Li başûrê Kurdistanê bi salan e pirsgirêkên aborî û muçeyan di rojevê de ye. Hejmara kesên di nava sînorên Herêma Federal a Kurdistanê (Duhok, Hewlêr, Silêmaniyê) de dijîn zêdetirî 5 milyon e. Ji van milyonek û 300 hezar kes fermanber in (karmend), ango meaş digirin. Lewma dikare bê gotin ku jiyana civakê girêdayî rewşa pereyan baş an jî xirab dibe. Bi gotineke din, dema meaşên fermanberan tên dayîn, jiyan asayî, dema neyên dayîn jî xirab dibe, tişt buha dibin, alozî derdikevin. Dema fermanber nerazîbûnê nîşan bidin jî hikûmet her çend mehan carekê meaşên ku hatine qutkirin dide, lê pirsgirêk her li cihê xwe dimîne. Rewşeke wekî ku her tişt tenê girêdayî pere û meaşan bûye, derketiye holê. Gelo bi rastî jî her tişt tenê meaş in, hilberînek din nikare were pêkanîn, alternatîf çi ye?
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di nirxandinên xwe yên demên cuda de, bal kişandiye ser bandor û bikaranîna pereyan a li ser civakê.
Nirxandinên Rêberê Gelê Kurd ên têkildarî mijarê wiha ne:
“Pere li ser civakê bûye xwediyê hêza fermanê. Ev amûrê ku nayê înkarkirin gelek qirêj pêve heye, di encama kîjan sedemên civakî û dîrokî de gihişt vê astê? Bi rastî di civakê de çi pêk tîne? Bi kê û kîjan kes û koman dide qezenckirin û bi kê dide windakirin? Bêyî wî dibe, nabe, çi dikare li şûna wî cih bigire?
Pere ji bo hêsankirina kar derketiye
Weke amûrê bihevguhertinê pere, mirov dikare amûrê karekî besît fêhm bike. Dîsa jî divê mirov bi baldarî tevbigere. Yên bi hev tên guherandin çi ne? Di navbera du guherbaran de gelo pere weke amûrekî pîvanê dikare bi roleke adilane rabe? Aşkera ye ku di mijara kirîn û firotinê de zehmet e pere bibe pîvaneke adil û li cih. Tewş e ku mirov di hîmê wî de li pîvanên weke dad û nirxê bigere. Yên di zeman û mekan de amade bûne, ji bo ku karê xwe hêsan bikin gotine, ‘em navbeynkarekî hilbijêr in’. Ji objeya ku weke navbeynkar dîtine re gotine pere.
Bihevguhertin bi xwe hêmanekî girîng ê ekonomiyê ye. Du tiştên bi hev têne guhertin ji wan re mal an jî meta tê gotin. Civakê ji nirxa bikaranînê wêdetir hîn tu nirx nas nedikir, guhertina tiştekî bi tiştekî demeke dirêj weke exlaq rast nehat dîtin. Bi sîstema ku em jê re ekonomiya xelat û diyaridayînê dibêjin ve girêdayî ma. Tiştekî hildiberandin an jî objeyeke pir qîmet pê didan, weke diyarî didan.
Çanda diyarî û xelatê mezinbûnê îfade dike
Çanda diyarî û xelatê mezinbûnê îfade dike. Tiştê tê mezinkirin û bilindkirin, diyarî pêşkêşî wê-wî tê kirin. Bi vî awayî nirxê ya bi nirx tê piştrastkirin û bi rûmet dikin. Objeyên mayî di jiyana rojane de têne bikaranîn. Bi çavekî baş li danehevê nanêrin. Komên mirovan karîbûn milyonan sal berê bi vî awayî debara xwe bikin. Bêyî bihevguhertina mal, wijdan û exlaqê civakê bi tu awayî razî nedibû ku mal bi mal an jî bi pereyan biguherîne. Ji ber ku nedifikirî ku wê buha û berdêla nirxê hildiberîne hebe. Li wê fikirîn jî ji aliyê exlaqî ve rast nedidît. Belkî jî bi hestyarî û têgihiştina xwe ya exlaqî ev weke rêyeke bi hîle dihesiband.
Pere komkirin bênamûsiya herî mezin e
(…)Pere di destê xwe de digire, eger bi namûs nebe, çiqas pere bikeve ser pereyê wî dikare bibêje; min qebûl e. Dayîna ser hev a pereyan bênamûsiya herî mezin e. Pere dikare bibe mîna fahîşeyeke nedîtî ya karibe li gorî rewşê bilîze û dekûdolaban bigerîne. Dikare xwe ji yekî re bi yekê û ji yekî din re bi hezar dolarî bide bi kirê. Êdî li pêşiyê tu hêz nîne wê rawestîne.
Hêza herî bi tesîr a fermanê di destê xwe de digire
Rewşa xeternak ew e ku pere bi tehlûkeyên di hinavên xwe de gihişt serdema xwe ya herî pêş-ketî. Ev rewş û sicîlek welê ye, mîna ku mirov zordarekî xirab bike fermandarê artêşekê. Ev amûrê em behsa wî dikin, di destpêkê de kesên di civakê de amade ji bo kêliyekê wî qebûl dikin û ev amûrê bi guman rewşa wî ya demborî her diçe diguhere û wî derdixînin mertebeya xwedê. Her wiha hêza herî bi tesîr a fermanê jî di destê xwe de digire.
Pere bûye fermandar
Serdema finansê, cîhana aboriyê ya reel birêve dibe û têkiliya vê bi hêza pere ya bûye fermandar re heye. Aşkera ye ku em di asteke jor de bi yekdestdariyeke pereyan re rûbirû ne. Em li qonaxeke welê ya yekdestdariya super in ku dewletan û heta weke dewlet DYE’yê jî di nava xwe de dihelîne. Gihiştiye hêzeke welê, bi tevahî pêvajoyên desthilatdariyê kontrol dike, pêşde dibe, xira dike û ji nû ve ava dike. Cewherê globalbûna nû ev e. Bi tevahî îradeyên xwecihî, neteweyî, siyasî û ekonomîk dikevin kontrola hêzên super ên yekdestdarên global û serdema fînansê vê îfade dike. Ev rewşeke nû ye û divê mirov gelekî hûr û kûr li ser rawest e.
Yekdestdariya pere
Bandora wê ya li ser realîteya civakî bi temamî bi armanca fetihkirinê ye. Hedef civakeke pere û ferazî ye. Rêya herî bi tesîr a ji bo kapîtalîzekirina civakê, tevlikirina wê ya nava însturamanên weke bono, repo, tehwîl û senedên pere ne. Bi vî awayî, di serî de çîna navîn, bi tevahî civak bi cîhana fînansê re dibe yek. Di berdêla kareke biçûk de wê dike hêza parastina pergalê. Refleksên wê yên dijberî pergalê para bêhtir têne şikandin. Bi civaka xurek, krediya ji bo xureyan, bi hezaran awayên krediyê, dixwazin civakê zevt bikin û teslîm bigirin. Rêbaz gelek hêsan e. Pêşî krîzan ferz dikin û bi vî awayî dinyayeke nû ya bêkaran li dinya bêkaran zêde dikin. Çîna navîn hildiweşînin û dikin ku li ber wan bigere. Birçîtî û xizantiyê heta bi sînorê mirinê ferz dikin. Kaos û aloziyê kûr dikin. Piştre di berdêla şertan de ji bo ji nû ve avakirina civakê, wê bi krediyan ve girê didin.
Ya tê ferzkirin faşizm e
Projeyên civakê bi awayekî li şûna şoreşên berê û utopyayan datînin. Êdî hewcedarî bi utopya û şoreşan nîne. Her tişt dikare bi proje bibe. Her wiha fînansor jî amade ne. Xuya ye ku civaka dijber, civaka sîmulakar, civaka ferazî û civaka yek zîhniyet ev e. Gelo ya ferz dikin faşîzm nîne? Gelo ya ferz dikin, bi maskeyeke nû di asta global de projeya pêkanîna faşîzmê û dinyaya wê nîne?
Fermandar û rêveberê rastî bûye pere
Fermandar û rêveberê rastî bûye pere. Pere li cem kê be, hêz li cem wî ye. Bêguman di vê de sedemê bingehîn ew e ku her tişt zêde bûye meta, bûye bazar û bûye bajar.
Tu hêza desthilatdariya Asyayî ya qedîm, siltan an jî împarator û heta tu împaratorê Romayê tu pirsgirêka wî bi berhemê me-tabûnê bi pere û bi peran rêvebirina desthilatdariyê tunebû. Hebe jî gelekî bi sînor bû. Hebe xezîneyên dinyayê ji mêj ve biribûn qesrên xwe. Sektora kapîtalîst wexta serketin li pey serketinê bi dest dixist, qralên Ewropayê di rewşekê de bûn, parsa deynan dikirin. Têkiliya hêza pere û desthilatdariyê êdî ketiye qonaxeke nû. Desthilatdariya siyasî cara pêşiye li ber peran çongên wê dişkên. Ev rastî jî piştrast dike ku pere hêza fermanê girtiye û ev yek nîşan dide ku çend bi hêz bûye. Napolyon wexta der barê artêşê de digot ‘Pere! Pere! Pere!’ ev rastî dianî ziman.
Ji bo pere bibe fermandarê dewamî yê hêza civakê, kirine ku civak bi kêra selexanevan hatibe parçeparçe kirin. Civak û heta dewlet xistine halekî ku bê pereyan nikarin bijîn, nikarin dewam bikin.
Karker neçarkirine ku teslîmê pere bibin
Anîna civak û dewletê ya vê qonaxê belkî jî şoreşa rastî ya bûrjûwaziyê ye. Dewlet û civaka hewceyî pereyan tê wê maneyê ku êdî ketine bin fermana bûrjûwaziyê. Ji vê rewşê re ku mirov dikare bibêje şoreşa pereyan jî di dîrokê de cara pêşî di vê dema Ewropayê de pêk hatiye. Mînak, êdî hewce nake ku karkerek weke kole û serfekî bê girêdan. Jixwe wexta yewmiya xwe negire wê birçî bimîne. Birçîbûn wê wî mehkûmî pereyan bike. Karker xistine rewşekê ku ji bilî teslîmbûna pereyan tu çareya wî nîne. Ji lewra, ji bo peydakirin û rêvebirina karkeran, hewce nabînin weke xwediyên berê yên feodal û koledariya klasîk tevbigerin. Jixwe bi vî awayî hem mesref zêde diçe, hem jî zêde berpirsiyari-yê dixwaze. Kapîtalîst jî hêza pere nîşan dide û bi vî awayî çawa dixwaze karkeran bi dest dixe û bi kar tîne.
Tu teror biqasî pereyan civakê ji koka wê dûr naxîne
Têkiliyên civakî yên pere wan xira dike, bi serê xwe pirsgirêkeke mezin a terorîzmê ye. Tu teror bi qasî hegemonya pereyan nikare civakê ji kokên wê yên kûr, dûr bixîne û bi tesîr bibe. Piraniya xebatên sîstem dike, ji bo ku hebûna xwe di tevahiya qadên ekonomîk, civakî û siyasî de ava bike û dewam bike, di çarçoveya terorê de ne ku di dîrokê de mînakên wê kêm hatine dîtin.
Civak dikare vê rastiyê biguherîne
Civak dikare ya ava dike, biguherîne û ji nû ve ava bike. Wê wextê ev pîvan peyde dibe: Rastiyên civakî rastiyên avakirî ne; ango rastiyên xwedê û xwezayê dayî nînin. Eger wisa be; wê wextê pere jî rastiyek e ku hatiye avakirin. Dayîna xwedê û xwezayê nînin.
Min gelên xwe ji bextê pereyên kor û hîlekar re neterikand
Xwedabûna pere, diyardeyeke welê ye ku ji rastiya xwe xeternaktir e. Eger bi van rêzên nivîsê min karîbûya ev sîstema xwe dispêriyê û li pey xwe dibe hinekî bînim ziman, ew diyardeya jêre bextewarî tê gotin belkî jî xelatek e ku bi tenê para min ketiye. Spînoza gotibû: ‘Wate azadî ye.’ Ez jî bawer dikim ku li derveyî vê, azadî nîne. Bi qasî fêhmkirinê azadbûn, ji bo jiyanê hêza min e.
Ez gelekî kêfxweş im ku weke ewledakî bengî yê herêmê, min gelên xwe ji bextê xwedayê pereyan ê kor, hîlekar û qelpezan re neterikandin. Ez timî bawer dikim ku dostên min û civaka pêk tînin wê bi min re heta hetayê bextewer bimînin.
Pere yan jî serwextbûn azadiyê pêk tîne?
Guftûgoyeke ji rêûresmê heye, tê gotin; gelo zêdetir pere yan jî serwextbûn azadiyê pêk tine? Di çarçoveya vê vegotina me de mirov dikare baştir li vê guftûgoyê serwext bibe. Pere heta weke amûrekî daneheva sermayeyê ango bi rola desteserkerê berhem û nirxê zêde rabe wê timî amûrekî koletiyê be. Ji ber ku pere ji bo xwediyê xwe jî bang li tevkujiyan dike, di warê azadiyê de amûreke bawerî pê nabe û kes nikare pişta xwe pê girê bide. Pere bi rola perçikê maddeyê yê dijberê enerjiyê ye radibe. Tê gotin, serwextbûn her tim zêdetir nêzî azadiyê ye. Serwextbûn li ser rastiyê, her tim pêşî li azadiyê vedike. Ji ber vê yekê ye ku serwextbûn weke herikîna timî ya enerjiyê tê terîfkirin.” Çavkanî: Ajansa Rojnewsê