Parlamenterê HDP’ê Sarûhan Olûç bû Serokwekîlê Koma HDP’ê ya meslisê
Ji ber ku serokwekîlê koma wê Ayhan Bîlgen di Hilbihjartinên Herêmî yên 31’ê Adarê de wek Hevşaredarê Qersê hat hilbijartin, HDP’ê parlamenterê xwe yê Stenbolê Sarûhan Olûç kir serokwekîlî koma xwe ya meclisê. Dê Olûç serokwekîltiya koma partiya xwe bi Fatma Kurtulan re bi rê ve bibe.,
Her wiha berdevkê partiyê yê bê şûna Olûç jî dê roja duşema di civîna Lîjneya Rêveberiya Navendî de bê diyarkirin. ENQERE