Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Oldarên Başûr piştgirî dan çalakiya li dijî dagirkeriyê

Şandeyeke ji pêkhateyên olî yên ji başûrê Kurdistanê, li Binarê Qendîlê çû serdana ciwanên ku li dijî dagirkeriya dewleta tirk dest bi çalakiya Mertalên Zindî kirin. Di serdanê de şandeyê got ku ew bi hatine vir re piştgiriyê didin ciwanan

Ji bo şermezarkirina êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistanê, komeke ji ciwanên başûrê Kurdistanê çend roj berê li Binarê Qendîlê dest bi çalakiya Mertalên Zindî kiribû. Ji bo piştgiriya bi ciwanên çalakvan re, komeke ji pêkhateyên olî yên başûrê Kurdistanê çû serdana ciwanan. Di serdanê de nûnerên olan da zanîn ku ew piştgiriyê didin çalakiya ciwanan.

Şandeya ku ji pêkhateyên olî yên başûrê Kurdistanê ku di nav de nûnerên mamostayên olî, Pîrê Zerdeştiyan, nûnerê Kakeyiyan, êzidî û terîqata Neqşebendî hebûn, îro saet di 16.00’an de ciwanên li Binarê Qendîlê dest bi çalakiya Mertalên Zindî kirin, ziyaret kirin. Di serdanê de li ser navê şandeyê oldar Nadir Elî axivî û wiha got: “Dewleta tirk li bakurê Kurdistanê û Tirkiye zilm û zordestiyê li ser hemû kurdên azadîxwaz dike. Vê bes nabîne ku niha jî hewl dide başûrê Kurdistanê dagir bike û destkeftiyên kurdan ên li vir tune bikin.”

Bang li hikûmet herêma Kurdistanê kir

Di berdewamê de jî Elî bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), hikûmeta Iraq û herêma Kurdistanê kir ku li dijî vê dagirkeriya bêdeng nemînin. Elî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin ku hûn êdî bikevin nava hewldanan ku êdî dewleta tirk li gorî keyfa xwe Kurdistanê bombebaran neke û welatiyan qetil neke. Em piştgiriyê didin ciwanên xwe. Em ji bo ku xaka xwe, ava xwe û kerameta xwe bi parêzîn hatin vir. Em daxwaz ji tevahiya alema îslamê û gelên azadîxwaz dikin ku li dijî van êrîş û dagirkeriyên dewleta tirk xwedî helwest bin û pêşî lê bigirin.”

Ciwanan jî xêrhatina şandeyê kir û gotin ku divê baş bê zanîn ku Qendîl û Biradost her tim ji kurdan re bûye mertal û ew jî hatine ku dê vê mertalê bihêztir bikin. QENDÎL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar