Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

O’Haern: Tecrîda li Îmraliyê ji Supermaxê jî girantir e

Pisporê girtîgehan Denîs O'Hearn bal kişand ser sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê û got: “Ev pergal li tu devereke din a cihanê nîne. Cihana rojava ji girtîgehên tarî (SuperMax) şerm dike û li ser van neaxive. Lê belê Tirkiye ji ber Îmraliyê şerm nake, bêyî ku li ber xwe bikeve bi aşkere dewam dike."

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sê sal in bi tu awayî agahî nayên wergirtin. Herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de birayê Ocalan Mehmet Ocalan ji bo çend deqeyan bi telefonê pê re axivî bû. Parêzer jî ji Tebaxa 2019’an û vir ve nikarin biçin Îmraliyê.

Li dijî tecrîdê li qada navneteweyî kampanya têne meşandin. Di 11’ê gulanê de Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî ku 3 kesan pêk dihat, li Stenbolê bi Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û gelek saziyan re hevdîtin kiribû.

Endamên heyetê di 16’ê gulanê de li Îzlandayê beşdarî Civîna Bilind a Konseya Ewropayê bûn û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xistin rojevê, daxwaza azadiya Ocalan kirin.

Ji endamên heyetê profesorê sosyolojî û antropolojiyê yê Zanîngeha Texasê Denîs O’Hearn ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî.

O’Hearn ku girtîgeh û tecrîd qada wî ya pisporiyê ye, bi taybetî li ser girtîgehên li Îrlandayê lêkolînên berfireh kir.

‘Sîstema li Îmraliyê li devereke din a cihanê nîne’

Denîs O’Hearn ku li ser girtîgehên bi ewlekariya bilind a maksîmûm kar kiriye, yên weke Tîpa H, Tîpa F an jî ‘SuperMax’ têne naskirin, destnîşan kir ku sîstema li Îmraliyê li devereke din a cihanê nîne.

O’Hearn got, “Yekane cihê ku nêzî sîstema tecrîdê ya Îmraliyê û qutkirina têkiliyê ya bi temamî dibînim, girtîgehên tarî ne ku piştî şerê li Iraqê DYA’yê hem li Amerîkayê hem jî li Efganistanê weke SuperMax ava kir. Tecrîda ku 2-3 salên dawî li ser Ocalan tê ferzkirin, min mînaka wê li devereke din a cihanê nedîtiye. Ji xwe eger hebûya wê komên mafên mirovan teqez bixistana rojevê.”

O’Hearn ji bo van girtîgehên ku weke ‘Dojeha li cihanê’ pênase dike, wiha axivî, “Min derfet dît ku bi hin girtiyan re hevdîtinê bikim. Ez baş zanim ku ev girtîgeh bi rengekî veşartî têne hiştin. Li devereke din a cihanê mîna vê, kiryarên astengkirina hevdîtina bi parêzeran û malbatê re nîne. Min di dîroka nêz de tecrîdeke bi vî rengî nedîtiye.”

‘Tirkiye ji ber Îmraliyê şerm nake’

Denîs O’Hearn girtîgehên di dema Almanya Nazî de bi bîr xist û got, “Hûn zanin, di dema Almanya faşîst de kampên girtîgehê hebûn, lê belê li wir jî dikare bê gotin ku Sowyetan bi hin girtîgehan re têkilî datanî. Cihana rojava ji girtîgehên tarî (SuperMax) şerm dike û li ser van neaxive. Lê belê Tirkiye ji ber Îmraliyê şerm nake, bêyî ku li ber xwe bikeve bi aşkere dewam dike.”

‘Welatên Ewropa li dijî Ocalan durû tevdiger’

O’Hearn nerazîbûn nîşanî bêdengiya Yekîtiya Ewropayê ya li hemberî tecrîdê da û got, “Kiryarên li dijî Ocalan li pêş çavên her kesî tê kirin û kes dengê xwe nake. Di vê mijarê de hewldan nayên kirin. Bi dîtina min cotstandartî heye.”

O’Hearn got, “Ji ber kiryarên li dijî Ocalan divê pêkanîn li ser dewleta tirk bê ferzkirin. Lê belê civaka Ewropayê di vê der barê de gavekê navêje. Ji bo mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî bi cih were anîn divê zext li Tirkiyeyê bê kirin.”

‘Nabe ku Ocalan li Girava Îmraliyê bê veşartin ev îşkence ye’

O’Hearn Pîvanên Nelson Mandela bi bîr xist û got, “Li gorî Pîvanên Mandela eger girtiyek ji 15 rojan bêhtir nikaribe têkiliyê bi derve re dayne, hingî ev dibe îşkence. Ev yek teqez îşkence ye. Divê Ewropa ji Tirkiyeyê re bibêje ‘Ya ku hûn li Ocalan dikin, îşkence ye’. Lê belê vê nakin.”

O’Hearn bi dewamî got, “Welatên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan divê nehêlin ku ser van kiryaran bê nixumandin. Nabe ku Ocalan li Girava Îmraliyê bê veşartin. Kiryarên li wir divê bêne aşkerekirin. Ne tenê li Tirkiyeyê divê li tevahiya cihanê her kes bi kiryarên li dijî Ocalan zanibe. Tevî Ocalan divê kiryarên li hezaran girtiyên kurd têne kirin bêne aşkerekirin. Hîn bêhtir divê neyên veşartin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar