Rayedarên Tirkiyeyê bi hiqûq û polîtîkayên taybet 22 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd dikin. Hemû mafê wî yê zagonî û hiqûqî ji destê wî girtine. Birêz Abdullah Ocalan 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê, li dijî tecrîd û zextên dijwar têdikoşe. Li aliyê din Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û hikûmetên Tirkiyeyê ji sala 1986’an heta niha 35 sal in, li bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê operasyonên eskerî pêk tîne. Heta niha di şerê navbera TSK û PKK’ê de bi hezaran ciwanên kurd û tirk jiyana xwe ji dest dan. Her çend Hikûmetên Tirkiye hebûna PKK’ê hincet nîşan didin jî; piştî van operasyonên dersînor êdî em dibînin ku hêzên xwe yên eskerî li dervê sînor bi cih dikin û mayinde dikin.
Em dibînin ku axa kurdan tê dagirkirin, talankirin û wêrankirin. Çand û nirxên kurdan tê tunekirin. Em dibînin ku armanca sereke û esasî kurd in. Çand, ziman, ax û nirxên kurdan in. Li dijî vê yekê Komxebata Tifaqa Kurdistanî hatibû avakirin. Di vê pêvajoya bi her awayî êrîş, operasyonên li dijî nirxên kurdan didome, bêtir pêdivî bi yekitiya partiyên kurdan, sazî û dezgehên kurdan û yekitiya gelê kurd heye. Di vê pêvajoyê de rol û rista Xebatên Tifaqa Kurdistanî bêtir zêde dibe.
Rêvberiya Tirkiyeyê û TSK, bi salan e li dijî herêmên başûr û bakurê Kurdistanê operasyonan li dar dixin. Li bakurê Kurdistanê bi hezaran qaleqol û qereqol ava kirin. Dîsa li başûrê Kurdistanê bi dehan baragehên eskerî ava kirin. Zêdeyî 30 operasyonên mezin ên eskerî yên der sînor li dar xistin. Bi sedan operasyonên hewayî li dar xistin. Hemû çiyayên Kurdistanê bi balafirên F-16 bombe kirin. Bi top û hawanan bombe kirin. Bendav ava kirin. Gund vala kirin. Zozan û çiya li kurdan qedexe kirin. Hêj baragehan li Herêma Federel a Kurdistanê ava dikin. Her çend, herêma Federel a Kurdistanê di rêveberiya PDK û YNK’ê de ye jî, lê HDK û YNK li dijî van operasyonan û avakirina baragehên eskerî yên Tirkiyeyê bertekan nîşan nadin. Gelek caran çavkaniyên herêmî aşkera dikin ku hêzên HDK’ê jî bi TSK’ê re tev li operasyonan dibe.
Li Rojava êrîş û dagirkerî didome. Di 24’ê Tebaxa 2016’an de li dijî Cerablusê operasyon li dar xist. Piştre Herêma Celablûs û El Bab dagir kir. Di 20’ê Çileya 2018’an de li dijî Efrînê bi 72 balafirên şer operasyon pêk anî. Piştî şerê 58 rojan bi tang, top û hêzên MSO û TSK’ê ketin Efrînê û li Efrênê bi cih bûn. Di 9’ê Cotmeha 2019’an de dîsa bi balafirên şer, tang û topan ketin Serêkaniyê û Girê Spî. Li vir jî piştî şerê çend rojan hêzên xwe yên eskerî bi cih kirin û qadek nû ji DAIŞ û komên çekdar re vekir. Dem bi dem hewl didin êrîşî Şengalê û Mexmûrê bikin.
Niha jî piştî Serokê DYA’yê Joe Biden û Serokomarê AKP’î Tayip Erdogan di 23’ê Nîsanê de bi telefonê axivîn, di heman şevê de Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li Herêma Federe a Kurdistanê dest bi operasyona eskerî kir. Ewil bi balafirên şer li Herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê êrîşên hewayî pêk anîn. Zêdeyî hefteyekê ye şer didome. Gelek siyasetmedar, akademîsyen, dîroknas û zanyar diyar dikin ku ev operasyon bi hevkariya DYA, Hikûmeta PDK’ê û hikûmeta AKP-MHP’ê ya Tirkiyeyê pêk tê. Bi salan e hevkariya AKP û PDK’ê tê niqaşkirin. Kurd bi salan in bertek nîşanî helwesta PDK û YNK’ê ya li dijî nêzîkatiyên hikûmeta AKP’ê didin. Lê em dibînin ku hêj PDK nêzî yekitiya kurdan nabe. Bêtir nêzî AKP’ê dibe.
Di vê pêvajoya ku li aliyekî tecrîd didome, li aliyê din operasyonên siyasî û eskerî zêde dibin de bêtir pêdivî bi tifaq û yekitiya kurdan heye. Bêtir pêdivî bi yekitiya gelan û mazluman heye. Di vê pêvajoya ku êrişên li ser çand, ziman, ax û nasnameya kurdan didomin de rola yekîtiya partiyên kurdan, saziyên kurdan zêde dibe. Rola Xebatên Tîfaqa Kurdistanî bêtir zêde dibe. Di vê pêvajoyê de divê bêtir Kurd li dora Xebatên Tifaqa Kurdistanî bibin yek û Xebatên Tifaqa Kurdistanî jî bêtir ji bo yekîtiya Kurdistaniyan xebatê geş bike. Di pêvajoya ku tecrîd, operasyonên siyasî û eskerî didomin de xebat neyê kirin gelek nirxên Kurdan dê têkevin talûkeyê. Lê ku Xebatên Tifaqa Kurdistanî bêtir geş bibin û gel li dora tifaqê bibin yek, tecrîd, operasyon û êrîş dê bi dawî bibin. Ji ber vê yekê ev operasyonên li herêma Metîna, Avaşîn û Zapê bêtir yekitî û tifaqê li kurdan û Kurdistaniyan ferz dike.