Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Perşembe - 21 Kasım 2024

Operasyona Ewlehiya Domdar li ser daxwaza gel pêk hat

Hevseroka Rêveberiya kampa Holê diyar kir ku Operasyona Ewlehiya Domdar li ser daxwaza gelê herêmê pêk hat û wiha got: “Operasyona ewlehiyê di demeke guncaw de hate kirin. Me heta niha encamên girîng bi dest xistine. Piştî operasyonê wê li derve û hundirê kampê aramî çêbibe.”

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jin li dijî bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê di 6’ê mijdarê de li kampa Holê û derdora wê ya li kantona Cizîrê Operasyona Ewlehiya Domdar dabû destpêkirin. Operasyona ewlehiyê bênavber didome. Heta niha di operasyonê de 84 çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan li gund û kampa Holê hatine girtin û hîn jî lêgerînên li hundirê kampê didomin.

Hevseroka rêveberiya kampa Holê Cîhan Henan der barê operasyonê de axivî. Hevserok Cîhan Henan diyar kir ku Operasyona Ewlehiya Domdar li ser daxwaza gelê herêmê pêk hat. Her wiha diyar kur ku liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê û hewldana wan a ji bo derbasbûna kampa Holê zêde bûbû û amadekariyên êrişan li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn dikirin û kar û barên rêxistinên mirovî jî li kampê asteng dikirin.

Hevserok Cîhan Henan amaje bi wê yekê jî kir ku di dema dawî de çeteyên DAIŞ’ê hewl da li ser rêya Hesekê û Holê êrîşî şîrketên ku li kampa Holê dixebitin, bikin. Cîhan Henan destnîşan kir ku operasyon heta niha di hundirê kampê de encamên girîng bi dest xistine; girtina hin çeteyên ku zor li şêniyên kampê dikirin, dîtina termê jinekê, her wiha dîtina tunel, çek, amûr û alavên ku li kampê di destê malbatên çeteyên DAIŞ`ê de bûn.

Cîhanê diyar kir ku di dema operasyonê de xebatên rêveberiya kampê ranewestiyan û ew hewl didin hemû xizmetên pêwîst ji malbatan re pêşkêş bikin û da zanîn ku di navbera hêzên operasyonê û tîmên xebatê yên kampê de hevkarî heye. Cîhan Henan diyar kir kir ku ji ber encamên girîng bi dest xistine, piştî operasyonê wê li derve û hundirê kampê aramî çêbibe.

Cîhan Henan bal kişand ser rola civaka navdewletî beramber kampa Holê û diyar kir ku piştgiriya hemû aliyan jî têrê nake, her wiha ji civaka navdewletî xwest ku piştgiriya Rêveberiya Xweser bike û pirsgirêka çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan çareser bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar