Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Osman: Baweriya min ji siyaseta HDP û Çepên Kesk zêde ye

Osman diyar kir ku vê carê divê dawî li desthilata AKP’ê û hikûmeta Erdogan were anîn û got: “Hêviya min ji HDP’ê û Çepên Kesk ewe ku divê hewildanên cidîtir bikin daku pirsgirêka kurd bi aştiyê çareser bibe û Abdullah Ocalan jî azad bibe.

Ev hilbijartin wê bandora xwe bi taybetî li ser başûr û rojavayê Kurdistanê hebe. Her wiha wê bandorek erênî ji bo kurdan giştî û Rojhilata Navîn jî hebe.”

Siyasetmedar Dr Mehmud Osman, di hevpeyvînek taybet de li ser giringiya hilbijartinên giştî yên li bakûrê Kurdistan û Tirkiye, her wiha giringiya hilweşandina desthilata Erdogan bersiva pirsên Rojnews da.

Hevpeyvîna bi Dr Mehmud Osman re wihaye;

– Ferqa vê hilbijartinê ji ya hilbijartinên din ên Tirkiyeyê çiye?

Ev hilbijartin jî mîna hemû hilbijartinên boriye ku bi qasî pênc salin Erdogan li ser hikme, lê divê hilbijartinê de dijberên AKP’ê zêdetirin. Ji bona wê dibe guhertin pêkwere.

– Ger guhertin di desthilatdariya Tirkiye de pêkwere, wê çi guhertin di rewşa kurdan de çêbe?

‘Fikra Kiliçdaroglu bi qismî ji ya Erdogan û AKP’ê baştire’

Eger heye ku guhertin çêbin, çend care em dibihîsin Kemal Kiliçdaroglu ku li hemberî Erdogan namzete, dibêje ew şer naxwazin û ew ê şer bisekinînin. Ji berku pirsgirêka kurd bi şer çareser nabe û divê li parlementoyê çareser bibe. Lê nabêje wê çawan pirsgirêkê çareser bike. Lê ev fikrek nûye û ji fikra Erdoganê ku alîgirê şere, cûdaye. Ji bona wê fikra Kiliçdaroglu ji ya Erdogan û AKP’ê baştire.

– Hûn pêşbînî dikin ku dubare pêvajoya aştiyê li Tirkiye destpê bike?

Li gor tiştên em ji Kiliçdaroglû û dijberên AKP’ê dibihîsin, egera wê çendê heye. Ji berku dibêjin divê pirsgirêka kurd li parlementoyê çareser bibe, ne bi şer. Ji van gotinên wan diyar dibe ku bernameyek wan a siyasî heye. Her çiqas siyaseta xwe ya li hemberî kurdan aşkere nekirine ka wê çibikin û çawa bikin. Lê cûdahiyek mezin di navbera wan û Erdogan de heye. Ji berku Erdogan di her alî de siyaseta xwe li ser dijminahiya kurdan dimeşîne. Heta niha alîkariya kurdan nekiriye. Bi taybetî kurdên ku li parlementoyê ne yan jî serokên şaredariyanin. Erdogan dibêje ku li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd nîne. Nêrîna Kemal Kiliçdaroglu wek ya Selahedîn Demirtaşe, ez nêrîna Demirtaş giring dibînim, ji berku kesek têkoşer û nîştimanperwere.

– Piştgiriya gelê kurd bi taybetî jî başûrê Kurdistan a ji bo Partiya Çepên Kesk çi giringiya xwe heye?

‘Gelek girînge başûrê Kurdistan piştgiriya Çepên Kesk bike’

Piştgiriya Partiya Çepên Kesk gelek giringe, ji berku Partiya Çepên Kesk hertim ji bo Tirkiye başe. Ger li Tirkiye rewşek demokrasiyê derkeve pêş, wê hem ji bo kurdan hem jî ji bo her kesê baş be. Gelek caran nûnerên HDP’ê hatine başûrê Kurdistanê û li gel berpirsên başûrê Kurdistanê hevdîtin kirine. Li gor min gelek giringe ku başûrê Kurdistan piştgiriya HDP’ê (Partiya Çepên Kesk) û Kiliçdaroglu bike.

– Wê ev hilbijartin çi bandora xwe li ser beşên din  ên Kurdistanê bike, bi taybetî başûr û rojavayê Kurdistanê ?

Belê ev hilbijartin wê bandora xwe li ser başûr û rojavayê Kurdistanê hebe. Ji berku Erdogan li dijî başûr û rojavayê Kurdistanê şer dike. Rojhilat hinek ji Erdogan dûre, lê li gel rejîma Îranê li dijî kurdên Rojhilat jî, ji bona wê wê bandora xwe li ser wê derê jî bike. Li gor nêrîna min, nemana hikûmeta Erdogan wê bandorek erênî ji bo kurdan bi giştî hebe.

– Ger guhertin çêbe, wê bandorek çawan li ser Rojhilata Navîn çêke, ji berku Erdogan destwerdanê di gelek welatên herêmê de kiriye û gelek caran jî ziyan bi berjewendiyên Amerîka û Ewropayê jî gihandiye?

Di wî alî de jî wê bandora xwe hebe, ji berku Erdogan li Libya û Suriye destwerdanan dike. Demek dirêj li dijî Misrê bû, niha jî dixwaze li gel de lihev bike. Her wiha gelek caran destwerdan di karûbarên Yunanistan û Qibrisê de dike. Li Rojhilata Navîn kes piştgiriya van destwerdanên Erdogan nake. Ji ber wê bi çûna desthilata Erdogan re, wê bandorek erênî li ser Rojhilata Navîn jî çêbe.

– Hinek aliyên kurd piştgiriya AKP’ê û Erdogan dikin, hûn vê piştgiriyê çawan dinirxînin? Li gor we ger Erdogan bimîne ma wê siyaseta dagirkerî, kuştin û dijminahiya kurdan zêdetir nebe?

‘Hêvîdarim ev kesan li rastiya kurd vegerin’

Yên ku pişgiriya AKP’ê û Erdogan dikin, nizanim çawanin, lê hinek kes hene ku piştgiriya Erdogan û partiya wî dikin. Lê li gor tê dîtin ev zilam şerxwaze û hertim şer li gel kurdan de kiriye. Wî tu ferqê nexistiye navbera tu kurdan de, li her derê şerê kurdan dike û kurdan dikuje. Ji bona wê ez li dijî wê yekê me ku piştgiriya Erdogan û hikûmeta wî were kirin. Lê hevkarî heye, hêvîdarim hevkariya heyî kêm bibe.

– Li gor we ew aliyên kurdî bi çi armancê piştgiriya AKP’ê û Erdogan dikin?

Ji berku partiya wî ye, kesên pêre hene, alîkarî û piştgiriya wî dikin. Lê ez dibêjim yên ku vê carê hevkariya wî dikin, kêmtirin ji carên berê.

– Vê carê Amerîka û Ewropa piştgiriya guhertinan di desthilata Tirkiye de dikin, ji bona wê bi aşkere diyar dikin ku ew piştgiriya Kiliçdaroglû dikin. Li gor we sedem çiye Amerîka û Ewropa di helwesta xwe de guhertin çêkiriye?

Baweriya min bi Amerîkayê nayê, welatek derewîne, welatek xirabe. Siyaseta wan hertim li dijî kurda ye û hertim alîgirên Erdogan bûn. Derewan dikin, dibêjin em ê piştgiriya kî bikin ya kê nakin. Ew ne cihê baweriyê ne. Dibe ku Ewropa zêde ji Erdogan razî nebe, lê ya dimîne divê were dîtin wê encam çawan be. Li gor min kî biserkeve wê piştgiriya wî bikin, siyaseta Amerîka û Ewropa li gor kesan nayê guhertin.

– Li gor we piştî vê hilbijartinê divê kurd çi bikin, siyasetek çawan bimeşînin?

Ev hilbijartin hebe yan jî nebe, divê kurd yekgirtina xwe çêkin. Li her çar parçeyên Kurdistanê di xebata netewî de hevkariya hev bikin. Li gor nêrîna min divê kurd hemû bi hevre wisan bikin ku guhertin li Tirkiye çêbe. AKP û hikûmeta wî carek din neyên ser desthilatê.

– Bi salane Erdogan li dijî kurdan şer dike, ger hemû kurd yekgirtî bin, wê bikarin dawî li hikûmeta Erdogan bînin?

‘Yekgirtiya kurdan wê pêşî li gelek siyastên qirêj bigire’

Ger kurd yekgirtîbin wê bandora xwe hebe ku bikarin li bakûrê Kurdistanê deng bi AKP’ê nedin. Lê nikarim bêjim ku wê dawî lê were anîn. Ji berku Tirkiye welatek mezine, lê hêvîdarim bandora xwe hebe û bikarîn bihevre kurdên ku alîgirê Erdoganin razî bikin û dengê xwe bi Erdogan û AKP’ê nedin.

– Di dawiyê de peyama we ji bo HDP’ê çiye û çi bangek we ji bo hilbijartinê ji gelê kurd re heye?

Peyama min a ji bo HDP’ê ewe ku niha çibikin ez rast dibînim. Piştgiriya siyaseta HDP’ê dikim. Ji berku ez dizanim çi dibêjin û çi nabêjin. Hêviya min ji HDP’ê ewe ku vê carê hîn zêdetir bixebitin û rola wan di avakirina hikûmeta ku were avakirin de hebe. Divê hewildanên cidîtir hebin daku pirsgirêka kurd bi aştiyê çareser bibe û Abdullah Ocalan jî azad bibe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar