Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Omer Ocalan: Kurd pêşengtiya modeleke nû dikin

Omer Ocalan got ku: "Em îsal derbasî sedsalek nû dibin. Tenê rêyek li pêş dewleta tirk de heye, ew jî pejirandina demokrasî, nasnama gelê kurd û çareserkirina pirsgirêka kurd e."

Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan da zanîn ku wê ev sedsal bibe sedsala serkeftina kurdan û havênê vê serkeftinê jî yekitiya neteweyî û pêşxistina neteweya demokratîk e. Omer Ocalan got ku divê PDK dest ji dostaniya li gel dewleta tirk berde û deriyê Sêmalka li ser Rojava vekirî bimîne. Her wiha serdana serokê YNK’ê Bafil Talebanî ya ji bo Rojava jî wek pêngavek giring binav kir û got, “Divê bi aqilek stratejîk û bi fikrek mezin ev siyaset ji bo jiyan û siberoja me kurdan were pêşxistin.”

Sedsal di ser peymanên parçekirina Kurdistanê re derbas dibin. Gelê kurd li her çar parçên Kurdistanê di sala borî de di nav şer, dagirkerî, êrîş û çewisandinên dijwar de bûn. Di beramber de jî berxwedaniyek mezin hebû. Her wiha wek sala têkoşîna ji bo azadiya Rêber Ocalan hat pênasekirin. Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan  ji Rojnewsê re axivî.

Me salek dijwar derbaskir, gelek pêşbînî û nirxandinên cuda ji bo sala 2023’yan hene, nêrîna we ya ji bo sala nû çiye?

Sedsalên dawî ji bo kurdan gelek dijwar bûn, bi taybetî jî sala borî. Lê ev çil salin bê rawestan têkoşînek mezin heye. Ji bo azadiya Kurdistanê Rêber Apo ji bo Rojhilata Navîn sîstema konfederalîzma demokratîk pêşxist. Destpêkê li vir û piştre jî li tevayî cihanê divê ev felsefe were bicihanîn û jiyanek nû were avakirin. Ji bo demokrasiyê îro kurd pêşengtiya modelek nû ji bo gelan dikin.

Di sala borî de dewleta tirk hemû cure çekên qedexekirî li başûrê Kurdistanê bikaranî. Şerê tunekirinê li ser kurdan meşand. Ev şer bi awayek qirêj berdewam dike. Hemû roj êrîşan dike ser başûr û rojavayê Kurdistanê. Lê gelê kurd bi fikir û felsefeya Rêber Apo hemû rojan di nava berxwedaniyê de ye.

Dewleta tirk di nava sed salên borî de hemû komkujî û qirkirinan ji bo tunekirina gelê kurd pêkanî. Lê nekarî kurdan tune bike. Berovajî îro kurd bi têkoşîna xwe ya di qada siyasî ya navxwe û navdewletî de xwedî cihek giring in. Em îsal derbasî sedsalek nû dibin. Tenê rêyek li pêş dewleta tirk de heye, ew jî pejirandina demokrasî, nasnama gelê kurd û çareserkirina pirsgirêka kurd e.

Sed sal di ser Peymana Lozanê ya ku li dijî kurdan pêkhat re derbas dibe. Ji bo nûkirina vê peymanê gelek hewildanên herêmî hene, di serî de jî dewleta tirk. Wê kurd çawan bikarin vê peymanê hilweşînin?

Sed sal di ser Peymana Lozanê re derbas dibin. Di wê peymanê de wekî ku kurd tunebin hatin hesibandin. Divê sedsalê de dewleta tirk hemû hêza xwe ji bo tunekirina kurdan bikaranî.  Lê nekarî kurdan tune bike. Em dikarin bi yekrêzî û yekitiyê wê peymanê hilweşînin. Tevî hemû kêmaniyan jî kurd di aliyê ruhî û hestên neteweyî de bûne yek. Ev sedsal a serkeftina kurda ye. Hevênê vê serkeftinê jî yekitiya neteweyî û pêşxistina netewa demokratîk e.

Tu siyaset û helwesta aliyên kurdî ya li beramberî êrîş û dagirkeriya qirkirinê ya li ser gelê kurd çawan dibînî, divê çi were kirin?

Divê qonaxê de pêwîste aliyên kurdî berjewendiyên kesî û hizbî bidin aliyekê. Bi du rêyan siyasetê bikin. Bi rêya yekem ji bo azadî û demokrasiya navxweyî, yeketiyek avabikin li ser bingehê konfederalîzma demokratîk bibin modelek ji bo netew û gelên din. Rêya duyem jî ji ber niha şerê cîhanê yê sêyem tê meşandin û hêzên hegemon hesabên ku kiribûn nekarîn di sedsala borî de bicihbînin, dixwazin di vê sedsalê de bicihbînin. Li ser asta derve de jî peywendiyên xurt li gel hêz û aliyên navdewletî çêkin.

Tevî hemû bertek û nerazîbûnan jî PDK dest ji hevkariya li gel dewleta tirk bernade, banga we ji bo yekitya kurdan çiye û tu seredana Bafil Talebanî ya ji bo Rojava çawa dinirxînî?

PDK li gel dewleta tirk dostaniya wan heye, ev yek ji aliyê tevayî gelê kurd û me jî ve tê rexnekirin. Divê PDK peywendiya xwe ya li gel dewletan li ser esasê berjewendiyên giştî û neteweyî bimeşîne. Divê rê bi derbaskirina sinor a dewleta tirk nede. Lê gelek bi hêsanî sinorên başûrê Kurdistanê tên binpêkirin. Dewleta tirk bi hêsanî bandor û serweriya xwe li ser Hewlêr û Behdînanê çêkiriye. Ev jî kêmasiyek mezine.

Pêwîste PDK dest ji vê siyasetê berde û hêzên siyasî yên Başûr jî di nava xwe de yekgirtî bin. Piştre jî yekitiyek neteweyî ji bo hemû kurdan avabikin. Di rojên borî de serokê YNK’ê serdana rojavayê Kurdistanê kir. Raste ev têrê nake, lê moralek mezin da kurdan. Bandora wê li ser qada siyasî jî heye. Divê bi aqilek stratejîk û bi fikrek mezin ev siyaset ji bo jiyan û siberoja me kurdan were pêşxistin. Ji bo em azadî û demokrasiyê bidestbixîn, Rêber Apo daxwaza lidarxistina kongreya neteweyî dike û peyam jî ji bo PDK’ê şandiye.

Pêwîste başûrê Kurdistan li rojavayê Kurdistanê xwedî derkeve, ne deriyê Sêmalka li ser Rojava were girtin. Divê ew derî hertim vekirî be. Îro komara Tirkiyeyê dostê PDK’ê ye, lê wê sibe pişta xwe bide PDK’ê. Dewleta tirk niha PDK’ê li hemberî hêzên din ên kurdan bikartîne. Divê PDK jî vê rastiyê bizane û dest ji vê dostaniyê berde.

Li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê girtin, astengî û zextek mezin a siyasî li dijî kurdan tê meşandin, ev zext û astengî bandorek çawan li ser têkoşîna we dike?

Li bakurê Kurdistanê qirkirina siyasî û hewla girtina HDP’ê û DBP heye. Hewl didin dengên kurdan qut bikin. Lê HDP şeş milyon dengên wê heye. Li Tirkiyeyê pêvajoya siyasî bêyî HDP’ê bi sernakeve. HDP li gel kîjan alî be ew alî wê biserkeve. Ev şer ne nûye, lê îrade û moralê me têknaçe, AKP bi girtina HDP’ê wê nikaribe vê dozê bi temirîne. Tu bandorek nerênî li ser me nake, berovajî em hîn zêdetir bi israr û bihêztir destpêdikîn.

Tecrîdek giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye, ev tecrîd çiqas bi şerê  ku li dijî gelê kurd tê meşandin ve girêdayiye, şikandina vê tecrîdê û azadiya Rêber Ocalan wê bi xwere çi bîne?

Li ser Rêber Ocalan tecrîdek giran tê meşandin. Li dijî vê tecrîdê helwest û nerazîbûna me berdewame. Çareserkirina pirsgirêka kurd li Îmraliyê ye. Rêber Apo mifteya çareseriyê û aştiyê ye. Hûn bi xwe dibînin dema di mîtîng, çalakî û merasîman de navê Rêber Apo tê çiqas xuruş çêdibe. Ev jî wê rastiyê derdixe ku divê komara Tirkiye vê yekê qebûl bike.

Gelo piştgiriya ji parçeyên din ên Kurdistanê ya ji bo azadiya Rêber Ocalan tu çawa dibînî û li benda çine, divê çi were kirin?

Azadiya Rêber Apo mijareke ku her çar parçeyên Kurdistanê eleqedar dike. Divê deriyê Îmraliyê were vekirin. Em wek malbat bi berdewam ji bo şikandina tecrîdê di nava hewildanan de ne. Mifteya çareseriya kurd û Rojhilata Navîn di destê Rêber Apo de ye ku ew xwediyê projeya netewa demokratîk e.  Bi wê projeyê hevrejiyana gelan çêdibe. Ji bona wê bangewaziya me ji bo hemû kurdan li ser hemû ast û çînên cuda ew e ku dakevin qadan û daxwaza azadiya Rêber Apo bikin. Ji berku ew ji bo kurdan û Rojhilata Navîn şansek mezin e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar