Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Onder: Pêwîste piştgiriyek xurt ji bo Çepên Kesk hebe

Onder diyar kir ku AKP-MHP bi xwe zanebûn dixwazin gotinên wê dest ji desthilatdariyê bernedin belav dikin, divê mirov dûrî van fikran be û got: “Rewşenbîr û demokrat û gelê me yê hêja dengê xwe bidin Çepên Kesk wê serkeftin ya me giştî be.”

Namzetê parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk a herêma 1’emîn a Stenbolê Sirri Sureyya Onder têkildarî hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê yên 14’ê Gulanê ji ANF’ê re axivî.

Onder bal kişand ser girîngiya ku Partiya Çepên Kesk bi xurtî têkeve meclîsê û got “Awayê ku pergala serokatiyê dikare rayeya xwe pêk bîne, cihê ye. Lê tiştek ji ber çavan diçe, partiya serok an jî ya tifaqê li meclîsê nikaribe serweriyekê pêk bîne, li pêşiya meclîsê du rê hene, yan wê asê bibe yan jî wê li rêya lihevkirinê bigere. Ji destpêkê ve min bi metafora mifte û kilîtê qal kir, ji bo van çareserkirina van meseleyan em ê wekî mifteyê tevbigerin û em ê nehêlin ku Kiliçdaroglû li hemberî koalîsyona rastgir qels be. Heke di warê guherîna demokratîk de sist tevbigerin, wê Koma Parlementoyê ya Çepên Kesk wê wekî bariyerekê meclîsê asê bike. Lê em dixwazin ku çanda lihevkirin û muzakereyê pêk were.

Onder girîngiya Stenbolê jî nirxand û got “Gava ku em tenê li 15 salên dawî dinêrin, rêwîtiya me ya ku me bi 3 wekîlan dest pê kir û ku berê bi wekîlekî dest pê kiribû, niha gihîştiye rêjeyek di navbera 18 û 20 de. Di vir de keda hemû rêveberên me yên navçe û bajaran, xebatkar û parlementerên me hene.

Berê qelebalixiya ku me di Newrozê de didît a niha em di mîtîngên navçeyan de dibînin. Ferq evqasî zêde ye. Gelek heval û xebatkarên me yan girtî ne yan jî li sirguniyê ne, ligel vî tiştî gel înîsiyatîfê distîne, îradeyekê derdixe holê û helwesta xwedîlêderketinê nîşan dide.”

Sirri Sureyya Onder qala xwedîlêderketina sindoqan kir û got “Ji ber ku ne wekî HDP lê em wekî Partiya Çepên Kesk ketin hilbijartinê vî tiştî di warê muşahîtan de em tengijîn. Ji bo muşahîtan mekanîznameyên nû hatin avakirin. Her kes dikare li ser sindoqa xwe li hejmartina dengan binihêre. Dema ev tişt bi zabitnameya bi îmze were mîsogerkirin, ne hewceyî fikaran e.”

Sirri Sureyya Onder derbarê îxtîmalên ku heke AKP û MHP desthilatdariya xwe winda bike wê desthilatdariyê teslîm neke jî got “Ew bi xwe dixwazin ev gotin belav bibe, divê mirov dûrî van fikran be. “

Onder diyar kir dibe ku hilbijartin bimîne ji tûra duyemîn re û got “Heke hilbijartin bimîne ji tûra duyemîn re divê em li pêş bin. Ev gelekî girîng e. Ji ber ku wê dewlet hemû derfetên xwe seferber bike. Gelê kurd û HDP ji bo demokratîkbûn û azadiyê namzetê serokkomariyê nîşan neda. Helwesteke stratejîk diyar kir.

Rewşenbîr û demokrat heke di serokkomariyê de dengê xwe bidin Kiliçdaroglû û di parlementeriyê de jî dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk wê ev tişt gelekî girîng be.Bi vê re wê tûra duyemîn jî têkeve garantiyê û wê ev der ji pêkhateyên rastgiran re neyê hiştin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar