Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Oldarên başûrê Kurdistanê li dijî dagirkerî û sîxuriyê bang kir

Melayên başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta tirk û karên sîxuriyê yên li başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar dan. Melayan got ku li gorî Qur’anê karê sîxuriyê herame û wiha bang kir: “Daxwaz ji aliyên peywendîdar ên niştimanî, malbat û ji her kesî dikin ku nekevin gavên şaş.”

Bertekên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibin. Di vê çarçoveyê de gelek derdorên cuda yên başûrê Kurdistanê bi rêbazên cuda bertekên xwe nîşan didin. Piştî helwestên kesayetên siyasetmedar, rewşenbîr û welatiyên başûrê Kurdistanê vêcarê jî 20 oldarên ayînî yên ji deverên cuda bi daxuyaniyekê neraziya xwe ya li dijî dagirkerî û karê sîxuriyê nîşan dan.

Di daxuyaniyê de melayan bertek nîşanî dagirkerî û karên sîxuriyê dan û gotin ku sîxurî heram e. Di daxuyaniya hevpar a melayên başûrê Kurdistanê de ev tişt hatin destnîşankirin: “Ji ber sedema ku di van deman de diyardeya sîxuriyê ya ji bo biyaniyan li herêmê zêde bûye û ceza û hesabpirsîna ji bo vê diyardeya metirsîdar nehatiye dîtin, lewma em weke hejmareke mamostayên olî, li Ofîsa Standart ji bo nîqaşkirina vê mijarê civiyan. ‘Li gorî deqa Qur’ana Pîroz sîxurî karekî heram e.’ Lewma nêrîna hevbeş a zanayên olî li sere, serşoriye ji bo dinyayê. Pêwîste welatê xwe xweş bivên.

Bang li her kesî kirin

Daxwaz ji aliyên peywendîdar ên niştimanî dikin ku bi dengekî bilind û zelal agahdar bin. Daxwazê dikin ku tu kes nekevin van gavên şaş. Her yek ji xizim, dayik û bav derdora xwe ji têkildarî vê rewşê agadar bikin û vê erka giştî pêk bînin. Daxwazê ji meleyan jî dikin ku di rojên Înan de li ser van mijaran waezan bidin.”

Navê melayên vê daxuyaniyê weşandine wiha ye;

1-      Mela Reşîdsigrî

2-      Mela Şivan Dihok

3-      Mela Emîn dihok

4-      Mela Emîn Oremarî

5-      Mela Hisên Elî Ranya

6-      Umer Xidircîceyî Hewlêr

7-      Elî Dukurtkanî Hewlêr

8-      Mela Şukrî Mentik Hewlêr

9-      Mela Nebî Dole Reqe

10-     Mela Ebdulrehman Dole Reqe

11-     Mela Ebdula Siwêrele

12-     Mela Ebubekir Kanî Tuyî

13-     Mela Ebubekir Loterî

14-     Mela Seîd Piştaşanî

15-     Mela Umer Şaristanî

16-     Mela Bextiyar Berzencî

17-     Mela Şiwan Celkî

18-     Mela Mihemed Şiwanî Kerkûk

19-     Mela Elî Germiyan

20-     Mela Ehmed Ruxaneyî Kerkûk.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar