Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Osman Eskerî: PDK di şehîdxistina gerîla de bi dewleta tirk re hevkar e

Êrîşên dewleta tirk a dagirker yên ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê dewam dikin. Dewleta tirk a dagirker herî dawî bi PDK’ê re ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê êrîşek nû da destpê kirin. Li seranserê Herêma Kurdistan û Iraqê nerazîbûnên li hemberî êrîşa dewleta tirk roj bi roj berfireh dibe.

Di 26’ê nîsanê de Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ya ser bi PDK’ê, îdia kir ku wan dest bi ser hin çek û maskeyên xweparastina ji çekên kimyawî de girtine.

Pisporê Leşkerî Osman Eskerî di derbarê senaryoyên PDK’ê yên li dijî PKK’ê de axivî û balkişand li ser serdegirtina maskeyên xwe parastina ji çekên kîmyewî.

Osman Eskerî di destpêka axaftina xwe de qala siyaseta dijminane a PDK’ê kir û axivî: “Siyaseta ku PDK dimeşîne dema wê derbazbûye. Li gorî PDK’ê divê desthilatdariya vê herêmê tenê di destê wî de be û bi tenê nunertiya kurdan bikin. PDK’ê ji bo vê armancê tiştek nekiriye, karê ku dike jî gelek çewt e.”

Eskerî di dewama axaftina xwe de behsa maskeyên xweparastina ji çekên kîmyewî yên ji aliyê PDK’ê ve hatine desteserkirin kir û got: “Diyare PDK bi kuştina kurdan kêfxweş dibe, lewra rê li ber pêwîstiyan digire. PKK’ê senaryoya ku PDK’ê li ser gêrîlayan çêkiribû, derewand.”

Osman Eskerî daxuyakirin ku dewleta tirk di êrîşa ku li ser başûrê Kurdistanê dayî destpêkirin de li beramberî gerîla şikestiye û wiha da zanîn: “PDK ji ber vê rewşa binketina dostê xwe, destdanî li ser maskeyên kîmyayî.”

Osman Eskerî di dawiya axaftina xwe de ragihand ku PDK bi awayekî vekirî alîkariya dewleta tirk dike û dibêje: “Niha PDK di şehîd xistina gerîla de bi dewleta tirk re hevbeşe. Ya li vir girîng ewe ku wê dewleta tirk û PDK li beramberî gelê kurd bişkin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar