan re aşkera û teyîd kir. Ev rastî dê hevsenga siberoja civak û siyaseta Tirkiyeyê diyar bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar