Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok diyar kir ku dewleta tirk û rêveberiya Îmraliyê nameyên gefxwarinê yên bênav û bê navnîşan dane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Hevpeyvîna bi Sabrî Ok re wiha ye:
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. 28 meh in tu agahî nayên stendin. Faşîzma AKP-MHP’ê gotinên “Tecrîda li Îmraliyê” jî sûc dibîne. Sedema vê tecrîda giran a li Îmraliyê çi ye?
Di serî de Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim. Ez hemû hevrêyên me yên li Kurdistanê û di zindanan de şehîd bûne bi bîr tînim û bi rêzdarî li ber bîranînên wan bejna xwe ditewînim. Bêguman divê em rewşa Rêber Apo baş şîrove bikin. Nêzîkatiya dewleta tirk a li Rêber Apo nêzîkatiya li tevahî gelê kurd e. Tecrîd û zexta li ser Rêber Apo tê wateya ku li Kurdistanê, li ser gelê kurd û heta li dijî gelên Tirkiyeyê tecrîd û zext heye. Polîtîkayên li ser Rêber Apo tên meşandin berdewamiya polîtîkaya qirkirinê ye. Divê em tecrîdê teng nenirxînin. Dixwazin dengê Rêber Apo negihêje gelê kurd û civaka Tirkiyeyê û bi psîkolojiya Rêber Apo û bi psîkolojiya gelê kurd bilîzin. Heta îro bi sedan kesan ji bo bertekê nîşanî komploya li dijî Rêber Apo bidin, xwe şewitandine û şehîd ketin. Têkiliyeke wisa ya Rêber Apo bi civakê re heye.
Rojnamevan Merdan Yanardag çend roj berê tiştek gotibû. Ji bo ev gotin were gotin ne şoreşgerî hewce dike û ne jî mirov mecbûr e ji Rêber Apo hez bike. Bi tenê rastiyê bibêje bes e. Got ‘Li Îmraliyê tecrîd heye’. Ev tiştekî rast e. Ji ber ku Merdan Yanardag ev got, ew avêtin zindanê. Lewma dixwazin kes behsa Rêber Apo û Îmraliyê nekin. Bi rastî jî Bahçelî got, ‘Kî bibêje li Îmraliyê tecrîd heye, sûc dike’. Li hemberî me feraseteke wisa heye. Divê em li dijî vê ferasetê di asta herî jor de têbikoşin. Divê her kurd li her ciha ku lê ye bibêje ku tecrîd heye, li hemberî vî tiştî dengê xwe bilind bike û berteka xwe nîşan bide.
Çend roj berê li Ewropayê ciwanekî 17 salî hat qetilkirin; gel rabû ser piyan û Fransa hejand. Ne tenê li bajarekî, li tevahiya Fransa, heta Belçîka û welatên din jî xwepêşandan hebûn. Ji ber ku bi sedsalan ji bo demokrasiya ku îro li Ewropayê ye têkoşîn hatiye kirin û civaka Ewropayê jî berdêla wê daye. Dema ku dibînin demokrasî di xetereyê de ye, reflekseke xurt didin û di wextê xwe de dadikevin kolanan. Divê wisa be.
Ji bo hinek tiştan rêxistinkirineke xurt û serkeftî hewce nake. Sermeselê bi rûmeta me dilîzin, li Stenbolê kesek bi kurdî distrê, polîs li wan didin û wan diavêjin zindanê. Panzêra dewleta tirk tê, zarokên kurdan dikujin. Tecawiz dikin, goristana şehîdan xera dikin. Em nikarin li hemberî van hemûyan bêdeng bimînin. Di televizyonê de van bûyeran nîqaş dikin; lê belê divê helwestek were nîşandan, ne nîqaş werin kirin. Divê gelê kurd jî weke Ewropa refleksekê nîşan bide. Gerîla jixwe li hemberî êrîşên hovane li ber xwe dide û wê li ber xwe bide. Divê gelê me bizane ku em ne di pêvajoyek asayî de ne. Divê kes rihet tevnegere. Em di serdemek dîrokî û girîng re derbas dibin. Jixwe PKK û gerîla bi ruhekî fedaî erka xwe pêk tînin. Lê divê civak jî neheqiyê qebûl neke. Divê hiqûqnas, rewşenbîr û civak jî dema li ser Rêbertiyê tiştekî nerast tê gotin reflekseke rast nîşan bidin. Dema Bahçelî wiha dibêje, divê her kes bi taybetî jî parêzer bibêje, tu kî yî ku tiştekî wiha dibêjî? Ger bertek neyên nîşandan, ev kes wê nesekinin.
Divê her kes li ser rewşa Rêber Apo têkeve fikaran. Nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, nikare malbata xwe bibîne, destûr nayê dayîn ku name jî were şandin. Lê em dizanin ku wextekê dewleta dagirker û rêveberiya Îmraliyê nameyên bênav û bênavnîşan dane Rêber Apo. Di wan nameyan de ji Rêber Apo re digotin ‘Em ê jehreke wisa bidin te ku tu yê bi wê jehrê bimirî. Kêzikên ku cesedê de bixwin jî wê bi jehrê bimirin.’ Dîsa ji Rêber Apo re gotibûn ‘Tu yê roj bi roj bimirî, lê wê haya te jê tunebe’. Binêrin Rêber Apo kesekî xwedî berpirsyariyeke dîrokî ye lê her roj rastî van îşkenceyan tê. Mafê Rêber Apo yê qanûnî yê nameyan qedexe ye, lê nameyên bi vî rengî serbest in. Ev tê çi wateyê? Bi psîkolojiya wî bilîze, bi tenduristiya wî ya ruhî bilîze, bi tenduristiya wî ya fîzîkî bilîze da ku Rêber Apo ji rastiya xwe qut bibe û rola xwe bi cih bîne. Ev dewleteke wisa hovane ye. Li hemberî vî tiştî qetlîam jî sivik dimîne. Tu dewletek wisa nake bi tenê dewletên çete wisa dikin. Divê ev tişt di rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê de cih bigire. Dema ku tê gotin tecrîd nîne divê her kes bertekên xwe nîşan bide. Ev girîng e.
Heke me têkoşîn bi her awayî mezin bikira, wê dewlet bêçare bûya û biçûya ber lingên Rêber Apo. Ev ji bo me mijara xwerexneyê ye. Em deyndarê Rêber Apo ne. Lê israr û îdiaya me heye û têkoşîna me didome. Divê gelê me bizane ku em ne di pêvajoyek asayî de ne. Divê her tişt li gorî ruhê vê serdemê be. Ger dewleta Tirk di vê navberê de qelsiyekê bibîne, wê hîn zêdetir were serê me. Li dijî zextên li ser Rêber Apo û hevalên din ên li Îmraliyê, pêngavên girîng ên ku wê di rojên pêş de encam bidin divê werin destpêkirin. Ev wisa nadome, divê wisa nedome. Divê helwest were nîşandan. Her kesên ku alîgirên demokrasî û azadiyê ne, li her çar parçeyên Kurdistanê divê rewşa xwe ji ber çavan derbas bike, bifikire ku ew dikare çi bike, divê xwe rêxistin bike û bi awayekî bi rûmet tevlî vê pêvajoyê bibe.
Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê di têkoşîna azadiya Kurdistanê de destpêkek dîrokî û girîng e. Berxwedana îro li Îmraliyê hat pêşandan, berxwedana zindanan derxist asta herî jor. Berxwedanên zindanan ji zindana Amedê heta Îmraliyê di têkoşîna azadiya Kurdistanê de çi rol lîstin?
Salvegera berxwedana 14’ê Tîrmehê nêzîk dibe. Bi vê wesîleyê ez di şexsê heval Hayrî, heval Kemal, heval Akîf û heval Alî Çîçek de hemû şehîdên zindana Amedê û şehîdên şoreşê bi minetdarî bi bîr tînim û li ber bîranînên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Em ê hewl bidin layiqî şehîdên xwe yên nemir bin.
Di dîroka me de rola berxwedana 14’ê Tîrmehê pir girîng e. Tişta ku PKK’ê dike PKK û xeta Rêber Apo zindî dihêle, ruhê berxwedanê yê Ferhat, Mazlûm û Hayriyan e. Dewleta tirk piştî darbeya 12’ê Îlonê dixwest tevgera me PKK’ê tasfiye bike. Jixwe gelek rêxistin hema bibêje tasfiye bûne. Gelek hevalên me yên pêşeng jî hatin girtin. Piraniya wan li zîndana Amedê bûn. Heger li zindana Amedê xeta Rêbertî nehata esasgirtin, berxwedan bêbandor bibûna û tasfiye bibûna, wê bandorek mezin li tevgera me bikira. Dijmin bi vê hişmendiyê hovîtiyeke wiha li zindana Amedê pêş xist. Armanca wan tinekirina tevgera me ya li Zindana Amedê bû. Lê rêber û kadroyên tevgera me yên wek Mazlûm, Ferhat, Kemal, Hayrî siberoj dîtin. Haya wan ji rol û misyona wan hebû, dizanîbûn erkên xwe çawa pêk bînin. Li ser vê bingehê tevgeriyan. Rêber Apo carinan digot ‘Ez difikirim ku niha eger Kemal Pîr bûya, wê rewşa me cuda bûya.’ Yanî cihê wan bi hêsanî nayê dagirtin. Bêguman xeta wan hate şopandin, bi hezaran qehreman li zindan û çiyayan dan ser şopa wan, li zindanan li ber xwe dan û hê jî li ber xwe bidin lê rol û mîsyona Kemal û Hayrîyan cihê bû.
Heval Mazlûm beriya ku şehîd bibe, nameyek ji Rêber Apo û Partiyê re şandibû. Dema ku me nizanîbû em ê çi bikin, pêşniyazên heval Mazlûm ji aliyê partiyê ve weke talîmat hatin qebûlkirin. Heval Mazlûm gotibû ‘Pêwîste partî di sal û nîvekê de hemû amadekariyên xwe yên li derve temam bike. Divê xwe ji şerekî nû re amade bike. Divê bi pêngaveke nû şoreşê geş bike.’ Ev pêşniyaz wek talîmat hatin qebûlkirin. Di Konferansa 1’emîn û Kongreya 2’emîn a Partiyê de biryarên bi vî rengî hatin stendin û bicihanîn. Dîsa heval Mazlûm gotibû, ‘Dijmin wê êrîşên xwe yên li zindanê zêdetir bike, em ê heta dawiyê li dijî van êrîşan li ber xwe bidin. Em ê hem li dadgehan hem jî di jiyana xwe ya li vir de nûnertiya partiyê bikin. Ne bedenî û ne jî ruhî, em ê têk neçin.’
Bêguman zindan di dîroka kurdan de her tim hebûne, lê cara yekem partiya me bi PKK’ê re li zîndana Amedê hat naskirin. Heke ruhê 14’ê Tîrmehê, ruhê Newrozê, ruhê Ferhatan li zindana Amedê nebûya, xeta berxwedanê ya ku PKK’ê ev 50 sal in pêş dixe, nedibû. Berxwedana 14’ê Tîrmehê xwedî wateyeke wiha dîrokî ye. Em ê her tim li ser şopa wan bin, em deyndarê wan in. Heval Hayrî gotibû, ‘Li ser tirba min binivîsin deyndarê gelê xwe ye.’Bi rastî em deyndarê wan in. Xeta berxwedanê ya ji aliyê wan ve hatiye afirandin li çiya, li zindanan, li her qadê tê temsîlkirin. Nêzî 50 sal in bi deh hezaran heval di zindanan re derbas bûne. Ger ruhê berxwedana zindana Amedê nebûya, bi deh hezaran mirov nedikarîn bi dehan salan wê xetê biparêzin, nedikarîn PKK’ê biparêzin. Berxwedana 14’ê Tîrmehê xwedî roleke wiha ye.
Ev berxwedan di şexsê Rêber Apo de hê jî didome. Hin hevalên me 30 salan di zindanan de man. Dijmin hê jî li ser wan zextan dike. Heval jî li ber xwe didin; dibêjin em ê 30 salên din jî li ber xwe bidin. Bingeha wê xetê bi berxwedana 14’ê Tîrmehê hate danîn. Divê em wê tenê bi zindanê jî sînordar nekin. Berxwedana 14’ê Tîrmehê bûye çanda partiyê. Ev xet li her derê li çiya, gund, bajar, li zindanan hate esasgirtin. Gelê me û PKK hê jî li ser vê xeta berxwedanê têkoşîna xwe didomînin.
Dewleta tirk di van demên dawî de ji bo xwe ji krîza siyasî û aborî rizgar bike, gavên dîplomatîk diavêje. Bi taybetî jî dixwaze ji nû ve bi dewletên ereban re têkiliyên baş deyne. Li aliyê din dadgeha Belçîkayê careke din diyar kir ku PKK ji bo Belçîkayê ne gefe û got“lîsteyên terorê yên Yekîtiya Ewropayê ne hiqûqî ne, siyasî ne.’ Hûn tevgerên dîplomatîk ên dewleta tirk û daxuyaniyên dadgeha Belçîkayê çawa dinirxînin?
Dewleta tirk her tiştê xwe li ser temamkirina qirkirina kurdan ava kiriye. Siyaset û dîplomasiya xwe li gorî wê pêş dixe. Dîsa bi vî rengî xwe nêzî Rêber Apo kir. Heta ku dev ji polîtîkayên xwe yên qirkirinê yên li ser gelê kurd bernedin, wê siyaset û dîplomasiya xwe li ser vê bingehê pêş bixin. Ji bo vê jî çi tawîz hewce be wê bidin û wê gavê paşde bavêjin. Tenê ji bo ku li dijî PKK’ê encamê bistînin, her tiştî dikin. Bi hemû dewletan re li esasê ku li hemberî PKK’ê wê sûda wan bigihêje min, wê karibin qirkirina li dijî Kurdan temam bikin an na, siyasetê dikin. Awantaja xwe bi kar tînin. Ji ber ku dewleta tirk endamê NATO’yê ye. Li cihekî jeopolîtîk û stratejîk in. Van avantajên xwe bi awayekî bêexlaqî û bêsînor li dijî YE û NATO bi kar tînin. Ji ber vê jî ligel ku wan di şerê li dijî me de çekên kîmyewî bi kar anîne jî heta niha tu kesî bertek nîşan nedaye.
Her kes dizane ku PKK rêxistineke mirovahiyê ye, nûnertiya heqîqetê dike, nûnertiya edalet, nirx û azadiya jinê dike. Çi pêwendiya wê bi terorê re heye? Berevajî vê, ji bo civaka Kurd a bi qirkirinê re rû bi rû ye, bêhnekê bistîne û bi nasnameya xwe azad bijî têdikoşe. Di dîroka mirovatiyê de ji kîngê ve navê vê têkoşînê re dibêjin teror? Lê wek min got dewleta tirk awantajên xwe bi kar tîne, cîhan jî bêdeng dimîne. Lê tevî van hemûyan jî hin dewlet û rêxistin li ser rastiyan disekinin. Em dikarin biryara Belçîkayê jî bi vî awayî binirxînin. Bi rastî jî PKK herî zêde li Belçîkayê tê naskirin. Dewleta tirk dibêje navendan PKK’ê li Brukselê ye, lê Bruksel dibêje PKK ji bo me ne gef e û ne jî teror e. PKK’ê çi xisar daye kê? Ti pirsgirêk û armanca PKK’ê ya bi vî rengî nîne. Berovajî vî tiştî zilm li PKK’ê, Rêbertiyê, gelê kurd, çiya, gund û bajarên Kurdistanê tê kirin. PKK li dijî vê zilmê têdikoşe.
Di vî warî de biryara Belçîkayê girîng e, divê di vê biryarê de israr bike û dev ji biryara xwe bernedin. Berê jî biryarên bi vî rengî dane. Divê Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropayê, vê biryarê watedar bibîne, li gorî wê tevbigere û berpirsyariyên xwe yên hiqûqî bi cih bîne. Divê li hemberî derew û zextên dewleta tirk stûyê xwe xwar nekin. Divê xwedî li nirxên demokrasiyê derkevin. Divê gelê me tu carî vê têkoşînê sist neke. Sûcên ku dewleta tirk ji dîrokê heta niha li dijî gelê me û gerîla kiriye, divê ji her kesî re bê gotin. Divê Ewropa jî vê rastiyê bibîne. Divê li dijî êrîşên qirkirinê yên ku dewleta tirk li ser gelê kurd dikin, qanûnên xwe pêk bînin. Divê li hemberî dewleta tirk xwedî helwest bin.
Dewleta tirk dîplomasiya xwe bi vî rengî dimeşîne. Demekê têkiliya xwe bi Misirê re qut kirin, niha konsolosxane û balyozxaneyên xwe vekirin. Pirsgirêkên wan bi hemû dewletên ereban re hebûn, niha dîsa hewl didin têkiliyên baş deynin. Ger sibe bi Sûriyê re li hev bikin bila kes şaş nebe. Armanca wan tenê tasfiyekirina PKK’ê û gelê kurd e.