Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ocalan tecrîda 20 salan a li Îmraliyê vegot

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan qala hevdîtinên xwe yên di nava 20 salên dawî de bi birayê xwe re pêk anîn, kir. Ocalan diyar kir ku tecrîda li ser birayê wî ev 20 sal in didome. Ocalan got ku birayê wî di her hevdîtinê de ji bo pirsgirêkan, çareseriyeke demokratîk û aştiyeke birûmet parastiye û hê jî li ser heman fikrê ye

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî hate girtin û di 15’ê sibata 1999’an de radestî dewleta tirk hate kirin. Ocalan li Girtîgeha Tîpa F ya Bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê, ev  20 sal in di hucreya yek kesî de tê girtin. Girtîgeha Îmraliyê bi pergaleke taybet hatiye avakirin. Li vir hemû pîvanên hiqûqî û mafên zagonî li derveyî sînoran hatine hiştin. Bi dehan kîlometre ‘Herêma qedexe’ hatiye îlankirin û Ocalan ji gelek mafên xwe yên zagonî û hiqûqî bê par hatiye hiştin. Qedexeya hevdîtina bi parêzer û malbatan re û qedexeya telefon, name, rojname û hwd. çend ji van mafên tên binpêkirinin. Di 8 salên dawî de cara yekemîn di 2’yê gulana îsal de parêzeran karî bi Ocalan re hevdîtinan bikin. Dîsa malbat piştî 4 salan yekem car çûn Îmraliyê.

Ji parêzerên Ocalan Faîk Ozgur Erol wiha dibêje; ‘Îmrali bi teknîka iktîdarê ya îstîsna tê birêvebirin.’ Li Îmraliyê hiqûq nîne û nêzikatî li gorî nêzîkatiya li dijî kurdan diguhere. Ev jî polîtîkaya tecrîda taybet e. Piştî ku pêvajoya çareseriyê bi dawî bûy, pergala tecrîdê ya li Îmraliyê li hemû girtîgehan hate ferzkirin. Lê piştî ku grevên birçîbûnê û rojiya mirinê dest pê kir, dewlet neçar ma ku paşve gav biavêje û deriyên Îmraliyê veke. Parêzerên Ocalan û malbata wî piştî hevdîtinê jî peyamên wî bi raya giştî re parve kirin. Ocalan vêcarê jî weke her tim peyamên çareseriya demokratîk û aştiya bi rûmet dan. Têkildarî peyamên Ocalan û sekna Ocalan a li Îmraliyê, birayê wî Mehmet Ocalan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Erdogan Alayumat re axivî.

20 sal in tecrîd didome

Mehmet Ocalan anî ziman ku ji roja destpêkê heta niha Ocalan di tecrîdê de ye û wiha got: “Carna di nava salekî de me gelek caran hevdîtin dikir û carna jî bi salan me nedikarî hevdîtinan bikin. Ev li gorî polîtîkaya dewletê diguhere. Kengî têkoşîna kurdan mezin bibe, wê demê deriyên Îmraliyê vedibin. Lê dema têkoşîn lawaz dibe jî derî tên girtin. Mehek an jî mehek û nîv piştî radestkirina birayê min, min pê re hevdîtin kir. Yekem car ez, xwişka min Havva Keser û 2 parêzerên wî me pê re hevdîtin kir. Hevdîtina ewil ji bo me xemgîn û bi fikar bû. Lê ew qas jî bi kelecan bu. Wê rojê me tenê 15 deqîqeyan karî hevdîtinê bikin. Wê demê şertên hevditina bi Ocalan re pir zehmet bûn. Dema em diçûn hevdîtinê, li Gemlîkê em rastî pêkanînên li dijî mirovahiyê dihatin. Em di gelek lêgerînan re derbas kirin. Piştre em cuda cuda çûn hevdîtinê. Her yek ji me karî 15 deqîqeyan hevdîtinê bike.”

Hevdîtina destpêkê

Ocalan piştre jî bal kişand ser hevdîtina destpêkê û ew kêlî wiha vegot: “Temasa fîzîkî qedexe bû. Dema me pir bi sînor bû. Ji ber wê, me nekarî zêde biaxivin. Westiyayî dixuya. Lê dîsa bi ruhê têkoşînê tev digeriya. Ji ber ku hevdîtina yekem bû, pir zor û zehmet bû. Wê demê got; ‘Jiyan û têkoşîn dê bidome. Ez nikarim bibêjim şert û mercên fîzîkî gelek baş in.’ Lê niha jî em nikarin bibêjin şert û mercên Ocalan ên fîzîkî hatine başkirin. Wê demê nêzî mehekê rastî lêpirsînê hat. Vê pêvajoyê ew gelek westand. Heta niha min gelek caran bi Serok re hevdîtin kirin. Di nava van 20 salan de xeta wî ya têkoşînê qet neguheriye. Li gorî 20 sal berê xwe pir kûr kiriye. Lêhûrbûna wî pir zêde bûye. Nerîna wî ya li cîhanê û watedayîna wî pir kûr e. Pêşdîtinên wî pir dûr û di cih de ne. Pêşiya xwe dibîne û dide qezençkirin. Mînaka vê, qewimînên li Şengalê ne. Hêj navê rêxistina DAIŞ’ê tune bû ku ji bo Şengalê hişyariyên girîng kirin. Lê arşîvan binihêrin, duh çi gotibe îro ew pêk hatiye.”

Diyaloga Ocalan a bi xwişka xwe re

Herî dawî jî Mehmet Ocalan ev tişt anî ziman: “Di nava ewqas salan de nêrîna Serok a ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ku aştiyeke bi rûmet û siyaseta demokratîk pêşniyar dike, qet neguheriye. Di hevdîtina ewil de Serok gotibû; ‘Ger ku derfet bên dayîn, em ê vê pirsgirêkê bi rêya demokratîk û li ser bingehê aştiya bi rûmet çareser bikin.’ Hê jî li ser heman xetê ye. Di van hevdîtinan de dost, heval, gund, malbat û xizmên xwe yên nêz dipirsî. Der barê Fatma Ocalan û Havva Keser de nêrîn û fikrên xwe vedigotin. Carekê Serok ji xwişka xwe Fatma re got; ‘Hûn çawa debara xwe dikin? Çiyê we heye. Çi tune?’ Fatma jî got li gund darên wan ên fistiqan hene. Bax, baxçe û zeviyên wan hene. Bi çandiniyê debara xwe dikin. Li ser vê yekê Serok got ‘Her tiştê we heye. zêde gazincan nekin.’ Serok der barê hemû xizmên xwe yên li gund de xwedî agahî ye. Tu caran pirsgirêkên fîzîkî dernedixist pêş. Her dem li  ser ruh û hiş disekinî. Di her hevdîtinê de bi awayekî li ser xwe û bi moral û rû bi ken derdiket pêşberî me. Lê min her dem der barê tenduristiya wî de pirs jê dikirin. Wî jî di got; ‘Ji bo min tenduristiya fîzîkî ne li pêş e. Ez di milê ruh û zîhnî de pir bi hêz û xurt im. Ev yek bêtir min bi hêz dike.’” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar