Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi desteka YPJ, YPG û HSD’ê ji bo paqijkirin û bêbandorkirina Kampa Holê ji çeteyên DAIŞ’ê, di 28’ê Adarê de Operasyona Mirovî û Ewlehiyê dabû destpêkirin. Operasyona di roja 6`emîn de berdewam dike.
Li gorî daxuyaniya fermî ya hêzên ewlekariya hundirîn a 5 rojên derbasbûyî zêdetirî 70 çeteyî hatiye girtin û di nav de serçete, emîr û dadger jî hene. Her wiha heta niha gelek telefon, leptop, guleyên çekan, cilên leşkerî û pergalên teqemeniyê hatine desteserkirin.
Yekîneyên Antî Teror duh bi şev bi çalakiyeke taybet di hundirê Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê de 8 çeteyên şaneyên DAIŞ`ê girtin, di nav de serçeteyê duyemîn ê DAIŞ`ê yê bi navê (Qosey Nayif) Ebû Gerar jî heye. HESEKÊ