Di çarçoveya berdewamkirina operasyonên qeyûm de Hevserokê DBP’ê yê Amedê Garîp Kandemîr, Hevserokê berê yê HDP’ê yê Amedê Şerîf Camci û Endamê Meclisa Şaredariya Peyasê Îsmaîl Bardakçi ji aliyê polisan ve hatin binçavkirin. Polîsan li navçeya Pirsûsê di saetên serê sibê de, bi ser malan de girtin û 6 kes binçav kirin
Operasyonên qirkirinên siyasî yên li dijî kurdan û siyasetmedarên kurdan ku ji aliyê rejîma AKP/MHP’ê ve tên kirin berdewam dike. Di 19’ê Tebaxê de rejîma faşîzan a dijberî kurd hevşaredarên Bajarên Mezinê ên Amed, Wan û Mêrdînê ji pêwirê girtibû û li şûna wan waliyên mêtingehiyê tayîn kiribûn. Her wiha bi awayekî hemwext jî li 29 bajaran dest bi operasyona qirkirina siyasî kiribûn bû 418 siyasetmedar ku di nav de welatî û rojnameger jî heyî binçavkiribûn. Wekî berdewamiya vê operasyonê hêj jî polîsên rejîma AKP/MHP’ê siyasetmedarên kurd tên binçavkirin. Di çarçoveya operasyonan de Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Garîp Kandemîr, Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Şerîf Camci û Endamê Meclisa Şaredariya Peyasê Îsmaîl Bardakçi ji aliyê polisan ve hatin binçavkirin. Her sê siyasetmedarên ku hatin binçavkirin, birin Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polisan a Amedê.
Li Pirsûsê 6 kes hatin binçavkirin
Li aliyê din polîsan li navçeya Pirsûsa Rihayê, di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û cendirmeyan jî li taxên çolter operasyon li darxistin. Di di operasyon û serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin. Ji ber ku 2 kes ne li malên xwe bûn, nehatin binçavkirin.
Navê kesên hatin binçavkirin wihane: Nuho Ceyran, Osman Akgun, Ahmet Dagtekin, Halîl Demîr, Kadîr Samur û Mehmet Samur. 6 kesên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê.