Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Operasyona leşkerî ya li Amedê bi dawî bû

Artêşa tirk operasyona leşkerî ku di 23’yê nîsanê de li gelek gund û taxên Licê dabû destpêkirin, şevê din bi dawî kir. Walîtiya Amedê bi daxuyaniyekê îdia kir ku di encama pevçûnan de 5 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane

Êrîşên artêşa tirk ên li bakurê Kurdistanê berdewam in. Di vê çarçoveyê de hêzên artêşa tirk di 23’yê nîsanê de li taxên Hedik, Xosor, Mezraaliyan, Şaxûr, Karincak, Zengesor û gelek taxên din ên li sêgoşeya navçeyên Licê û Pasûrê yên Amedê û navçeya Dara Hênê ya Çewlikê, operasyona leşkerî dabû destpêkirin. Di operasyonê de gelek leşkerên taybet, polîs û cerdevan jî beşdar bûn.

Li gorî agahiyan, di hemû rêyên ketin û derketina taxan de noqteyên kontrolê hatin danîn. Yekîneyên leşkerî di nava van rojan de hemû wesayîtên li herêmê hatin û çûn di lêgerînê re derbas kirin. Hat zanîn ku di van rojan de yekîneyên leşkerî nasnameya hezar û 158 kesan di kontrola GBT’ê re derbas kirin.

Îdiaya ku pevçûn derketiye

Operasyon bi piştgiriya helîkopteran dest pê kir. Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku di 25’ê nîsanê de di navbera gerîlayên HPG’ê û hêzên artêşa tirk de pevçûn derket. Walîtiya Amedê têkildarî operasyonê daxuyaniyeke nivîskî weşandibû. Walîtiyê îdia kiribû ku di encama pevçûnên li çoltarên goma Hevsel û goma Keşkûvarî ya Yalimliyê de 5 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane.

Operasyona leşkerî ku li qadeke berfireh hat lidarxistin, duh saet di 23.00’an de bi dawî bû. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar