KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

OHAL’a AKP-MHP’ê 7 sal in Wan û Colemêrg didome

Dethilata faşîst AKP-MHP li Wan û Colemêrgê 7 sal in kiryarên Rewşa Awarte (OHAL) dimeşîne. Qedexeya ku li Wanê beriya niha 15 rojan carekê dihate dirêjkirin, niha hefteyê carekê tê dirêjkirin. Li Colemêrgê jî bênavber dewam dike.

Rewşa Awarte (OHAL) piştî 15’ê tîrmeha 2016’an li Colemêrg û Wanê kete meriyetê, lê belê tevî ku ji aliyê fermî ve bi dawî bûye hîn jî di pratîkê de ye. 7 sal in li du bajaran ji bilî karên saziyên desthilatdarî û dewletê her kar qedexe ye.

Colemêrg li bakurê Kurdistanê yek ji wan bajaran e ku polîtîkayên şer ên dewleta tirk lê têne bicihanîn, azadî û mafên mirovan hatiye rawestandin. Li Colemêrgê ku OHAL li ser kar e, li serê her kolanê bendên kontrolê hatine danîn, li serê her girî jî qereqol û kalekolên nû hatin çêkirin. Navenda bajarê Colemêrgê jî bi wesayitên zirxî hatiye dorpêçkirin. Piştî ku Şaredariya Colemêrgê bi rêya qeyûm hate desteserkirin, veguherî qereqolê û li gel hate qedexekirin. Navenda bajar bûye mîna girtîgeheke servekirî. Qedexe ne tenê li navenda Colemêrgê û navçeyên wê ne, her wiha zozan û qadên çandiniyê jî ku çavkaniya debarê ya şêniyên herêmê ne, bi navê ‘herêma ewlekariyê ya taybet’ hatin qedexekirin. Bi vî rengî hewl hate dayin ku dawî li çandinî û sewalkariyê bê anîn. Deriyên sînor ên Gever, Şemzînan û Çelê hatin qedexekirin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo çavkaniya debarê ya xelkê Colemêrgê qut bike, ku serî li ber wê natewîne, karên çandinî, sewalkarî û bazirganiyê gihand asta qedandinê.

Hemû çalakiyên demokratîk qedexe kirine

Di navbera Wan-Colemêrg û navçeyên Gever-Şemzînan û Çelê de bi dehan qereqol û kalekolên nû hatin çêkirin. Her wiha di navbera van herdu bajaran de serê her 10 kîlometreyî bendên leşkerî-polîs û cerdevanan hatine avakirin. Li van bendan şêniyên herêmê bi saetan têne rawestandin, nasnameyên wan têne desteserkirin, têne binçavkirin an jî heqaret li wan tê kirin. Bi van kiryaran mafê ger û geştê ya mirovan ji wan têne standin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi rengekî azad her cûre çalakiyên xwe dike. Lê belê hemû çalakiyên pêkhateyên KCD û HDK’ê hatine qedexekirin.

Li bajêr ku ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve bi qanûnên şer tê birêvebirin, binpêkirina mafên mirovan zêde bûye. Di nava 7 salan de ji ber lêdana wesayitên zirxî û gulereşandina leşker-polîsan a li ser sînor 15 kes hatin qetilkirin. Di serdegirtina malan û dema binçavkirinê de êşkence û tundî zêde bû. Hêzên dewletê yên ku mirovan qetil dikin ji aliyê dadgeriya dewletê û desthilatdariyê ve têne parastin, kujer nayên cezakirin.

Wanê bi OHAL’ê û qeyûman bi rê ve dibe

Wan jî mîna Colemêrgê bû yek ji wan bajaran ku timî bû hedefa desthilatdariya AKP-MHP’ê. Desthilatdariya AKP-MHP’ê tevî ku di hilbijartinên xwecihî û giştî de hêzên dewletê hemû li Wanê civand jî nekarî encama dixwaze bi dest bixe. Li gel zext û gefan jî xelkê Wanê li pişt îradeya xwe sekinî û serî li ber dewletê netewand. Dewleta tirk jî ji bo tolê ji xelkê Wanê hilîne 7 sal in bajêr bi OHAL’ê û qeyûman bi rê ve dibe. AKP ku qeyûm danî ser şaredariyan, hemû malên mayinde yên şaredariyê firot. Bi hezaran kedkarên Kurd ên li şaredariyan dixebitîn ji kar derxist: ji bajarên Trabzon, Ordû, Kayserî û Yozgatê mirov li şaredariyan hatin bicihkirin.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji sala 2016’an û vir ve li bajêr OHAL’ê dewam dike. Di navbera salên 2016 û 2022’an de 15 rojan carekê her cûre çalakî ji aliyê desthilatdariyê ve li bajêr dihatin qedexekirin. Ji sala 2023’an û pê ve qedexe êdî hefteyê carekê hatin dirêjkirin. Li Wanê her cûre çalakiyên AKP-MHP û Huda Par (Hîzbûlkontra) serbest e, lê belê çalakî û karê HEDEP û rêxistinên civakî yên sivîl qedexe ne. Bi taybetî destûr ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) re nayê dayin ku li Wanê daxuyaniyê bide çapemeniyê.

Êşkence û girtin zêde bûne

Dewleta tirk ku nikare xwe li daxuyaniyeke çapemeniyê jî rabigire, bajar veguherandiye mîna bajarekî polîsan. 12’ê Cotmehê bi armanca piştgiriya bi Rojava re wê meş û daxuyaniyek bihata lidarxistin, lê belê li terora polîsan rast hatin. Parlamenterên HEDEP’ê yên tevlî daxuyaniyê bûn ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin, li rojnamegeran xistin, êşkence li gelek kesan dikin û binçav dikin. Di sala 2017’an de li Erdîşê ajokarê taksiyê Zafer Ceyhan ji aliyê polîsên Tirk ve hate înfazkirin. Her wiha li Erdîşê di sala 2016’an de bi destê polîs û leşkeran Hediye Ataman li mala xwe hate şewitandin û qetilkirin. Polîs û leşkerên ku Ataman şewitandin bi ti awayî nehatin cezakirin, lê belê cezayê heta bi hetayê yê girtîgehê li hevjînê Hediye Ataman Ahmet Ataman hate birîn.

Li Wan û navçeyên wê bi sedan bendên nû yên lêgerînê hatin avakirin, her wiha bi dehan kalekol û qereqol hatin çêkirin. Wekî din li ser sînorê Wan û Rojhilat dîwar hate lêkirin, xendek hatin kolandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar