Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

OHD çû goristana ku tûpên xwînê lê hatibû dîtin

Piştî ku li goristana Yenîkoyê ya Rezana Amedê tûpên xwînê hatin dîtin, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) çûn goristanê û lêkolîn kirin

Şêniyên Amedê dema ku vê sibehê çûn Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezanê, li goristanên ‘bêkesan’ tûpên xwînê dîtin.

Ji ber vê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) çû qadê û lêkolîn kir. Endama OHD’ê Gulan Çagin Kalelî derbarê lêkolîna pêşîn li vir daxuyanî da û wiha got: “Me dît ku nêzî sed tûpên xwînê hene. Hinek jê hêj di bin axê de ne, hinek jê hatine derxistin, hinek jî jê hîn xwîna şil û hinek jê jî xwîna hişkbûyî di nava wan de heye. Li ser van tûpên xwînê nav hatine nivîsandin. Ev nimûne bêtir aîdî salên 2015-2017’an e. Li ser tûpan nimreyên Saziya Tipa Edlî hene. Me agahî bi dest nexist ku ev tûp ji kengî ve li vir in û kengî li bin axê hatine veşartin.”

Kalelî diyar kir ji bo destpêkirina karên hiqûqî wan mekanîzmayên pêwist agahdar kirine û ev tişt anî ziman: “Ji bo lêkolîna qadê em li benda tîman in. Piştî vê lêkolînê em ê jî rapora xwe aşkera bikin û di warê hiqûqê de dest bi tiştên pêwist bikin.”

Li ser tupan Serdozgeriyên Komarê yên Êlih, Amed, Farqîn, Midyad û Mêrdînê hatiye nivîsandin û gelek tup jî deforme bûn.

Hin navên ku li ser tupên xwînê hatine nivîsandin ev in; Alî Demîr, Ridvan Aksu, Arafat Unal, Gûrbet Ergun, Osman A., Gelu (Cem) Sozan, Yûsûf Îpeksat, Mehmet Zahit O., Seyîthan Aydin, Kadîr Demîryurek, Serdar Cengîz, Bîlmez Koç, Çekdar A., Zulfu Eroglû ve paşnavên Ayran û Aladag ên ku nav li ser tunebû. AMED 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar