Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Omer Ocalan:Divê tecrîd bê şikandin

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û polîtîkayên şer ên tên meşandin nirxandin. Ocalan destnîşan kir ku Tirkiye bi siyaseta şer re dibêje “Êdî divê ez kurdan ji holê rakim.”

Ocalan bilêv kir ku ev şerê tê kirin şerê “man û nemanê” ye û got: “Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin. Ber bi sala 2023’yan ve dê Rojhilata Navîn cardin bê dîzaynkirin û dê li Rojhilata Navîn kurd bê statu nemînin. Kurd li her derê Rojhilata Navîn bi dengekî bilind doza mafên xwe dikin. Faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze van daxwazên mafdar ên kurdan bi şer tasfiye bike. Kurd vî şerî wekî şerê man û nemanê dibînin. Kesên ev şer dane destpêkirin dê negihêjin mexseda xwe.”

Ocalan destnîşan kir ku têkoşîna gelê kurd a di sala 1923’yan de têkoşîneke parçekirî û li dor eşîran bûye, lê niha kurd di nava têkoşîneke mezin û rêxistinbûyî û neteweyî de ne û aktorê vê yekê jî Abdullah Ocalan e. Omer Ocalan têkildarî kûrbûna şer û rola Ocalan de jî ev tişt gotin: “Kurd êdî têkoşîneke netewî û Kurdistanî dikin. Tirkiye vê yekê tamûl nake. Modernîteya demokratîk a ku Ocalan daniye holê bandorê li her derî dike û bi ruh û can dibe. Sedema israra Tirkiyeyê ya di şer de jî ev e. Tirkiye ji aliyekî ve tecrîda li ser Ocalan kûr dike û nahêle dengê Ocalan bigihê derve, li aliyê din jî şer kûr dike. Bi şerê li Başûr dixwaze her kesî çavtirsandî bike. Dixwaze li Bakur jî bi binçavkirin û girtinan her kesî bitepisîne. Ji bo Rojava jî her roj dibêje ‘ez ê îro êrîşê bibim ser, ez ê niha êrîşê bibim ser’ û bi vî awayî gefan lê dixwaze. Tirkiye şerekî pir qirêj dimeşîne. Tirkiye bi PDK’ê re tevdigere û bi vê dixwaze yekitî û bihevrebûna gelê kurd bişikîne.”

Ocalan ji ber ku PDK bi hevkariyê bi Tirikiyeyê dike bertek nişan da û gotina Mesûd Barzanî ku gotibû “Ez ê nehêlim xwîna bira birêje” bibîr xist. Ocalan destnîşan kir ku PDK bi hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re zirareke pir mezin dide yekitiya neteweyî ya kurdan û got: “PDK divê xwe di ber çavan re derbas bike. Li başûrê Kurdistana xefletek mezin rû dide. Kesên dibêjin ’em ji bo kurdan têdikoşin, siyasetê dikin’ divê xwe di ber çavan re derbas bikin. Em naxwazin berjewendiyên kurdan ji ber berjwendiyên partiyekê binpê bibin. Niha li ber kurdan forsendeke dîrokî heye. Ger niha rola xwe nelîzin dê kengî bilîzin? Li her çar parçeyên Kurdistanê her roj bi dehan kurd jiyana xwe ji dest didin û ji girtîgehan cenazeyên kurdan derdikevin. Kurd hemû divê vê êşê hîs bikin. Roj roja berxwedana dîrokî ye. Her kes divê tişta dikeve ser milê wan bike.”

Omer Ocalan diyar kir ku di demeke ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan giranbûye de çarçoveya şer berfireh bûye û got: “Kengî tecrîd pêk bê şerekî qirêj rû dide, erdnîgariya kurdan tê bombebarankirin. Lê kengî pêwendî bi Ocalan re tê dayîn aramî rû dide. Çareseriya meseleya kurdî li Îmraliyê ye, tekane muxatabê çareseriyê Ocalan e. Gelê kurd di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe. Ev pêvajoya dîrokî ji me re dibêje ‘Rêberê me azad bikin’. Lewma gere em bi şikandina tecrîdê dest bi têkoşîna xwe bikin. Her kes divê siyaseta xwe li gor tecrîdê diyar bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar