Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan cara ewil di 24’ê nîsana 2020’î de bi rêya telefonê hevdîtin bi malbata xwe re kir. Abdullah Ocalan hevdîtina duduyan a bi rêya telefonê jî di 25’ê adara 2021’ê de kir. Ji wê rojê heta niha xeber ji Ocalan nayê girtin.
Hevdîtina duduyan a bi rêya telefonê piştî 4-5 deqeyan di nîvî de hatibû qutkirin. Ocalan gotibû: “Eger hevdîtin çêbibe, divê di çarçoveyeke hiqûqî de çêbibe. Ya ku hûn dikin şaş e. Dewlet jî şaşiyê dike. Ev ne hiqûqî ne jî rast e. Ev nayê qebûlkirin. Her wiha ev pir talûke ye jî. Ez dixwazim parêzer bên vir hevdîtinê bi min re bikin. Ev tiştekî hiqûqî ye.” Di ser vê hevdîtinê re 21 meh derbas bûn, lê ne parêzer ne jî malbat tu xeberê ji Ocalan nagirin.
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan ku ji bo hevdîtinê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bike serî li Wezareta Dadê da, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
Omer Ocalan di destpêka axaftina xwe de bibîr xist ku 24 sal in tecrîda li ser Abdullah Ocalan didome û 21 meh in jî tu xeberê jê nagirin. Omer Ocalan ragihand ku herî dawî di 25’ê adara 2021’ê de Mehmet Ocalan li Edliyeya Rihayê bi telefonê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re kiriye û ev tişt anî ziman: “Di wê hevdîtinê de Abdullah Ocalan got, bila parêzerên wî bên Îmraliyê, li vir bêhiqûqîtî heye, bila parêzer bên hevdîtinê bikin.”
Omer Ocalan da zanîn ku hevdîtina rû bi rû ya herî dawî jî di 3’yê adara 2020’î de hatiye kirin û got ku nêzî 3 sal in hevdîtina rû bi rû nehatiye kirin.
‘Fikarên me zêde dibin’
Parlementerê HDP’î Omer Ocalan diyar kir ku hevdîtina dawî ya parêzeran jî di sala 2019’an de hatiye kirin û ji wê çaxê heta niha destûr nayê dayîn ku parêzer hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin. Omer Ocalan serdana Komîteya Pêşîgirtina Li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ku di îlona 2022’yan de çûye Îmraliyê bibîr anî û got lê CPT têkildarî hevdîtinê daxuyaniyeke zelal nedaye û piştî vê yekê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyandiye ku “Ew wisa difikirin ku Abdullah Ocalan hevdîtina bi CPT’yê re qebûl nekiriye” û got ku piştî vê fikar zêde bûne.
Ocalan wiha axivî: “Lewma em nizanin bê rewşa li Îmraliyê çi ye. Em nizanin bê tenduristiya Ocalan çawa ye. Ji ber ku hevdîtin nayê kirin fikarên me hene. 22 meh in bi telefonê jî hevdîtin nehatiye kirin. Li Îmraliyê konsepteke cuda û giran tê pêkanîn.”
Têkiliya şer û tecrîd
Omer Ocalan bilêv kir ku di qanûnên Tirkiyeyê de jî hatiye diyarkirin ku li her girtîgehê parêzer dikarin hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin û ji bo vê ev tişt gotin: “Ev konsepta şer, çawa li başûrê Kurdistanê û Rojavayê zêde dibin û çawa li Tirkiyeyê operasyonên qirkirina siyasî tên kirin, li Îmraliyê jî wisa tecrîd tê girankirin.”
Omer Ocalan diyar kir ku bi girankirina tecrîdê re şer gur bûye û gurbûna şer jî bandoreke neyînî li siyasetê dike û got ku ev jî veguheriye konsepteke AKP-MHP’ê. Ocalan destnîşan kir ku armanca vê konseptê jî di sala sed a komarê de fetisandina gelê kurd e û wiha got: “Dixwazin kurd dest ji doza xwe berdin. Kurd li seranserê cîhamê û Kurdistanê ji bo azadiya xwe bênavber têdikoşin. Desthilata AKP-MHP’ê êdî nikare pêşî li ber vê bigire. Ji ber vê dixwaze pêwendiya Abdullah Ocalan û gelê kurd qut bike. Lewma me HDP jî li gelek bajaran çalakî li dar xistin.”
‘Dê nobedên edaletê bidomin’
Omer Ocalan destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdê divê her kes bixebite û got ku di hevdîtinên li meclisê de Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag rexneyên di war tecrîdê de nebersivandine û wiha domand: “Ev daxwaza me qanûnî ye. Bi pêşengiya parlementerên HDP’ê, ji bo rakirina tecrîdê li ber Wezareta Dadê Nobeda Edaletê hat destpêkirin. Heta encamek bi dest nekeve ev Nobeda Edaletê dê bidome.”
Omer Ocalan destnîşan kir ku serdana CPT’yê û astengkirina hevdîtina bi parêzeran û malbatê re bûne cihê fikaran û vê pirsê kir: “Desthilata AKP-MHP’ê qey li Girava Îmraliyê tiştina vedişêre?” Omer Ocalan got: “Meseleya Îmraliyê êdî hatiye asteke din. Êdî fikar zêde dibin.”
‘Felsefeya wî jiyanê berpêşî mirovan dike’
Omer Ocalan anî ziman ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo vî welatî şensek e û wiha axivî: “Paradîgmaya Abdullah Ocalan, felsefeya wî jiyanê berpêşî mirovan dike. Çi bîr û bawerî û cudahî dibin bila bibin, dikarin di paradîgmaya Abdullah Ocalan de bijîn. Ev paradîgma ji bo pergaleke nû zemînekê diafirîne li Rojhilata Navîn. Navenda şerê sêyan ê cîhanê Rojhilata Navîn e, navenda wê jî Kurdistan e. Paradîgmaya Abdullah Ocalan jiyaneke nû berpêş dike. Lê Tirkiye, hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê êrîşî vê jiyanê dike. Lewma heta tecrîd ranebe, dê ev şer zirarê bide her kesî.”
Omer Ocalan destnîşan kir ku di sala nû de ji bo rakirina tecrîdê divê her kes bixebite û têbikoşe û ev tişt got: “Ne tenê Abdullah Ocalan, Tirkiye jî bi awayekî derûnî tê tecrîdkirin. Lewma sala 2023’yan divê bibe sala têkoşînê. Ji bo şikandina vê tecrîdê tenê ne li Bakur û Tirkiyeyê divê li tevahiya parçeyên Kurdistanê xebat çêbibin. Gelê kurd divê di vê sedsalê de bibe xwedî statu. Ev qas êş û azar, ev qas bedêl ji bo vê ne. Lewma Tirkiye bênavber êrîşî Rojava dike. Ji ber vê li Bakur operasyonên qirkirina siyasî dike. Divê em di sala 2023’yan de têkoşînê bilindtir bikin.”
‘Sala 2023’yan girîng e’
Omer Ocalan bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Sala 2023’yan ji bo Tirkiyeyê û gelê kurd saleke girîng e. Tirkiye dibêje dê têkeve sedsala duduyan a komarê. Heta ev komar nebe komareke demokratîk, heta nasnameya kurdan û elewiyan neyê naskirin, ev êş dê bidomin. Lewma Tirkiye divê di vê sedsalê de xwe di ber çavan re derbas bike. Êdî divê înkar, qirkirin û asîmlasyon tune bin. Divê tecrîda li ser Serok Apo bê rakirin. Ji bo vê jî têkoşîn, berxwedan û xebat divê. Em ê jî bixebitin. Em hêvî dikin ku sala 2023’yan dê bibe sala şikandina tecrîdê.”