Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Operasyona Ewlehiyê encamên stratejîk bi dest xist

Rêveberê Nivîsgeha Ragihandinê ya QSD’ê Ferhad Şamî destnîşan kir ku Operasyona ˋEwlehiya Domdarˋ encamên erênî yên xwedî rehenda stratejîk bi dest xistin û xelkê herêmê bi hêzên operasyonê re roleke hevkar lîst.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji bo paqijkirina kampa Holê û derdora wê ji şaneyên çeteyên DAIŞ’ê, Operasyona “Ewlehiya Domdar” dabûn destpêkirin, bi serkeftin bi dawî bû. Rêveberê Nivîsgeha Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî ji ajansa me re li ser girîngî û encamên Operasyona ‘Ewlehiya Domdar’ axivî.

Ferhad Şamî diyar kir ku ji 2021’an ve, ev operasyona 4’emîn e ku HSD li dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê li kampa Hol û derdora wê pêk tîne û wiha got: “Ev operasyon cuda bû. Di vê operasyonê de rûberên berfireh ên ji Ceza yê Til Koçer ê li ser sînorê Iraqê heta bi Deşîşe hatin paqijkirin. Şaneyên ku di wê rûberê de hatine girtin berê di êrişên terorî yên li dijî sivîlan û hêzên leşkerî de beşdar bûn.”

Şamî wiha domand: “Bi gelemperî, her operasyonek xwedî girîngiyeke mezin e, nexasim di dema dawîn de. Ji ber ku dosyaya DAIŞ’ê ji aliyê civata navneteweyî ve hatibû paşguhkirin. Ji ber ku DAIŞˋê ji rewşên herêmê di serî de êrîşên dewleta tirk a dagirker sûd werdigire da ku xwe ji nû ve çalak bike. Ew sûd ji xwezaya herêmên çolistanê jî digirin da ku xwe tê de bi rêxistin bikin, bi taybetî başûrê kampa Hol, di navbera Şedad û Deşîşe de û li bakurê kampê li xeta Til Birak, Til Hemîs û Ceza.”

Şamî diyar kir ku ji ber 2 sedemên operasyonê pêk hatin û wiha pê de çû: “Hêmana heyî û lezgîn jî paşxaneya êrîşên DAIŞˋê yên di vê dawiyê de, lê kêlek wê jî hin agahiyên îstîxbaratî yên piştrast ku DAIŞ niyet dikir ku li dijî kampa Holê û girtîgehên din êrîşan pêk bînin. Her wiha hêmana din jî stratejîk e, ew jî têkoşîna hêzên me li dijî DAIŞˋê ye.”

Der barê encamên di vê operasyonê û yên berê de hatine bidestxistin Şamî got: “Metirsiya DAIŞ’ê li herêmê hîn mezin û domdar e. Deverên ku metirsî li wan pir e jî, deverên sînorî ne û dûrî rêyên stratejîk û çavên ewlekariyê ne. DAIŞ jî li wan deveran xwe bi rêxistin dike û êrişan pêk tîne. Di vê operasyonê de gelek encamên baş û erênî li gorî operasyonên berê hatin bi dest xistin. Di aliyê ewlekariyê de jî rewş baştir e û êrişên şaneyan ên di hundirê kampê de kêm bûne. Veşartgehên wan hatin rûxandin, dadgeha jinan û cihên perwerdekirina ‘zarokên xîlafetê’ hatin têkbirin. Çeteyên DAIŞ’ê bi van rêbazan hewl dida xwe vejîne, ev jî bû sedema destpêkirina operasyonê ya ku tê de 79 çete hatin girtin, gelek tunel û veşartgehên wan hatin rûxandin.”

Di dawiya axaftina xwe de Şamî got: “Bi nêrîna min, di operasyonê de encamên erênî yên mezin hatin pêkanîn û ewlehî ji gelên herêmê re vegerand, her wiha baweriya gelan bi HSD’ê jî xurtir bû. Ev peyameke ji bo DAIŞ’ê ye ku ew êdî nikare xwe vejîne. Di operasyonê de şêniyan roleke girîng lîst û bi HSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hûn alîkar.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar