Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Odeyên Tabîban: Ne mirin bila jiyan bi ser bikeve

Odeyan Tabîbên ên li bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar xwestin ku tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û pêşî li mirinan bê girtin. Bijîşkan destnîşan kir ku rewşa gelek girtiyan di astekî krîtîk de ye û beriya ku mirin pêk bên, divê hikûmet di zûtirin dem de gavan biavêje

Odeyên Tabîban ên bakurê Kurdistanê li navçeya Tetwan a Bedlisê der barê çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê de daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de rêveber û endamên Odeyên Tabîban ên Bedlis, Agirî, Êlih, Amed, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Şirnex, Riha û Wan-Colemêrgê jî amade bûn. Daxuyanî ji hêla endama Odeya Tabîban a Bedlisê Dr. Duygu Ozdogan ve hate xwendin.

Daxuyaniya Odeyên Tabîban ên bakurê Kurdistanê wiha ye:

“Çalakiya greva birçîbûnê ku hevseroka KCD’ê Leyla Guven di 8’ê mijdara 2018’an de li dijî tecrîd/Îzolasyonê dest pê kir, niha li 90 girtîgehan bi tevlêbûna 3 hezar û 60 girtiyan berdewam dike. Çalakiya 320 kesen di grevê de 4, 5 û 6 meh li pey xwe hişt. 2 hezar û 840 girtî jî piştî 1’ê adara 2019’an ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Li girtîgehên cuda jî niha 30 girtî di rojiya mirinê de ne. Em wekî bijîşkan hemû girtiyên ku di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de wekî rojiya mirinê qebûl dikin. Girtiyen ku diyar kirin dest bi rojiya mirinê kirine, em bi baldari diyar dikin ku pêwîste dîsa şekir, xwê, karbonat û vîtamîna B1 berdewam bikin.

Girti dixwazin ku dewlet û hikûmet hiqûq û zagonên xwe pêk bînin. Ji ber ku wezîre dadê û rayedarên din tu gav neavêtine û ji ber vê yekê li girtîgehan 7 girtiyan dawî li jiyana xwe anîn. Ji ber ku gav nehatine avêtin, parlamenter û hevseroka KCD’ê Leyla Guven û gelek girtiyên hatine berdan li malên xwe jî çalakiya xwe berdewam kirin. Konseya Navendî ya TTB û odeyên tabîban bi wezareta dadê û parêzerên girtiyan re hevdîtin kirin. Xwestin rojê 5 îskanên avê, 2 kevçiyên çayê xwê, 5 kevçiyên xwarinê şekir, kevçiyek jî şêranî karbonat û 500 mg vîtamîna B1 bidin girtiyan. Ev yek girîngiya jiyanî ye. Dîsa xwest ku heyetek serbixwe ya bijîşkan biçin çavdêrî bikin. Dîsa ji bijîşkên girtîgehê û rayedaran xwest ku li gorî Danezana Maltayê tevbigerin.

Em dixwazin berî her tiştî sedemên ku girtî ketine grevê ji holê bên rakirin û ji bo vê yekê hikûmet û dewlet hiqûq û qanûnên xwe pêk bîne. Em dixwazin îktîdara siyasî beriya her tiştî daxwazên girtiyan pêk bîne û gavan bavêje. Piştî greva dem dirêj û rojiya mirinê dibe ku mirov jiyana xwe ji dest bidin. Em wekî Odeyên Tabîban careke din dibêjin ku ji bo kes nemire û di bedena girtiyan de nexweşiyên mayînde çênebin, em jiyana mirovan esas digirin. Em beriya her tiştî tenduristî û jiyana mirovan dixin navenda her tiştî. Ji bo kes nemirin û zerar çênebin divê her kes bi hestiyar û berpirsiyar tev bigerin. Ji bo vê yekê jî divê her kes li çareseriyê bigerin û ji bo çareseriyê gavan bavêjin. Bêyî ku pir dereng bibe, em hevî dikin ku li şûna mirinê jiyan bi ser bikeve.” BEDLÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar