Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê serkeftî bi dawî bû

QSD′ê têkildarî operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de daxuyaniyek weşand. QSD’ê diyar kir ku operasyona li Dêrezorê sekeftî bi dawî bûye û ragihand ku di operasyonê de 29 çete hatine kuştin, 25 şervan û 9 sivîl şehîd bûne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′  ku 27′ê tebaxê li gundewarê Dêrazorê dabû destpêkirin, daxuyaniyek nivîskî weşand. QSD′ê diyar kir ku di operasyonê de 29 çete hatine kuştin, 25 şervan  û 9 sivîl şehîd bûne û hejmareke çeteyên DAIŞ û yên Dîfa El Wetenî hatin girtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di serî de rejîma Sûriyeyê û rejîma tirk, gelek hêzan hewl dan fitneyê biafirînin. Lê bi saya peywendiya domdar a di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û şêniyên herêmê de rê li ber hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê hat girt û operasyon bi ser ket.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

′′Hêzên me Hêzên Sûriya Demokratîk bi serkêşiya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê di 27′ê tebaxê de bi navê ′Xurtkirina Ewlehiyê′ operasyoneke ewlehî û leşkerî da destpêkirin. Armanca sereke ya operasyonê hedefkirina şaneyên DAIŞ a terorî ye ku di sala borî de zêdetirî 60 êriş li dijî hêzên me yên leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şêniyên herêmê pêk anîn. Armanca din a operasyonê serdegirtina bazirganên narkotîkî û sûcdar ne yên ku ji aliyê saziya edaleta Dêrazorê ve têne xwestin ne, ji ber ku sûc li dijî şêniyan û saziyên giştî kirine.

Di du rojên pêşîn de, operasyon li gorî hatibû plankirin bi rê ve çû. Hêzên leşkerî hejmarek endamên şaneya rêxistina DAIŞ a terorîst û bazirganên narkotîkî girtin. Her wiha zêdetirî 90 gundên li rojava û bakurê Dêrazorê paqij kirin.

Di serî de saziyên ewlehiyê yên girêdayî rejîma Sûriyeyê, gelek aliyan dîtin ku serkeftina operasyonê dê proje û planên wan ên li herêmê têk bibin. Ji ber vê yekê van aliyan berê bûyeran dan aliyekî din û hin kesayetên girêdayî xwe bi kar tînin, her wiha endamên çekdar di aliyê rojava yê çemê Firatê re derbasî gundên Dêrazorê kirin. Endamên çekdar bi navê artêşa eşîran bi şaneyên çekdarên girêdayî rejîmê re bûne yek. Artêşa navborî bi xwe rêxistineke ewlehiyê ye ku rasterast girêdayî rejîmê ye.

Dêrazor û gundên wê di bin kontrola QSD’ê de ne

-Operasyon di bingeh de li dijî şaneyên rêxistina terorî ya DAIŞ′ê bû. Lê dema ku endamên girêdayî rejîma Sûriyeyê tevlihevî derxistin, ev operasyon veguherî pevçûnan li dijî wan endaman ku ji rojavayê çemê Firatê derbas bibûn. Van endaman hewl dan fitneyê di navbera şêniyên û Hêzên Sûriya Demokratîk de derxin, lê hewldanên wan têk çûn.

-125 gundên herêma Dêrazorê di bin kontrola Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ya girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk de ne. Lê pirsgirêk û alozî li 5 gundan tenê rû dan ku endamên rejîmê û kesên sûcdar derbasî wan bibûn.

-Hêzên me di rojên pêşîn ên operasyonê de tundî bi kar nedanî, lê xwest bi aqil, zanebûn û sebirê aloziyan çareser bike û dawî li tevliheviyê bîne. Lê endamên  çekdar êrişî saziyên xizmetguzariyê yên wekî şaredarî û stasyonên avê kirin. Bi taybet saziya avê ya li Zîbanê talan kirin, dizîn, şewitandin û wêran kirin. Her wiha hewl dan şer ber bi herêmên sivîlan ve bikişînin. Ev yek xeterî li ser şêniyan çêkir. Ji ber vê  yekê şêniyan bang li QSD′ê kirin ku destwerdanê bikin û dawî li rewşa aloz û xirabkirina saziyan werînin.

-Hêzên me banga şêniyan û rûspiyan bi cih anîn û dest bi paqijkirina 5 gundan kirin û gund paqij kirin. Hinek çekdaran xwe radest kirin û hinekên din jî ber bi aliyê herêmên rojava yê çemê Firatê ve reviyan ku di bin serweriya rejîma Sûriyeyê de ne.

-Di dîroka aloziya Sûriyeyê de, tiştekî wisa çênebûye ku bi rêjeyeke ewqasî mezin hewldanên terîkkirin û derxistina fitîneyan li dijî hêzên me nehatine kirin. Lê hêzên me tevaî şervan û fermandarên xwe bi aqil, zanebûn, berpirsyarî û disîplînî nêzî rewşê bûn.

-Di serî de rejîma Sûriye û ya tirk, hinek hêzan hewl dan fitneyê biafirînin. Lê bi saya peywendiya domdar a di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û şêniyên herêmê de, her wiha bi saya agahdarîkirina şêniyan bi geşedanên operasyonê, rê li ber hewldanên têkbigirina ewlehiya herêmê hatin girtin û operasyon bi ser ket. Li vir em lehengiya şervan û fermandarên xwe, nûnerên civakê yên şêx û eşîran silav dikin ku alîkarî û agahî dan me û mîsyona hêzên me ya li dijî wan çekdaran hêsan kir.

-Di operasyonê de 29 çekdar hatin kuştin, 25 şervanên me û 9 sivîl bi çekên çekdaran şehîd bûn. Çekdaran di şerên xwe yên li dijî hêzên me çekên giran û moşekan milan bi kar anîn, dîmenên ku hatin parvekirin vê yekê piştast dike. Her wiha 4 endamên Dîfa Wetenî yên girêdayî rejîma Sûriyê û 2 endamên rêxistina DAIŞ a terorî, 15 çekdarên din hatin girtin. Dîsa jî miqdareke mezin a çek û teqemenî ket destê hêzên me.

-Di demekê de ku operasyon berdewam kir, hêzên me bi şêxên eşîran re civiyan ku eşîra Igêdat bi herdû beşên wê Bikêr û Şiêtat amade bûn. Hemûyan  xwestin ku divê rê neyê dayîn endamên derve derbasî Dêrazorê bibin û ewlehî û istiqrara wê xirab bikin.

-Îro jî piştî ku tevahî herêmê hatin paqijkirin û çekdarên biyanî hatin qewitandin, em Hêzên Sûriya Demokratîk radighînin ku operasyona leşkerî ya bingehîn a li Dêrazorê bi dawî bû û derbasî pêvajoya operasyonên ewlehiyê yên diyarker ên li dijî şaneyên DAÎŞ a terorîst û kesên sûcdar dibe.

-Hemwextî operasyona ′Xurtkirina Ewelehiyê′, artêşa tirk a dagirker êrîşên domdar li dijî herêmên Minbic, Eyn Îsa, Girê Spî, Til Temir û Zirganê pêk anîn. Hêzên me bi hemû teşkîleyên xwe yên leşkerî bersiva êrişan dan, êriş pûç kirin û ziyanên mezin gihandin çeteyan.

-Rejîmên Sûriye û tirk hewl dan fiteniyekê li gelemperiya Sûriyeyê û herêma Dêrazorê bi taybet biafirînin û rengekî xeternak bidin bûyerên, lê hewldanên wan li wan qulupîn. Bi saya sekna hêzên me û hişyarbûna gelê me û bi saya kombûna gel a li derdora hêzên me hêvî û armancên her du rejîman têk çûn. Bûyerên ku li 5 gundan rû dan, niyetên hêzên derve raxistin ber çavan ku hewl dan ewlehiya herêmên me û şêniyên wê têk bibin. Bi saya zanebûna gelê me û baweriya wê ya bi hêzên wê yên parêzvann, tevahî komplo û plan hatin pûçkirin.

-Di demekê de ku em spasiya gelê xwe û rêveberên civaka Dêrazorê dikin ku ku di şerê li hemberî fitneyan piştgirî dan hêzên me, em soz didin ku em ê li dijî şaneyên rêxistina DAIŞ a terorî, çi kesên ku hewl didin ewlehî û aramiyê têk bibin û li dijî hemû aliyên aliyên ku xwe dispêrên îradeya derve û hewl tevlihevî û fitneyan derxistin, asta têkoşîn û xebatê xurt bikin. Her wiha em ê hewldanan bi baldarî û berpirsyartiyeke mezin nêzîk bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar