Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Onlu: Li dijî navê Dêrsîmê hiqûqa dijminantiyê dimeşînin

Parlamenterê HDP’ê yê Dersîmê Alîcan Onlu diyar kir ku li aliyekî navê Navçeya Bahşîlî ya Kirikkale, li ser daxwaza gel dikin “Bahşili” û li aliyê din jî tabelaya Şaredariya Dersîmê qedexe dikin. Onlu, da zanîn ku bi vî rengî “hiqûqa dijminantiyê” dimeşînin

Heyeta dadgehê li ser îtîraza Walî, biryar da ku biryara Meclisa Şaredariya Dersîmê ya “Dersîmê” rawestîne. Li aliyê din di zagona torbe ku anîn meclisê de jî Navê navçeya Bahşîlî ya Kirikkale bi hinceta “welati wisa dibêjin” navê wê wekî “Bahşili” guherin. Bi vê yekê helwesta meclisê ya li hemberî navê bajaran û vînagel jî aşkere bû. Parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu, anî ziman ku navê Bahşîlî yê Kirikkale li ser daxwaza gel wekî Bahşili tê guhertin lê li aliyê din tabelaya navê Dêrsimê asteng dikin û wiha got: “Ev hiqûqa cot standart e. Ev nîşan dide ku li Tirkiye û Kurdistanê di huqûq hene. Li Kurdistanê bê hiqûqî heye. Li Rojavayê Tirkiye hiqûq çar çar dimeşe. Lê li Kurdistanê hiqûqa dijminantiyê dimeşînin. Li dijî kurdan, elewiyan û ên din hiqûqa dijminantiyê dimeşînin. Li aliyeki li Kirikkale navê ku gel bilêv dike li navçeyê dikin, li aliyê din navê Dêrsimê ku gelê Dêrsimê bilêv dikin qedexe dikin. Wekî sûc dibînin. Ev nayê qebûlkirin. Ger ku elewî û ermenî bixwazin bi hevre çanda xwe bijîn wê wê jî qedexe bikin. Gelê Dêrsîmê yekperestiyê qebûl nakin. Pir rengî, pir çandî û pir zimaniyê diparêzin. Gelê Dêrsimê dibêjin ‘Em dixwazin nasnameya xwe ya dîrokî bijîn.”

Têkoşîna gelê Dersîmê ne tenê têkoşîna tabelaya Şaredariya Dersîmê ye. Têkoşîna “Dêrsim-Tuncelî” ji salên 1938’an heta niha didome. Ji destpêka ku ev hişmendî hatiye avakirin heta niha ziman, çand û nasnameya gelê herêmê înkar dikin. Her tiştê wî guhertine û dixwazin biguherînin. Hişmendiya dewleta yekperet ziman, çand, bawerî û nasnameya gelê Tirkiye, gelê Kurdistan û Mezopotamya guhertiye û diguherîne. Hişmeniya yekperest a dewletê li Ege, Derya Reş, Anatoliya Navîn polîtîkaya bişaftinê meşandiye. Lê herî zêde li Kurdistanê xistiye meriyetê. Redkirina navê Dersîm jî ji van polîtîkayan tenê mînakek e.

Onlu bilêv kir ku guhertina li erdnîgariya Dêrsîmê ne tenê bi navê Tuncelî bi sînor e û wiha bi dawî kir: “Komkujiya li Dêrsîmê bi Koçgirî dest pê kiriye. Bi Koçgirî komkujiyê des pê kiriye. Tuncelî navê destê ku li Koçgirî tundî û komkujî pêk anî ye. Ji ber vê yekê em bi hêzek mezin li dijî navê Tuncelî disekinin. Qebûlkirina navê Tuncelî, erêkirina komkujiya Koçgirî û Dêrsîmê ye. Qebûlkirina navê Tuncelî, qebûlkirina înkar û tunekirina ziman, çand, bawerî û nasnameya vê axê ye. Tuncelî navê “Kulma Yê Dipelçiqîne” ye. Dêrsim jî navê berxwedanê ye. Dêrsîm navê deriyê ku hembêza xwe li gelan vedike ye. Ji ber vê yekê gelê Dêrsîmê di di navê Dêrsîmê de israr dike. Dema qeyûm hat ewil tabelaya Dêrsim daxist. Ev berdewama polîtîkaya 90 salan e. 90 salin heman polîtîka tê meşandin. ” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar