PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Olûç: HDP bazariyên erzan nake

Serokwekîlê Komê yê HDP’ê Sarûhan Olûç diyar kir ku li hemberî tecrîdê serfirazî hatiye bidestxistin û wiha got: “Rêzdar Ocalan diyar kir ku pêvajoya muzakereyê tune. HDP jî bazariyên erzan nake.”

Serokwekîlê Komê yê HDP’ê Sarûhan Olûç li meclîsê derbarê rojevê, civîna çapemeniyê li dar xist. Olûç derbarê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo grevên birçîbûnê de axivî û testnîşan kir ku daxwazên hiqûqî yên çalakgerên greva birçîbûnê pêk hat. Olûç di berdewamî wiha got: “Mehek berê rojiyên mirinê hatibûn destpêkirin, baş e bêyî ku xisarên zêde pêk were, daxwazên hiqûqî yên çalakgerên greva birçîbûnê pêk hat. Em kêfxweş in ku daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê pêk hatine. Duh dest bi tedawiya çalakgeran hate kirin. Girtiyên di çalakiyê de bûn, sewqî nexweşxaneyan tê kirin. Bendewariya me ew e ku roj berî rojekê tendirustiya wan baş bibe.”

Îşkenceya li Xelfetiyê

Olûç derbarê kesên ku li Xelfetiyê îşkence li wan hatiye kirin jî wiha got: “Li Xelfetiyê îşkenceyeke giran hatiye kirin. Ev sûcekî giran yê mirovayetiyê ye. Kesên ku ev sûc kirin divê ji peywirê werin stendin. Me di Desteya Giştî de bangî dozgeran kir lê heta niha derbarê kesên ku fermana vî tiştî dane, tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin.”

Olûç di axaftina xwe de qala gotinên Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû jî kir û ev tişt anî ziman: “Rêzdar Kiliçdaroglû gotiye ku divê ji bo hînbûn û perwerdehiya bi kurdî li parlementoyê were nîqaşkirin. Li gorî me ev bang girîng e. Cihê çareseriyê meclis e. Ne bi tenê ji bo zimanê zikmakî, divê dozên nasname û çandê jî li meclîsê werin çareserkirin. Em hêvîdar in bi tevlibûna partiyên mûxalefet û desthilatdariyê ev mesele dê werin çareserkirin.”

‘Eleqeya xwe bi pêvajoya çareseriyê tune’

Olûç piştî daxuyaniyê pirsên rojnamegeran bersivand. Olûç derbarê têkiliya bidawîkirina grevên birçîbûnê û hilbijartina li Stenbolê ev tişt anî ziman: “Hefteyek e ev pirs ji me tê kirin. Em dikarin bibêjin ku tu eleqeya vî tiştî bi pêvajoya çareseriyê û rewşeke wekî wê tune. HDP bazariyên erzan nake û tu tişt ji jiyana çalakgeran ne girîngir e. Ji bo me tişta girîng ev e ku bêyî ku xisarek bigihêje tendirustiya çalakgeran, hat bidawîkirin. Baş e ku di vî warî de gav hate avêtin. Gaveke girîng e ku hiqûq ji bo her kesî were pêkanîn. Mûxataban jî ev gotin. Jixwe rêzdar Ocalan jî bi rêya parêzerên xwe diyar kiribû ku ev ne pêvajoya muzakereyê ye.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar