Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Operasyona li Girtîgeha Sînaa û taxan didome

Operasyona li Girtîgeha Sînaa û li taxên Sînaa didome. Di operasyonan de gelek malzemeyên leşkerî hatin desteserkirin

Navenda Nûçeyan |

Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn Girtîgeha Sînaayê xistin bin kontrola xwe, di nav girtîgehê de operasyona lêgerînê di roja 2’an de didome.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li taxên din ên Hesekê jî operasyon da destpêkirin. Operasyona paqijkirina hucreyên DAIŞ’ê li taxên Xiwêran û Zihûrê didome.

Di operasyonan de gelek çekên çeteyên DAIŞ’ê hatin desteserkirin. Hat diyarkirin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî gelek kaleşnîkof, BKC, qayîşên teqemeniyê û bombe desteser kirine.

Navenda Çapemeniyê ya HSD’ê diyar kir wan di 26’ê çileyê saet di 14.50’an de Girtîgeha Sînaayê xistine bin kontrola xwe û 3 hezar û 500 çeteyên DAIŞ’ê teslîm girtine.

Zarok li navenda rehabîlîtasonê ne

Zarokên ku DAIŞ’ê ew perwerde kiribûn jî birin navendên rehabîlîtasyonê yên li Hesekê. Hate diyarkirin ku zarok ne girtî ne, ji bo rehabîlîtasyonê hatine girtin. Bang hat kirin bila her welat zarokên ku hemwelatiyê wan e bidin û divê mekanîzmayeke çareseriyê ya navneteweyî were avakirin.

Êrîşek berfireh bû

Endama Fermandariya Giştî ya HSD’ê û yek ji fermandara ku operasyon bi rê ve dibir Newroz Ehmed ji Ajansa Nûçeyan a MA’yê re axivî û diyar kir çeteyên payebilind ên di sala 2019’an de li Baxozê hatibûn girtin, di Girtîgeha Sînaayê de bûn. Ehmed diyar kir ku ji ber vê jî ev girtîgeh ji bo DAIŞ’ê gelekî girîng e û wiha got: “Di demeke wisa de êrîşeke wisa hat kirin û Erdogan dema ku got ‘Em ê bi stratejiyeke nû êrîş bikin’ gelekî manîdar e. Ev êrîş ji êrîşên berê berfirehtir û cihêtir bû. Xwe gelekî bal amade kiribûn, ji êrîşên berê cihêtir û rêxistintir bû. Komên di bin kontrola Tirkiyeyê de û komên ji Iraq û Sûriyeyê hatibûn, bi hev re êrîş kirin. Gelek çeteyên teslîm bûne, li xwe mikur tên ku ew ji herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de hatine. Dema ku me xwest van êrîşan bişikînin jî careke din dewleta tirk êrîş kir.”

Endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Arêz Ebdulla jî ji ber serkeftina şervanên HSD’ê ya li beramber plana mezin a çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wê vê peyamê da: “Eger ew plan serketiba, wê bandorê ne tenê li ser rojavayê Kurdistanê, li Herêma Kurdistanê û Iraqê jî kiriba. Destxweş Rojava, her serkeftîbin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar