Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Ozcan: Peywira me girtiye em ê bi îradeyeke azad bimeşînin

Hevseroka Gitşî ya nû ya HDP’ê Sultan Ozcan diyar kir ku peywira wan girtiye wê bi îradeyek mezin bimeşînin û wiha got: “Şikandina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan wek peywirekê li pêş me ye. Hewcedariyên vê ji her demê bêtir xurt wê pêk bê û ev yek ji peywira girîng a civakê daye me ye. Ev gelek girîng e.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 4’emîn Kongreya Awarte, li Navenda Bazirganiyê ya Cihanê li dar xist. Ji 94 delegeyî  piranî deng bi kar anî û hevserokên nû yên HDP’ê Sultan Ozcan û Cahît Kirkazak hatin hilbijartin

Hevseroka Giştî ya nû Sultan Ozcan piştî kongreyê nirxandina ewil kir û da zanîn ku wê kesayeta tuzel a HDP’ê bê parastin lê di dema nû de wê hemû tecrûbe û dewlemendiyên xwe biherikînin Partiya Çep a Kesk.

 ‘Me pişta xwe da dîrokek bi kok’

Ozcan da zanîn ku dîroka 11 salan a HDP’ê di rêwistiya hêviyê de jî dîrokî bûye û ev mîrateyek e. Ozcan wiha dirêjî dayê: “Di vê rêwitiya hêviyê ya 11 salan a mîrateya tecrubeyên şoreşî, dîrokî, civakî û demokratîk cih digirin. Hemû tecrubeya têkoşîna demokratîk a gerdûnî daye pişt xwe û meşek xurt a xwedî lê derdikeve ye. HDP dema hat avakirin bû navnîşana gelan, baweriyan. Gotin ‘wê rojan berdewam neke’ lê bi înyat hemû dînakîmên civakê tevî hemû kumpas û dorpêçan pişta xwe dan dîrokê. Bi hişmendiya jiyanek nû heta îro xwe domand. Doza girtinê, doza kumpasê ya Kobanê didome. Van hewldan û êrîşan pêşî li me negirt. Jiyanek nû jiyanek cuda, têkoşîna aştiyeke mayînde meşand. Hemû astengiyên li pêş têkoşîna yekbûyî derbas kir û hat van rojan. Peywira me ji Fatma Gok, Sebahat Tuncel, Fîgen Yuksekdag, Serpîl Kemalbay û Pervîn Buldan girtiye em ê bi îradeyeke azad bimeşînin.”

‘Hedefa me avakirina jiyaneke hevpar a gelan e’

Ozcan di berdemawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku mijara ku HDP kiriye HDP çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk û komara demokratîk, demokrasiya herêmî ye û wiha anî ziman: “Hedefa me ev e ku dawî li vê pergala zilmkar, polîtîkayên şer bê. Hedefa me avakirina jiyaneke hevpar a gelan e. Ji ber vê jî di dema avakirina nû de me berê xwe da paradîgmaya xwe. Me lê nêrî ku kêmasî hene.  Em ê van temam bikin em ê kadroyên xwe nû bikin. Em ê dersan ji tiştên ku hatine jiyîn derbixin. Em ê tecrube û destkeftiyên xwe ragîhinin Partiya Çep a Kesk û ji wir pêş bikevin. Em ê kesayeta tuzel biparêzin û di riya xwe de bi vê mîsyonê dewam bikin. Partiya Çep a Kesk dema nû de wê ji dîrokê dersan derbixe xwebûnê bike û bibe navenda hêviya gelan û di biryara avakirina jiyanek nû de be. Di dawiya meha îlonê de em ê kongreyê pêk bînin û vê ji gelên Tirkiyeyê re diyar bikin. Bila tu kes bê hêvî nemîne. HDP heye, fikra HDP’ê riyên nû dibîne. Em ê bi vê baweriyê bimeşin.”

Di dema nû de rêxistina têkoşînê Partiya Çep a Kesk e. Navê xwe diguhere û di riya xwe de dimeşe. Şikandina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan wek peywirekê li pêş me ye. Hewcedariyên vê ji her demê bêtir xurt wê pêk bê û ev yek ji peywira girîng a civakê daye me ye. Ev gelek girîng e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar