Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Olûç: Tayînkirina qeyûman pêvajoyek bi plankirî ye

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç diyar kir ku tayînkirina qeyûman pêvajoyek bi plankirî ye û got ku dê li her qadê li dijî qeyûman têkoşîna xwe ya demokratîk dewam bikin

Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç li meclisê têkildarî rojevên heyî nirxandin kirin.

Olûç destpêkê derbarê qeyûmên ku tayînê şaredariyên HDP’ê hatin kirin de axivî û diyar kir ku bi fermana Wezîrê Karê Hûndir bi giştî qeyûm tayînê 24 şaredariyên wan hatin kirin û hevşaredarên wan ji peywirê hatin dûrxistin û da zanîn ku heya roja îro 36 hevşaredar hatin binçavkirin û 14 jê hatin girtin.

Olûç anî ziman ku tayînkirina qeyûman pêvajoyek bi plankiriye û wiha got: “Gav bi gav vê plana xwe pêk tînin. A rast dixwazin rejîmeke tayînkirinê ava bikevin û ev gavên wê yên destpêkê ne. Ji ber vê tayînkirina qeyûman ne tenê pirsgirêka HDP’iyan, hilbijêrên HDP’iyan û me ye. Ev, vîna gel tune hesibandine û binpêkirin e. Ev xespkirina mafê hilbijêranê ye. Me 65 şaredarî qezenc kirin, lê 24 şaredariyên me desteser kirin.”

‘Divê hesab bidin’

Di axaftina xwe de Olûç bal kişand ser sedemên plana tayînkirina qeyûman û wiha domand: “Mufetîşên Wezareta Karê Hûndir çûn Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û raporek amade kirin. Di meha îlonê de ev rapor amade kirin û derket holê ku ji 400 rûpelan pêk tê. Em behsa fatûreyên ji bo Recep Tayyîp Erdogan, Fîkrî Işik, Suleyman Soylû, Mehmet Ozhasekî, Abdurrahîm Boynûkalin û Firat Sîlver hatine birin dikin. Em behsa fatûreyên ji Firat Sîlver hatine girtin dikin. Lê rewşeke kambaxtir di vê raporê de heye. Di vê raporê de tê gotin ku divê modela Mêrdînê li qeymeqamtiyekê bê avakirin. Modela Mêrdînê jî wiha pênase dike. Divê rêveberiya herêmî di destê walîtiya nûneritiya hikûmeta navendî dike de be. Lazim e ev pergal bê avakirin. Ango rapor dibêje ku bila meclisa şaredariyê bi hilbijarinê bê avakirin, lê serokê şaredariyê bila serokkomar tayîn bike. Bi taybetî jî ev ji bo bajarên me yên ku ewlekariya mîllî dikeve xeteriyê pergalek girîng e.”

‘Dijminatiya li dijî kurdan dewam dikin’

Olûç destnîşan kir ku dijminantiya kurdan dewam dikin û wiha pêde çû: “Ev hikûmet, hiqûqeke dijminantiyê bi rêve dibe. Ne tenê mafê hilbijartinê binpê dikin, di heman demê de nelirêtî dikin û pêşiya darizandinê digirin. Bi vê sûcek mezin dikin.”

Olûç da zanîn ku weke ku tê zanîn mafê butçeye gerdûnî ye û li hemû parlamentoya cîhanê mafê herî girîng e û wiha got: “Gel dixwaze ku bacayên didin bi kuve diçe û ji bo çi tê xerçkirin. Gel di vî warî de xwedî mafê rexnekirinê ye. Lê ev du sal in di bin navê pergala Hikûmeta Serokkomariyê de, mafê bacayê tê xespkirin. Ji bo di meclisê de jî li gorî tê xwestin meseleya butçeyê nayê nîqaşkirin. Em niha bi xeteriyek mezin re rû bi rû ne.”

Rapora tayînkirina qeyûman

Herî dawî Olûç bersiv da pirsên rojnamegeran û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Roja çarşemê li Enqereyê civîneke me heye. Em ê rapora derbarê tayînkirina qeyûman de aşkera bikin. Di heman demê de em ê deklarasyonekê jî biweşînin. Hevserokên me yên giştî wê vê deklarasyonê aşkera bikin. Em ê li her qadê li dijî tayînkirina qeyûman têkoşîna xwe ya demokratîk dewam bikin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar