Parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu têkildarî serjêkirina dêsimiyên ên di dema Qirkirina Dêrsimê de pirsname da meclisê û xwest Cîgirê Serokomarê Tirkiyeyê Fuat Oktay bibersivîne
Parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu têkildarî belgeyên ku dîroknas Zeynep Turkyilmaz, der barê komkujiya Dêrsimê de bi dest xist pirsname da meclisê û xwest Cîgirê Serokomar Fuat Oktay bibersivîne. Onlu anî ziman ku dîroknas Zeynep Turkyilmaz, belgeyên ku ji rojnîskên leşkerekî di serdema 38’an de nivîsîbû bi dest xistiye û di rojnivîskê de qala komkujiyê dike. Onlu da zanîn ku di rojnivîska 9’ê îlonê de dibêje ‘Em li çiya û daristanê geriyan û hatin deştê. Boluka me serê Serokê Uşakên Şamê Şeytan Alî û gelek însanên din anî’ ev agahî di pirtûkxaneya Ataturk a înternetê de heye.
Onlu diyar kir ku di rojnivîska leşkere bi navê Yusuf Kenan Akim ê ji Semsûnê di navbera 27 Tîrmeh û 25’ê îlonê de di rojnivîska xwe de gotiye: “3’yê Îlon, em li Navçeya Cevîzlî ne. Saet di 7’an de me li tenişta avekê bi cih bûn. Lê ji ber nava çem bi cenazeyên mirovan tijî bû, em ji tîna mirin.
11’ê Îlonê; Em îro jî li çiyê digerin. Ji cenazeyên mirovan mirov nikare têkeve çeman.
12’yê Îlonê; Em vê sibê zû rabûn. Em dîsa li çiyê digerin. Em her roj seriyan jê dikin…
10’ê Îlonê; Îro jî em li çiya û daristanê geriyan. Boluka me serê kêmaran anî. Bolukek din jî serê Seyîthan anî. Ji boluka me leşkerekî bi navê Ruşen heye. Hemû seriyan ew jê dike.
15’ê Îlonê Gundê Yan Yazi; Me îro li gundê Sogutlu, lêgerîn kir. Me mirovên bi şik kom kirin. Me serokê Uşakên Koç Îbrahim Axa di çem de da ber guleyan û kuşt.”
Onlu têkildarî komkujiya Dêrsimê ev pirs pirsîn:
- Ji bo ronîkirina Komkujiya Dêrsimê dê tu xebat bê kirin?
- Hûn dê têkildarî bûyerên Dêrsimê arşîva dewletê vekin an na? Ji bo agahiyên şahidên bûyerê hûn kom bikin tu hewldana we heye?
- Di salên 37-38’an de leşkerên bi pere yên bi navê ‘Seydvanê seriyan’ şandine Dêrsimê ya na? Ji bo serê mirovan ên li Dêrsimê hatine jêkirin, pere û zêr dane leşkeran an na? Ji bo vê yekê çavkanî ji butçeya dewletê hatiye veqetandin?”
- Di salên 37-38’an de li Dêrsimê ji bo serjêkirina dêrsimiyan pere û zêr dane leşker û sivîlan? Têkildarî vê yekê tu lêpirsîn hatiye kirin?
- Gelek çavkanî diyar dikin ku serê Rêberê Koçgirî û Dêrsimê Alîşer, Zarife teslîmî walî Abdullah Alpdogan kirine. Walî Abdullah Alpdogan ji bo serê Alîşer û Zarîfe xelat daye yan na? Ger ku ev xelat dabe ji kijan butçeyê daye.
- Bûyerên di salên 37-38’an de li Dêrsimê pêk hat, di salên 90’an de li bajarên kurdan û niha jî bi destê çeteyên OSO yên tifaqa Tirkiyeyê ne li Sûriye tê dîtin. Ma ev pêkanîn kevneşopiya dewletê ye?
- Di komkjiya Dêrsimê de çend dêrsimî hatin kuştin? ENQERE