Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Omer Ocalan ji Wezareta Dadê xwest hemû qedexeyên li ser Ocalan rakin

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan ji Wezareta Dadê re daxwazname şand û xwest hemû zext û qedexeyên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bikin

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan ji Wezareta Dadê re daxwazname şand û xwest hemû zext û qedexeyên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bikin. Ocalan di daxwaznameya xwe de bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û îhlalkirina mafên wî yên neteweyî û gerdûnî.

Omer Oclana anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd 7 salin nikare bi parêzerên xwe re û 5 salin nikare bi malbata xwe re hevditin bike û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye. Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve nikare hevdîtin bike Ji  21’ê Tirmeha 2016’an ve ji aliyê 1’emîn Hekîmê Înfazê yê Bûrsaye ve bi hinceta OHAL’ê hemû amûrên ragihandinê li ser wî bê navber hatiye qedexekirin û qutkirin. Ji ber ve yekê bi tu awayî birêz Ocalan nikare bi derve re têkeve têkiliyê û ragihandina wî û derve hatiye qutkirin. Ji ber ku azadî û mafên bingehîn ên kesan ku ji aliyê rêgezên gerdûnî û navneteweyî ve hatine misogerkirin nayên nîqaşkirin, tevî hemû hewldanan, 7 salin nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike, Dîsa 2 sal û 5 mehin li dijî pîvanên hiqûqê nikare bi malbata xwe re hevdîtin bike. Tenê ji bo mafê jiyanê teyît bike piştî sê sal şûnde di 12’e Çile de tenê 15-20 deqîqeyan hevdîtin hatiye kirin. Ev hevdîtin jî di vê çarçoveyê de nayê nirxandin. Ji ber vê yekê ez bi giringî dixwazim bêjim pêwiste bi lez mafên wî yên zagonî bên tesîskirin. Ji bo tecrîda liser birêz Ocalan bê rakirin û qanal û rêyên hevditinê bên vekirin hem girtiyên siyasî li hemû girtîgehan û hem jî parlamenteran dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine. Kesên ketine grevê tenduristiya wan hatiye asta krîtîk. Ji ber van hemû sedeman; divê rejîma ku mafê bingehîn pêk tîne, mafê ku ji bo her girtî di meriyetê de ye, pêk bînin. Em daxwaz dikin ku di demek pir kin de hemû qedexeyên hevdîtinê yên li ser birêz Abdullah Ocalan bên rakirin û rêya hevdîtinê bê vekirin. Hevditin bên kirin. Em dixwaz dikin ku destûrê pêwist bên dayîn.”  RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar