Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Oluç: Endamtiya Tirkiyeyê ya YE’yê girêdayî çareserkirina pirsgirêka kurd e

Serokwekîlê Koma Partiya Çepên Kesk Sarûhan Oluç diyar kir ku endamtiya Tirkiyeyê ya YE’yê girêdayî çareserkirina pirsgirêka kurd e. 

Serokwekîlê Koma Partiya Çepên Kesk Sarûhan Oluç têkildarî rojevên heyî li meclisê daxuyanî da. Oluç, têkildarî polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê axivî.
Oluç, gotina Erdogan a “Ûkrayna endamtiya NATO’yê heq dike” bi bîr xist û wiha got: “Ev mijareke gelek cidî ye ku ne tenê Rûsya û Ûkraynayê, her wiha gelên Tirkiye û Ewropayê jî eleqedar dike. heta niha tu endamên NATO’yê bi êrênî nêzî vê fikrê nebûne. Baş e lê çima Erdogan ev mijar dîsa xist rojevê? Heke Ûkrayna bibe endama NATO’yê, ev tê wateya şerê NATO û Rûsyayê. Jixwe di Lûtkeya Vilniusê de wiha hat gotin; ‘Ûkrayna dikare bibe endama NATO’yê lê ev nayê wê wateyê ku niha bibe endam.’ Jixwe Zelenskî jî bertek nîşan da. Erdogan bi berpirsyartî tevnegeriyaye. Heke Ûkrayna bibe endam, ev tê wateya şerê Rûsya û NATO’yê anku Şerê Sêyemîn ê Cîhanê.”
NATO û YE
Îktîdar dibêje, ‘endamtiya YE’yê ji NATO’yê re derbas dibe.’ Tirkiye bi sala ye endama NATO’yê ye lê çima nekarî bibe endama YE’yê? Ma niha hate bîra we. Ev mijar jî Erdogan derxist. Mirov nizane dê vê rewşê çawa binirxîne. Gotinên xwe binpê dikin û ji bo vê weke serkeftinê nîşan bidin jî çîrokên wiha diafirînin. Gelo bi rastî jî hûn endamtiya Yekitiya Ewropayê (YE) dixwazin? Em jî dixwazin lê ji bo vê divê hûn bi Krîterên Kopenhagê bikin. Lê we li şûna wan krîterên Enqereyê ragihandin. Erdogan di sala 2017’an de li vê meclisê got ‘tu bendewariya me ji endamtiya YE’yê nîne.’ Li şûna Krîterên Kopenhagê we qeyûm tayîn kirin. bi biryarên DMME’yê nekirin û girtîgeh bi girtiyên siyasî tije kirin. We rojnameger xistin hefsê, televîzyon bi cezayan fetisandin, weşanger girtin, êrişî Dayikên Şemiyê kir, doza girtina HDP’ê vekirin û rê li ber siyaseta demkratîk a kurd girtin.
Pirsgirêka kurd
Heke hûn bixwazin gavan biavêjin, pêşniyarên me hene. Werin Wezareta YE’yê dîsa karîger bikin, muzakereyan bi rêk û pêk bimeşînin, gavan biavêjin û reformên cidî bikin. Heke hûn di van mijaran de gavan biavêjin em ê piştgiriyê bidin we. Divê hûn di çarçoveya Krîterên Kopenhagê de gavan biavêjin. Anku divê hûn demokratîk bibin, li gorî hiqûqê tevbigerin, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd serî li rêbazên demokratîk û aştiyane bidin. Divê hûn li gorî rêgezên hiqûqa gerdûnî gavan biavêjin. Rêya endamtiya YE’yê girêdayî çareserkirina pirsgirêka kurd e.”
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar