Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Olê dikin amûrê siyasetê’

Nivîskar û Lêkolîner Şukru Arslan di Kongreya Îslama Demokratîk de axivî û got: "Serokatiya Karên Diyanetê tenê xizmeta tirk û mezhebê henêfiyan dike."  

Li Amedê di pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Alimên Amedê de li Yekîtiya Odeyên Esnaf û Sinetkaran “Konferansa Îslama Demokratîk” pêk hat. Konferansê piştî nîvro bi mijara “Li dijî siyaseta kurd a demokratîk, qerta ol a dewletê” berdewam kir. Di vê rûniştina konferansê de Akademîsyen Fadil Bedîrhanoglu axivî û got: “Ji bo civakan dewlet, leşker û polîs ne pêwist e. Eger civak di aliyê sincî de bê rêvebirin pêwistî ji polîs, leşker û dewletê re namîne.”

Bedîrhanoglu, anî ziman ku îqtîdar ol ji bo xwe dike amûr û wiha axivî: “Piştî ol ji bo xwe dikin amûr, fesadi, zilm û zordarî pêş dikeve. Ji ber vê yekê ol ji rastiya Îslamê dûr dikeve. Dewlet ji bo berjewendiyên xwe her tiştî rewa dibîne. Dema olê îslamê ji cewherê xwe dûr dikeve jahrînî dike û dikuje. Partiyan bi bandora nijadperestiyê digirin. Di her bûyerê de ol dikin amûra siyasetê. Bi taybetî di 15 salên dawî de bêtir ol kirine amûra siyasetê.”

Lêkolîner û Nivîskar Şukru Aslan jî bi sernavê “Îslama Demokratik” mijarek pêşkêş kir û wiha got: “Lêçûna Wezareta Dadê pir zêde ye. Lêçûna Serokatiya Karên Dîyanetê ji lêçûna 5 wezaretan zêdetir e. Serokatiya Karên Diyanetê tenê xizmeta tirkan û mezhebê Hênêfiyan dike.”

Konferans bi pirs û bersîvan bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar