Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

OHD: Jiyana girtiyan di talûkeyê de ye

Li Girtîgeha Tîpa L ya Bakirkoyê girtiyên ku greva birçîbûnê bi dawî kirin nayên dermankirin. Bi sedema ku jiyana girtiyan di bin talûkeyê de ye, parêzerên OHD’ê serî li AYM’ê da û xwest ku ji bo vê mijarê tedbîr bên girtin

Li gelek girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê girtiyên ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê anîn, sewqî nexweşxaneyan nayên kirin. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Tîpa L ya Bakirkoyê ye.

Hat zanîn ku girtiyên bi navên Nesrîn Akgul, Şukran Aydin û Zozan Çîçek ku li ser bertekên tund ên raya giştî rakiribûn nexweşxaneyê, di heman rojê de careke din veguhastibûn girtîgehê. Li gorî agahiyan, girtiyên din jî hîn sewqî nexweşaneyê nehatine kirin.

Li ser van binpêkirinên li girtîgehê, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) serî li Dadgeha Makeqanûnê (AYM) da. Parêzeran di serlêdana xwe de diyar kir ku mafê jiyanê yê girtiyan di bin talûkê de ye û ji ber vê yekê bi daxwaza girtina bergiriyê serî li Dadgeha Makeqanûnê didin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar