Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Operasyona li dijî DBP’ê hat protestokirin

Li gelek bajaran narazîbûn li dijî operasyona li ser DBP’ê hat nîşandan. Li Wanê di meşa hat lidarxistin de peyama “Me serî netewand û têkoşîna me didome” hat dayîn.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê li dijî Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) lêpirsîn da destpêkirin û di çarçoveya vê lêpirsînê de polîsan bi ser avahiyên DBP’ê de girtin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî di nav de 15 rêveberên DBP’ê hatin binçavkirin. Lig elek bajaran bertek nîşanî operasyon û binçavkirinan hat dayîn.

Wan

Parlamenter û rêveberên HDP’ê û DBP’ê li Wanê bi armanca berteka li dijî operasyonê meş li dar xistin. Gelek kesên li ber avahiya DBP’a Wanê kom bûn serdegirtinan protesto kirin.

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) yê DBP’ê Okkeş Kava axivî û diyar kir ku DBP kevneşopiya têkoşîn û siyaseta 30 salan e û wiha got: “Em ê bi van zextan paşve gav neavêjin. DBP ew partî ye ku bi 17 hezaran windakirinan we neqedand. Me li ber van binçavkirin û girtinan paşve gav neavêt û em ê neavêjin. Ji me ditirsin çimkî em bihêz in û dizanin ku em mafdar in. Ew ditirsin çimkî dizanin wê di demek kin de bibin partiya tabelayê. Em li vir bûn û em ê li vir bin û têkoşîna me bênavber didome.”

‘Me serî netewand, em ê netewînin’

Cîgirê hevserokên HDP’ê û parlamenterê Wanê Tayîp Temel jî bertek nîşanî operasyonê da û got: “Gelek partiyên me bi mekanîzmaya darbeyan hatin girtin. Tevî vê yekê jî me xwe gihand bi milyonan kes. Me li ber van operasyonan serî netewand û em ê netewînin.”

Piştî axaftinan ji ber avahiya DBP’ê heta ber avahiya HDP’ê girseyê meş li dar xist û dirûşm berz kirin. Tevî hemû astengiyên polîsan jî girse meşiya û dirûşmên wek “Bijî berxwedana DBP’ê”, “Zext nikarin me bêzar bikin” û “Roj were dê AKP hesab bide gel” û “Em li dijî faşîzmê mil bidin milên hev” berz kirin.

Riha

Li Rihayê hevserokên DBP Hîdeyet Enmek û Rabîa Arslan hatin binçavkirin. Polîsan deriyê avahiya DBP’ê şikandin û ketin hundir lêgerîn pêk anîn û gelek pirtûk, alen partiyê û amûrên DBP’ê desteser kirin.

Piştî lêgerînê parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan jî di nav de nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kesan li ber avahiya partiyê oerasyona şermezar kirin. Hevserokê HDP’a Rihayê Ahmet Atiş axivî û wiha got: “Bila di serî de mîmarê vê operasyonê Suleyman Soylû baş bizanibe ku em ê serê xwe li ber wî netewînin. Wê ferdek HDP, DBP’ê serî li ber Soylû netewîne.”

‘Gelê kurd li ser piya ye’

Parlamenter Omer Ocalan jî axivî û bi bîr xist ku hê duh parlamenteriya Semra Guzel hat betalkirin îro jî operasyonên qirkirina siyasî li gelek bajaran li dijî DBP’ê pêk hat. Omer Ocalan da zanîn ku ew ê li dijî zilmê û zextan têkoşîna xwe hin bêtir berfirehtir bikin û wiha got: “Em ê bi gelê xwe re li ber xwe bidin. Ev ne operasyona ewl e û wisa xuya dike wê ne ya dawî be jî. Em bi hêz û îradeya gelê xwe têkoşîna xwe bidomînin û li ser piya ne. Bi milyonan mirovên me hatin koçberkirin, bi hezaran siyasetmedar û welatiyên me hatin kuştin. Bi hezaran siyasetmedarên me hê jî girtî ne. Tevî vê yekê jî gelê kurd û HDP li ser piya ne. Ev zilm û heqaret wê hin bêtir me bi hêztir bike. Serê me serbilind e û em bi têkoşîna xwe serbilind in. Rêya me rêya azadiyê ye û em ê bigihînin serkeftinê. Em vê zilmê şermezar dikin. Em ê bi têkoşîna xwe hesab ji AKP-MHP’ê bixwazin. Çend hevalên me tên binçavkirin bila bên kirin wê bi dehan hevalên me cihê wan tije bikin.”

Şirnex

Li Şirnexê jî polîsan serê sibehê bi ser avahiya DBP’ê ya bajêr de girt. Xelkê ku operasyon bihîst hatin ber avahiya partiyê û binçavkirinan protesto kirin. Li ber avahiya DBP’ê daxuyanî hat dayîn. Rêveberên HDP’ê, Dayikên Aştiyê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên MEBYA-DER’ê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji aliyê hevseroka DBP’ê ya Şirnexê Ayşe Salgucak ve hat xwendin. Salgucak diyar kir ku hikûmet bi van êrîşan dixwaze  siyaseta demokratî îlegalîze bike û wiha got: “Divê tu kes gumana de nebe dê gelê kurd û hêza wan a rêxistinkirî desthilatdariya AKP û MHP’ê têk bibe.  Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir dema ku hatiye binçavkirin tiliyên xwe rakirin nişaneya serkeftina gelê kurd e û ev nîşan dide ku desthilatdariya AKP û MHP’ê nikare ji binketinê rizgar bibe. Di vê çarçoveyê de em bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku xwedî li gelê kurd û hêza rêxistinkirî ya gelê kurd derkevin û li dijî lîstikên desthilatdariya AKP-MHP’ê rawestin. Divê were zanîn ku; Her çendî armanca sereke û lezgîn a desthilatdariya AKP-MHP’ê teslîmgirtina vîna gelê kurd be jî, dixwaze bigihêje tevahiya gelên Tirkiyeyê ye. Bi bertekên me yên demokratîk wê gelên Tirkiyeyê bi ser bikevin, yê winda bike jî hikûmeta AKP’ê û MHP’ê ye.”

 Mêrdîn

Rêveberên DBP’ê û HDP’ê jî li ber avahiya Rêxistina DBP’ê ya Mêrdînê daxuyanî dan û gelek kes tev li bûn. Endama Meclisa Partiyê ya DBP’ê Hamdiye Bilek Tûrgay daxuyanî da û destnîşan kir ku ew ê bi têkoşîn û daxwazên xwe demokratîk operasyonên qirkirina siyasî pûç bikin û wê îktidara AKP-MHP’ê li ber daxwaz û têkoşîna wan têk biçe.

Antalya

Rêxistina HDP’ê Antalya jî li ber avahiya xwe têkildarî operasyona ser DBP’ê daxuyanî da û nerazîbûn nîşan da. Hevseroka HDP’a Antalyayê Hulya Hasbay axivî û destnîşan kir ku îktidar dixwaze îradeya gelê kurd bi operasyon, binçavkirin, darbeyên siyasî û girtinan bitepisîne û got: “Em ê êrîşên AKP-MHP’ê têk bibin. Wê têkoşîna bi rêxistinkirî ya gelê kurd her berdewam bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar