Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Ocalan: Tecrîd derqanûnî û derexlaqî ye

Omer Ocalan bal kişand ser tecrîda giran û bandora Rêber Apo û wiha got: “Siyaset bêyî gel nabe. Dewlet baş bi bandora birêz Ocalan a li ser civakê dizane. Lewma tecrîdê giran dike. Nahêle ji wir dengek derkeve. Ji bo têkbirina tecrîdê em ê plansaziyekê derxînin.” 

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Omer Ocalan têkildarî encamên hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê, têkiliyên Partiya Doza Azad ên bi Tifaqa Cumhur re û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî.
Ocalan anî ziman ku divê hemû kes bo xwe ji hilbijartinên 14’ê Gulanê dersan bigire û wiha got: “Niha li pêşiya me plansaziyeke xurt heye. Li navendê ji civînên me giştî berdewam dikin. Niha xebateke xurt heye. Di têkoşîna gelekî de divê qada siyasetê vala nemîne. Ji bo wê yekê hilbijartin ji bo me girîng in. Helbet ji bo em bigihijin armanca xwe, em hilbijartinê bi kar tînin. Sedsala 21’emîn de hilbijartin rastiya vî welatî ye. Ji bo vê jî amadekariyê xurt dixwaze. Di hilbijartinan de ya herî girîng, gel e. Gel dema li derveyî siyasetê hate hiştin, mixabin encamên mîna 14’ê Gulanê bi xwe re tîne. Helbet gelê kurd gelekî birêxistinkirî ye û dema wê hatiye ku siyaseta kurd jî xwe li ber çavan re derbas bike. Mirov nikare bêyî biryarên gel gavan biavêje.”
‘Divê plansazî û rêxistiniyek xurt pêş bikeve’
Bi domdarî Ocalan diyar kir ku kurd siyaseta xwe ji du aliyan ve dimeşînin û wiha dirêjî da axaftina xwqe: “Aliyekî siyasetê ji bo kurd û Kurdistanê ye. Ya din jî ji bo hemû herêmên din e. Di siyaseta ji bo kurd û Kurdistanê de êdî tiştek bivênevê ye; divê êdî ji bo Kurdistanê plansaziyeke musteqîl pêş bikeve. Divê di her qadê de gel di nava biryaran de cih bigire. Kêmasiya vê pir baş hate fêmkirin. Helbet hilbijartin, ji bo ku em xwe bigihînin armancên xwe tenê amûreke. Lê divê em vê amûrê baş bi kar bînin. Divê hemû hêzên kurdistanî tê de cih bigirin.  Ji bo vê jî divê mirov xwe birêxistin bike.
‘Bêyî gel siyaset nabe’
Dema me bingeha civaka exlaqî û polîtîk amade nekir, carnan encamên wiha pêş dikevin. Gel aciz e. Em diçin gel wan û li wan guhdarî dikin. Bi gacinc û gilî ne. Di gazinên xwe de jî mafdar in. Lewma em dibêjin bêyî gel siyaset nabe. Em ê civaka xwe li gorî paradîgmaya neteweya demokratîk amade bikin û bibin bersiva sedsala 21’emîn. Ji bo vê jî divê em li hişyariyên gel guhdar bin. Di hilbijartinan de siyaseteke şexsî û populîst derket pêş. Dema gel ne di nava siyasetê de be, wê demê siyaset heta cihekî dikare bimeşe. Demekî piştre hûn nikarin bi rêya şexsan siyasetê bimeşînin. Lewma em dibêjin divê aliyekî siyasetê ji bo Kurdistana serbixwe û aliyê din jî ji bo Tirkiyeyê divê were pêşxistin. Gelo siyaseteke wiha çawa were kirin? Em ê li her derê civînan li dar bixin û li gorî pîvanên rêxistinê jî dê nîqaşan bimeşînin.”
‘Gelê kurd gelekî polîtîk e û rol û mîsyona xwe dilîze’
Di berdewamê de Ocalan bal kişand ser encamên hilbijartinê û destnîşan kir ku encamên hilbijartinê ji bo partiya wan têkçûn nîne û ev rewş wiha nirxand: “Ne di asta dihat xwestin de bû. Em nîqaşên vê dikin. Hinek tiştan em nikarin tune bihesibînin. Gelê kurd gelekî polîtîk e û rol û mîsyona xwe dilîze. Divê em siyaseta xwe li gorî nirxên tevgera azadiyê, li gorî fikr û ramanên birêz Ocalan pêş bixin. Em ê plansaziya xwe amade bikin. Li ser medyaya civakî gelek rexne tên kirin. Lê hinek kes bi zanebûn û di çarçoveya plansaziyekê de van rexneyan dikin. Dimînin bin bandora hinek kesan de. Dixwazin siyaseta kurd, siyaseta partiya me bêîtîbar bikin. Hinek kes jî mirov û siyasetmedarên me tawanbar dikin. Em li van neguhdar in lê li gelê xwe guhdar in. Dibe ku li ser medyaya dijîtal hinek rexneyên di cih de jî hebin ku em jî wan difikirin. Lê tiştek aşkere bû ku siyaseta kurd ne li ser şexsekî û bi siyaseteke navendî lê bi mejiyeke kolektîf dikare were meşandin. Cihan diguhere, Rojhilata Navîn diguhere. Divê siyaseta kurd jî biguhere. Em jî dê li gorî vê tevbigerin. Hêza kurd ne ji sedî 9 e. Divê kurd di her qadên jiyanê de xwedî seknekî polîtîk bin. Şerekî psîkolojîk heye û em bi têkoşînê dikarin vî şerî vala derxin.”
‘Siyaset li hemberî kesan nabe li dijî pergala qirêj dibe’ 
Omer Ocalan anî ziman ku siyaseta li ser dijminatiya kesan xelete û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji 2015’an heya niha ev siyaset wiha tê meşandin. Pisgirêka me bi pergala Komara Tirkiyeyê re heye. Mejiyê dewletê dixwaze di sedsala 21’emîn de hemû destkeftiyên kurdan tune bike. Em nikarin siyaseta xwe tevekê li ser dijbertiya Erdogan ava bikin. Rast e Erdogan li wir fîgûrek e û şerê li dijî kurdan bi pêşengtiya wî tê kirin lê em nikarin siyaseta xwe li dijî kesayeta wî ava bikin. Lazime têkoşîna me li dijî vê pergala qirêjî be.”
‘Divê gelê me li dijî dek û dolaban hişyar be’
Ocalan, derheqê têkiliya Partiya Doza Azad a bi Tifaqa Cumhur re jî wiha got: “Divê gelê me hişyar be. Dewlet dixwaze li Kurdistanê berê siyaseta kurd bide hev û bi hev bide qirkirin. Di salên 90’î de çawa ku hêzên tarî bikar anî, di vê sedsalê de jî formateke nû avêt vê rêbazê û dixwaze vê hêzê li hemberî kurdan bi kar bîne. Dewlet hewl dide vê hêza tarî li Kurdistanê li hemberî kurdan weke hêzeke paramîlîter bi kar bîne. Lê heke gelê me xwedî li nirxên xwe derkeve û li dijî polîtîkayên qirêjî bisekine, ev hewldana dewletê dê li Kurdistanê vala derkeve. Dewlet carnan vê hêzê tawanbar dike û carnan jî dike parlamenter. Dibe ku dek û dolabên dewletê di rojên pêş de derkevin holê. Divê gelê me li dijî van dek û dolaban hişyar be. Divê em li dijî vê hewldanê siyaseteke serbixwe ava bikin. Wê demê dê tu kes nekare bawerî, ziman û çanda me li dijî me bi kar bîne.”
‘Siyaset rojane nabe wek Birêz Ocalan projeya Rêya Sêyemîn pêş xistinê dibe’
Herî dawî jî Ocalan bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Ev tecrîd, ji siyaseta li dijî kurdan tê meşandin cudatir nîne. Tecrîdeke giran heye. Ji bo têkbirina vê tecrîdê divê hemû kes bi rol û mîsyona xwe rabe. Birêz Ocalan li siyaseta rojane mêzê nake. Jixwe yên rojane li siyasetê dinêrin, winda dikin. Birêz Ocalan her tim qala Rêya Sêyemîn dike. Li aliyekî tirkên îslamperest hene, li aliyê din jî tirkên spî hene. Her du jî dixwazin siyasetê li gorî xwe dîzayn bikin. Lê civak mecbûrî van nîne. Li hemberî wan jî Rêya Sêyemîn heye. Birêz Ocalan her dem behsa hêza bloka demokrasiyê dike. Lê mixabin hinek kesên di nava me de hêj jî siyaseta rojane dikin. Divê di zûtirin demê de tecrîda li ser birêz Ocalan were bidawîkirin. Ji bo vê jî hewcehî bi têkoşînê heye. Tecrîdeke derqanûnî û derexlaqî ye. Li gorî zagonên Tirkiyeyê mafê birêz Ocalan heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Lê mixabin ev maf tê binpêkirin. Dewlet baş bi bandora birêz Ocalan a li ser civakê dizane. Lewma tecrîdê giran dike. Nahêle ji wir dengek derkeve. Ji bo têkbirina tecrîdê em ê plansaziyekê derxînin.”
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar