Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

OHD’ê ji bo rojiya mirinê hikûmet hişyar kir

Seroka Giştî ya OHD’ê Ayşe Acînîklî têkildarî çalakiya rojiya mirinê axivî û diyar kir ku divê hikûmet bikeve nava liv û tevgerê. Acînîklî destnîşan kir ku berî ku derengtir bibe divê hikûmet gav bi avêje

Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zêdetirî 7 hezar girtî ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyaniyek parve kir û ragihand ku dê bi tevlêbûna 15 girtiyan, ji sibê ve dest bi rojiya mirinê bikin.

Têkildarî mijarê hevseroka giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ku di Komîsyona Şopandina Grevên Birçîbûnê de cih digire, Ayşe Acînîklî axivî. Acînîklî diyar kir ku ger desthilatdarî gav ne avêje dê rewşa heyî xerabtir bibe. Acînîklî destnîşar kir ku di mijara rojiya mirinê de vîna girtiyan heye û ew nikarin mudaxaleyî rewşê bikin.

Bêdengiya hikûmeta AKP’ê

Di berdewamê de jî Acînîklî daxuyand ku di vê mijarê de tekane çareserî gav avêtina desthilatdariyê ye û wiha domand: “Lê dev ji gav avêtinê berde, desthilatiyê heta niha têkildarî grevên birçîbûnê daxuyaniyek jî nedaye. Me têkildarî mijarê li meclisê bi serokwekîlê Koma AKP’ê re hevdîtin kir. Ji me re got ku dê bi mijarê re eleqedar bibin û ji cihên pêwîst re ragihîne. Lê heta niha tu tiştek nekirine.”

‘Divê êdî hikûmet gav biavêje’

Ancînîklî got ku ne tenê ji bo biryara rojiya mirinê, divê ji bo grevên birçîbûnê yên asta krîtîkbûnê derbas kirine jî gav bên avêtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rewş di astekî xetere de ye. Ji bo ku em dengê çalakgerên di greva birçîbûnê de bidin bihîstin, divê  em xebatên xwe zêdetir bikin. Bêyî ku derengtir bikeve, êdî divê hikûmeta gav biavêje.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar