Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet: Têkçûna dagirkeriyê

Bi her operasyonekî gerîla re dagirkeriya tirk ber bi têkçûnê ve diçe. Di heman demê de di her operasyonekî de hêzên gerîla danehevên xwe zêde dikin û encamên mezintir bi dest dixin.

Di pêvajoya payîz-zivistanê de derfetên pêkanîna çalakiyên berfereh ji aliyên gerîlayên azadiyê ve zêdetir dibe. Ev yek di pêvajoya 2 mehên derbasbûyî de bi awayekî zelal derket holê. Li Metîna, Zap û Xakurkê Operasyonên Şoreşgerî yên berfireh pêk hatin û ji sedî zêdetir kuştiyên artêşa tirk çêbûn. Bi heman performansê û bi derxistina tecrubeyan ji operasyonên derbasbûyî de hêzên gerîla carekî din di 12’ê Çileya 2024’an de Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêreluk pêk anîn. Bandora vê operasyonê ne tenê li heremê, li giştî cîhanê û bi taybet li Tirkiyeyê pir eşkere derket holê. Ango operasyonekî serkeftî ya li gorî tarzê serdemê pêk hatiye.
Operasyon li ser navê canbexşê nemir Helmet Dêreluk pêk hat. Gerîla Helmet di 23’yê Kanûna 2023’yan li qada berxwedanê ya Amediyê di operasyona şoreşgerî ya ku darbekî giran li dagirkeriyê xist şehîd bû. Gerîla Helmet zarokê Zapê û Dêrelukê bû. Li heman herêmê mezin bibû û tehemul nekir ku dagirkeriyê li ser axa xwe bibîne. Ji ber vê û ji bo ku derbekî li dagirkeriyê bixe û tola hevrêyên xwe hilîne beşdarî operasyona şoreşgerî bû. Ew xwedî seknekî zelal bû û li hemberî dagirkeriyê bi kîn bû. Heya dawiyê bi serkeftinê bawer dikir û xwe pêva kilît kiribû. Ji ber van xisletên gerîla Helmet û ji bo ku tola wî were rakirin Operasyon li ser navê wî hat diyar kirin. Ango serkeftina vê operasyonê mijarekî ku bivê nevê bû.
Rêveberên Tevgera Azadiyê gelek caran helwesta gerîla ya li hemberî dagirkeriyê diyar kiribûn. Fermandarê Navenda Parastina Gel gotibû; “Yan wê leşkerên dagirker biçin yan wê bimirin.” A rast di van operasyonên dawî de ev pir bi eşkere derket holê. Pêlekî berfereh a çalakiyên gerîla bi ser dagirkeriyê ve hat û wan tarûmar kir. Nemaze operasyona dawî ya li girê Amediyê mîna şeqemekî li rûyê pergala faşîst xist û wan di şoqê de hişt.
Tê zanîn ku herema Amediyê ya girêdayî Zapê ev 3 sal in di berxwedanê de ye. Ango ev çalakiyên ku hatin lidarxistin bi carekî de çênebûn. Hebûna gerîla ya li vê heremê tu carî kêm nebûye û serwerî neketiye destê dewleta tirk. Li vê heremê û di her girekî de qelayên berxwedanê yên neketî hene. Qelayên wisa ne ku artêşa dagirker li hemberî wan bê hêz maye û neçarî dijî. Em baş li rabirdûya salên dawî binêrin wê were dîtin ku çalakvaniya hêzên gerîla her hebûye û serweriyekî bê qisur li ser herêmê heye. Esas ê ku li van herêman kilît bûye artêşa tirk bi xwe ye.
Operasyona şehîd Helmet Dêreluk bi awayekî pir plankirî pêk hat. Plana operasyonê, hem têgihiştina gerîla, taktîk pêşxistin û di şertên zehmet de afrînerî raber kirin pir bi awayekî zirav pêk hatine. Tevahî faktorên serkeftina şer bi rêkûpêk hatin bicihanîn. Gerîla performansekî pir bilind a êrîşê diyar kir. Esas tiştên ku em di salên dawî de dibin şahid berhema projeya jinûve avabûna HPG û YJA Starê ye ku di mehên dawî de gihîştiye lûtkeyê.
Di vê operasyonê de pêşxistina taktîk pir mijarekî diyarker e. Di serî de ruxmî hemû teknîk, mayîn û têlên risiyayî hêzên gerîla bê ku bandorê li ketina nava çeperan bike van hemûyan derbas dike. Ango di vir de hosteyiyekî heye. Bi vî awayî heya dikeve nava çeperan û heya kêliya despêkirina êrîşê nîvê çalakiyê bi ser xistine.
Mijarekî din ku di vê çalakiyê de derdikeve pêş, hejmara zêde ya tîmên gerîla û koordînekirina wan e. HPG û YJA Starê di vê operasyonê de bi hejmarekî zêde ya tîmên pispor ev çalakî lidar xist. Li vir mijara koordîneyê pir li pêş e. Bi awayekî hemwext êrîş birina bi ser dagirkeriyê yek ji faktorên girîng ên vê çalakiyê ne. Bi taybet tarzê lêdanê ya mîna brûskê ku şoqê ava dike pir diyarker e. Ev yek nîşan dide ku projeya HPG û YJA Starê ya jinûve avabûnê gihiştiye astekî pir bilind.
Çalakî di nava şert û mercên pir zor de pêk hat. Ji aliyekî rewşa hewayî ya sar û bi bahoz û ji aliyekî din li ser van herêman ambargoyekî berfereh a hêzên PDK a ku armanc dike tevahî riyên lojistîkî bigire heye. Di nava van şertan de çalakiyekî di vê astê de lidarxistin ne mijarekî ji rêze ye. Ruxmî vê, hêzên gerîla ji xwe re nake asteng û bi erkên xwe yên parastina axa Kurdistanê bi israr e. Lê em dibînin ku dewleta tirk a dagirker û çapemeniya wê ya şerê taybet binkeftina artêşa xwe bi rewşa hewayî nîşan didin. Di esasê xwe de mijara ku di qirika wan de maye û nikarin bînin ziman jî ew e ku leşkerên wan bê îrade û nikarin şer bikin. Ev wêneya ku li heremê ev 3 sal in hatiye neqşandin îro pir zelal ji rayra giştî re eşkere dibe.
Di encam de girê ku hatibû hedef girtin ji aliyê hêzên gerîla ve bi giştî hat paqijkirin û çeperên dagirkeran ji holê hatin rakirin. Ango ev gir di vê operasyonê de bi giştî ket destê gerîla. Bi giştî 14 çek tên rakirin û 15 dûrbînên şev, roj, bi termal û gelek alavên leşkerî dikeve destê gerîla. Di vê operasyona şoreşgerî de yê ku hêzên gerîla tespît kiriye 61 dagiker tên kuştin, heman demê 2 gerîlayên azadiyê ku bi fedayîtî şer kirin gihiştin şehadetê.
Bandora vê çalakiyê li ser dewleta tirk a dagirker di kêliyên despêkê de xuya bû. Şoqa mezin ne li Amediyê li Enqereyê bû. Tevahî rayadarên dewletê ji nişkava sar û şîn bûbûn. Çawa efsaneya wan a teknîka hewayî têkçû, çawa leşkerên wan ên taybet li hemberî hêzên gerîla nekarîn şer bikin. Di roja yekemîn de tevahî planên dewletê li binguhê hev ketin û civînên ewlekariyê yên awarte hatin lidarixistin. Jixwe ji tirşbûna rûyê wan a di civînê de zelal bû ku şeva wan a derbasbûyî ne tu şev bû. Artêşa ku yekane hêviyên wan a desthilatê li ser lingan dihêle bêprestîj li holê mabû.
Vê carê çapemeniya şerê taybet carekî din ket dewrê û bi ragihandina nasnameyên gerîlayên ku di salên borî de şehîd bûn weke ku di encama operasyonekî MÎT’ê de hatine şehîdxistin servîsî raya giştî kir. Lê ev hewldana wan bi nûçe û daxuyaniyên tevgera azadiya hatin pûçkirin û encam bi dest ne xistin. Ji bo wê niha hewldana dewleta dagirker ew e ku li hin koşeyan derbê li gerîla bide û bi vî awayî xwe li ser lingan bigire.
Bandora vê operasyonê li ser xelkên herêmê pir zêde bû. Bi taybet xelkên herema Amediyê, Dêreluk û Şêladizê moralekî pir mezin girtin. Gelek kes piştgiriya xwe ji gerîla re raber kirin û helwesta xwe ya neteweyî di civatan de nîşan dan. Ango mîna berê xelkê vê herêmê tu carî hêviyên xwe yên rizgarbûnê ji şerê ku gerîla dike qut nekiriye. Lê weke ku dihat payîn hêzên PDK ên ku hewl didin di hemû detayan de xwe bişibînin dewleta tirk gelek niştecihên vê herêmê girtin û avêtin zindanê. Di heman demê de çavkaniyên xwe yên istixbaratê li qadên ku gerîla lê hene zêde kir. Rasterast kordînatên ku tespît dike bi dewleta Tirk re parve dike. PDK carekî din isbat kir ku ew hevkarê sereke ya dagirkeriya li vê heremê ye.
Di encamê de bi her operasyonekî gerîla re dagirkeriya tirk ber bi têkçûnê ve diçe. Di heman demê de di her operasyonekî de hêzên gerîla danehevên xwe zêde dikin û encamên mezintir bi dest dixin. Ji bo me weke gelê Kurd cihê şanaziyê ye ku em xwedî artêşekî perwerdekirî û pispor ê bi vî awayî ne. Hêzên HPG û YJA Star isbat kirin ku têkbirina dagirkeriyê ne dûr e. Peyama ku ji vê operasyonê derketî holê ew e ku divê her kes rola xwe di vê pêvajoyê de bilîze û di şoreşa Kurdistanê bibe ferdekî aktîf. Di heman demê de gerîla peyam da ku di her kêliyê de û li cihê ku artêşa dagirker hêzên xwe yê bijare jî seferber dike dikare wan têk bibe û pergala dewleta faşîst bihejîne.
Çavkanî: Kawa Tolhildan ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar