Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Osman: Ger sibe PKK biqede dê Tirkiye vêcarê jî êrîşî PDK’ê bike

Siyasetmedarê kurd Dr. Mehmûd Osman têkildarî planên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê û rola wê ya di aloziya li Zînî Wertê de ji Rojnewsê bi Berhem Letîf re axivî.

Mehmûd Osman da zanîn ku her tim di navbera aliyên siyasî yên Başûr de nakokî hebûn û wiha got: “Hinek nakokî yên dema niha û hinek jî yên dema 1964-1965’an e. Lê bo xwe aqilî jê nagirin. Ya duyemîn jî di navbera aliyan de danûstandinên pêwîst nînin. Du mehan carekê rûdinin, xwarinekê dixwin û radibin. Ev ne guftûgo, dibe rûniştinek an jî hevdîtinek. Ev yek hem li Başûr û hem jî li Bexdayê wiha ye.”

Di berdewamê de jî Osman bal kişand ser rewşa Zînî Wertê û wiha dom kir: “Di serî de dewleta tirk, tiliya hêzên derve tê de heye. Min gelek caran ji YNK û PDK’ê re jî got ku şandeyekê ava bikin, bi PKK’ê re rûnin, guftûgoyê bikin û sînorê tevgerkirina hev diyar bikin. Ez fam nakim bê ka çima nayên gel hev. Hîn bûne ku illeh yek wan lihev bîne. Dema nakokî di navbera YNK û PDK’ê de hebûn, DYA û Îranê aştiya wan çêdikir. Lê çima ew bi xwe nayên gel hev? Xelkê derve êdî jê bêzar bûye.”

‘Tirkiye ne tenê dijminê PKK’ê, dijminê hemû kurdan e’

Osman destnîşan kir ku ji ber nakokiyên navxweyî, başûrê Kurdistanê bêhêz dibe û wiha pê de çû: “Fermo temaşe bikin, eger Bexda pere neşîne, hikûmeta Herêma Kurdistanê nikare mûçeyan bide. Ev 28 sal e paşketin heye. Ketine destê Îran û Tirkiyeyê. Hikûmeta herêmê ketiye rewşeke neçar û ew hêz jî şertên xwe lê ferz dikin. Dewleta tirk dixwaze kurdên Başûr û Bakur bi hevdu bide kuştin. Tirkiye tenê ne dijminê PKK’ê, dijminê hemû kurdan e.”

‘PKK ji bo parastina welatê xwe şer dike’

Bi domdarî jî Osman anî ziman ku PKK parastina welatê xwe dike û wiha derbirî: “Ew ji Enqereyê tên êrîşî welatê me dikin. Çima PKK dibe terorîst lê ew nabin terorîst? PKK’ê gelek caran şer rawestand û daxwaza aştiyê kir. Birêz Ocalan her tim peyama aştiyê dide. Lê Tirkiye vê nake. Baş e em bêjin li dijî PKK’ê ye. Lê çima li dijî kesên bi hilbijartinê diçin meclisê û li dijî hevşaredaran derdikeve? Tirkiye ne tenê li dijî PKK’ê, li dijî hemû kurdan e. Amerîka jî piştgiriya wê dike. Me dît bê ka Tirkiyeyê di referandumê de çi bi kurdan kir. Ji ber ku dijminê kurdan in. Mafê desthilata Başûr e ku bi pêwendiyên xwe bi Tirkiyeyê re pêş bixe, lê divê ne li ser hesabê kurdên Bakur be.”

‘PKK biqede vêcarê dê Tirkiye êrîşî PDK’ê bike’

Herî dawî jî Dr. Mehmûd Osman ev tişt anî ziman: “Pêwendiyan Tirkiyeyê yên ligel Herêma Kurdistanê li ser bazirganî û ewlehiyê ne. Tirkiyeyê tu carî pêwendiyeke siyasî bi Herêma Kurdistanê re pêş nexistiye. Yan dibêje, Hewlêr û Silêmaniye yan jî dibêje bakurê Iraqê. Petrolê difiroşe, pere qezenc dike. Di aliyê ewlehiyê de jî eger merhebayê bide ew jî divê bi awayê ku li dijî PKK’ê be û şerê PKK’ê bike. Dewleta tirk PDK’ê bi kar tîne. Tirkiye niha ji PDK’ê razî nîne. Dixwaze biçe Qendîlê û ji bo wê şer bike. Wê demê jî nediyare dê ji PDK’ê razî be yan na. Ji ber ku dema PKK qediya vêcarê jî dê êrîşî PDK’ê bike.” SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar