Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...
Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Omer Ocalan: Dema azadbûna Abdullah Ocalan hatiye

Parlamenterê HEDEP’ê Omer Ocalan destnîşan kir ku di nava gelên cîhanê de her ku diçe zêdetir xwedî li paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, tê derketin û got: “Êdî dema azadbûna Abdullah Ocalan hatiye.”

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de, ev 25 sal in di bin tecrîdeke girangkirî de tê ragirtin û ev 33 meh in jî tu agahî jê nayên girtin. Her ku diçe çalakiyên li her çar aliyê cîhanê bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan were pêkanîn û pirsgirêka kurd bi awayeke demokratîk were çareserkirin, çalakiyên cur bi cur tên li dar xistin û kampanya tên meşandin bi mezinbûnê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, rêxistinên jinan û kesên di qada navneteweyî de tên naskirin ên di nava “Înîsiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî” cih digirin di 10’ê kanûnê 2021’an de Roja Mafê Mirovan a Cîhanê di heman demê de weke “Roja ji Abdullah Ocalan re Azadî” îlan kirin. Gelê kurd û dostên kurdan di serî de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek bajarên Ewropayê daketin kolanan û daxwazên xwe yên “Ji Abdullah Ocalan re azadî” qêrandin.

Bi armanca kampanyayên nanveteweyî werin mezinkirin di 10’ê cotmehê de kampanyayek nû ya bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re aştî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hat destpêkirin. Destpêka kampanyayê ji hêla dostên gelê kurd, di 74 navendên cuda bi daxuyanî û meşan hat destpêkirin. Grevên birçîbûnê yên di girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, heman çarçoveya kampanyayê de hatine destpêkirin jî di roja 13’emîn de berdewam dikin.

Îsal di 10’ê Kanûnê Roja ji Abdullah Ocalan re Aştî ya Cîhanê de, di 160 navendan de dê bi navê “Roja Pirtûkên Ocalan a Kurewî”, rojên xwendinê bên lidarxistin. Biraziyê Rêberê PKK’ê û parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Rihayê Omer Ocalan, der barê kampanyayên ji “Abdullah Ocalan re Azadî” axivî.

Rêya 3’yemîn

Ocalan destnîşan kir ku paradîgmaya Rêberê PKK’ê Ocalan li her çar aliyê cîhanê hatiye asteke cuda û da zanîn ku sedema vê yekê jî paradîgmaya Abdullah Ocalan a azadiya jinan e. Ocalan bi bîr xist ku di cîhanê de gelek rewşenbîr, kedkar û kes ji bo azadiya Ocalan ked didin û got: “Meş, konferans, kampanyayên îmzeyan tên lidarxistin. Paradîgmaya Abdullah Ocalan, nirxên neteweyî jî di nava xwe de dihewîne lê ev netew bêhtir neteweya gerdûnî ye. Li her dereke cîhanê, her kesek dikare xwe di paradîgmaya Ocalan de bibîne. Beyî cihêkarî paradîgma ji bo her ziman, ol û rengan e. Abdullah Ocalan di cîhanê de rêya 3’yemîn temsîl dike. Di cîhanê de du hêzên hegemonîk hene; berê yek ji van Rûsya bû û niha şûna wê Çîn derdikeve pêş. Ya din jî di serkêşiya Amerikayê û Ewropa ya hêzên nûnertiya mêtingeriyê dikin.  Abdullah Ocalan li dijî van rêya 3’yemîn temsîl dike. Navê vê jî Modernîteya Demokratîk e. Ji ber vê yekê di cîhanê de bi mîlyonan kes fikrên Abdullah Ocalan xwedî derdikevin. Helbet Abdullah Ocalan li navçeya Xelfetî ya Rihayê, hatiye dinê lê belê bandora wî belavî her dereke cîhanê bûye. Zanist, rewşenbîr ji fikrên Ocalan bi bandor dibin.”

Ocalan da zanîn ku netewdewlet krîz û kaosan ava dike û da zanîn ku pergala mêtinger pirsgirêkên mirovan çareser nakin. Ocalan anî ziman ku mêtingerî mirovan ji xwezaya xwe dûr dixe û wiha axivî: “Paradîgmaya Abdullah Ocalan nirxên wek exlaqî û polîtîk ên di xwezaya mirovan de hene, derdixe holê. Nepêkan e ku tu kes vê paradîgmayê red bike. Îlankirina 10’ê Kanûnê Roja ji Abdullah Ocalan re Azadî ne tesaduf e. Nasnameyeke gerdûnî ya Abdullah Ocalan heye, feylesofekî enternasyonal e. 10’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê ye. Roja îlankirina Danezana Mafê Miroavan a Gerdûnî ye. Ev danezan ji bo tevahiya gelên cihanê hatiye qebûlkirin. Ji bo mezinkirina têkoşîna azadiya Abdullah Ocalan ya vê rojê ji bo me girîng e.”

 ‘Daxwaz meşrû ne’

Omer Ocalan destnîşan kir ku di 10’ê cotmehê de kampanyaya ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî hat destpêkirin û axaftina xwe wiha domand: “Berî vê kampanyayê gelek kampanya hatin destpêkirin. Ev kampanya li aliyekî enternasyonal, li aliyê din neteweyî ye. Kurd çi dixwazin? Kurdên bi hezaran sal in li ser vê axê dijîn, nikarin bi ziman, nav û statuyên xwe ve bijîn. Kurd di bin qirkirinekê de ne. Gelek caran ji qirkirinên fîzîkî derbas bûne. Di 45 salên dawî de şerek heye. Hezaran mirov canê xwe dan. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ev têkoşîn tê dayîn. Neteweyek heye bêziman hatiye hiştin. Armanca kampanyayê bi awayeke demokratîk pirsgirêka kurd çareserkirin e, tevî şikandina tecrîdê azadkirina Abdullah Ocalan û tevlikirina pêvajoya çareseriyê ye. Ev daxwaz daxwazeke meşrû ye. Di vê çarçoveyê de li gelek navendan meş, kampanyayên îmzeyan û çalakiyên rûnîştinê tên lidarxistin, ev bi nirx in. Xwestina azadiya Abdullah Ocalan bi nirx e.”

‘Muxatab Ocalan e’

Ocalan balê kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên di 27’ê mijdarê de ji hêla girtiyê siyasî yên li Girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê de tên ragirtin, hatiye destpêkirin û wiha pê de çû: “Girtî bi qasî ku ji wan tê dixwazin ji pêvajoyê re bibin bersiv. Bi vê çalakiya xwe ve hem peyamê didin me hem jî didin dewletê. Heke em yên li derve, li gorî berpirsyariyên xwe tevgeriyabana dê ev bar neketiba ser milên wan. Divê her kesek li gorî berpirsyariya xwe tevbigere, ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd çi ji destê wî tê, bike. Heke em vî barî parve bikin dê çareserî zû pêk were. Ev çareserî jî azadiya Ocalan e. Mafê tu kesê nîn e ku bibêje ‘Ev yek min eleqedar nake”. Heke ev pirsgirêk were çareserkirin, dê bandorê li her kesê bike. Ji bo çareseriya vê mijarê jî muxatab Abdullah Ocalan e. Ji bo ku birêz Ocalan bi rola xwe rabe, divê pêşî tecrîd were rakirin, piştre jî divê azad be.”

Ocalan anî ziman ku dê sibê li 160 navendan, pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan werin xwendin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li cîhanê têkoşîna azadkirina Ocalan her diçe mezin dibe. Divê kurd pêşengtiya vê têkoşînê bikin. Ne tenê li Kurdistanê, divê em li her derekê paradîgmaya Ocalan bi dengekî bilind biparêzin. Gelên cîhanê paradîgmayê nîqaş dikin, ne hewce ye em jî xwe krîmînalîze bikin. Divê em bêhtir paradîgmayê nîqaş bikin. Di sedsala nû de paradîgmaya Abdullah Ocalan ji bo me şansek e. Ji Abdullah Ocalan bêhtir kes nabe vakarê aştiyeke birûmet. Êdî dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar