Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Olan: Mekanîzmaya rexne û rexnedayînê wê bikeve dewrê

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Huseyîn Olan diyar kir ku rewşa heyî bi civînên li ser esasê herêmî bi gel re tê parvekirin û got ku ji bo careke din xeletiyan nekin wê mekanîzmayên rexne û rexnedayînê bixînin dewrê.

Partiya Çepên Kesk li Kurdistanê mal bi mal, kolan bi kolan, gund bi gund civînan lidar dixe. Li gelek bajarên Kurdistanê bi taybetî li Colemêrg, Bedlîs, Agirî û Îdirê civîn tên lidarxistin û nêrîn û pêşniyarên gel tên girtin.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Bedlîsê Huseyîn Olan têkildarî xebat û civînên li Kurdistanê tên kirin ji ANF’ê re axivî.

Olan diyar kir ku di hilbijartinên giştî yên dawî de tabloya ku derketî, ji bo partiya wan ne encamekî serkeftî bû û got: “Em van encaman weke binketinekê nabînin, lê eşkere ye ku em negihiştin armanca xwe. Lewma li hemberî tabloya heyî, divê nirxandinek bihata kirin. Ji ber vê yekê, pêwîst bû ku ji jor ve dest bi tedbîrek berbiçav were kirin. Civînên ku li ser bingehê herêmî hatin lidarxistin, ji bo ku rewşa heyî bi gelê xwe re parve bikin û xeletî û kêmasiyên me yên ku nehiştin em bi ser bikevin û negihîştina encamên ku em dixwazin bi dest bixin, bên tesbîtkirin û careke din heman xeletiyan nekin, mekanîzmayên rexne û rexnedayînê ket dewrê.”

Olan anî ziman ku gel bi nêzîkatiyek samîmî û fedakar xwedî li partiyê derdikeve û ev tişt got: “Gel vê yekê baş dizane; partî partiya wan e. Nêzîkatiyek gel ti carî ji bo şexsî nebû, têkîliya heyî ne ji ber berjewendiyan e. Lewma gel di warê xwedî derketina li têkoşînê û partiyê de, her tim gavekî li pêş rêveberan e.

Bawerim ev encamên hilbijartinê bû sedem ku em xwe carekî din bibînin. Lewma bû sedem ku em vegerin cewher, kok û nirxên xwe. Ji ber ku ev tişt di gelê me, çand, nasname û erdnîgariya me de hene, xebat wê weke berê kolan bi kolan, mal bi mal û yek bi yek bidomin. Bendewariya gel ji partiyê ew e ku xwedî li wan derkeve. Dixwazin rêveberên partiyê girîngiyê bidin wan, bi taybetî di dema hilbijartinan de bi wan re bişêwirin û girîngiyê bidin pêşniyarên wan.

Eger xebatên ku di vî demî de tên kirin, li ser bingehê rast were destgirtin û xebatên pratîkî bên nîşakirin, ez bawer dikim ku wê di aliyê erênî de bandorê li encamên hilbijartina herêmî ya di pêşiya me de bike. Bes bila nêzîkatiyek samîmî hebe, girîngî bê dayîna daxwaz û pêşniyarên gel. Hestê bê hêvîtî, bê çaretî û bê baweriyê hîsekî gelek xirab e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar