PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Oluç: Herêm dikele û dê encamên gava DYA’yê giran bin

Serokwekîlê Koma HDP’ê Saruhan Oluç destnîşan kir ku Tirkiye bi destê çeteyan li derve şer dike û ji bo kuştina Qasim Silêmanî jî ev nirxandin kir: “DYA’yê raste rast li dijî Îranê şer ragihand. Herêm dikele. Dê encamên vê gavê giran bin.”

Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç li navenda giştî ya partiyê der barê rojevê civîneke çapemeniyê pêk anî.

Di serî de Oluç bal kişand ser pejirandina tezkereya Lîbyayê ya bi dengên AKP û MHP’ê û wiha got: “Gaveke ji bo şer e. Li hundir û derve, temamiya mûxalefetê helwest nîşan da. Hemû partiyên mûxalefetê yên li meclisê dengê ‘na’ bi kar anîn. Mûxalefeta civakî ya li derveyî meclisê jî bi biryar e û helwesta rêxistinên civakî ‘na’ ye. Ev tablo jî nîşan dide ku tezkereya Lîbyayê tezkereyeke din a şer a desthilatdariya AKP-MHP’ê ye.”

‘Tirkiye bi leşkerên bi pere û çeteyan şer dike’

Oluç bi domdarî jî ev tişt anî ziman: “Gelo dê artêşên ku di berdêla pereyan de şer dikin, dê lejyoner, dê çete biçin? Tirkiye êdî ji aliyê feraseteke desthilatdariyê ve tê birêvebirin ku xwedî leşkerên bi pereyan şer dikin û çeteyan e. Beriya niha ji Lîbyayê çete ber bi Sûriyeyê ve dihatin şandin, niha berevajî wê tê kirin. Em dizanin ku ev yek dê di nava polîtîkaya hundir de rê li ber pirsgirêkên cidî veke. Em dixwazin vê yekê destnîşan bikin. Ev yek gaveke gelekî bi rîsk e.”

‘DYA’yê li dijî Îranê şer ragihand’

Têkildarî kuştina fermandarê Hêzên Qudsê jî Oluç ev nirxandin kir: “Dê encamên vê yekê giran be. Herêm dikele. Gotin û nêzîkatiya em amadekarên lîstikê ne şaş e. Ev desthilatdarî di pozîsyona piyonê vê lîstikê de ye. Pêşniyara me çi ye? Dîplomasî û muzakere bên xurtkirin, li şûna leşkerî Tirkiye ji bo gavên çareseriya siyasî bêhtir bi însiyatîfê rabe. DYA bi vê gavê re li dijî Îranê şer ragihandiye û ev yek gaveke gelekî metirsîdar e.”

Herî dawî jî Oluç ev tişt destnîşan kir: “Gavên aboriyê yên desthilatdariyê ne ew gav in ku jiyanê hêsan bike û enflasyonê û bêkariyê kêm bike. Desthilatdarî ji bo ev rewş neyê nîqaşkirin tezkereya Lîbyayê û nîqaşên der barê rojhilatê Derya Spî xiste rojevê.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar