KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Ozdemîr: Ehmed bi komployekê hatiye revandin

Ji rojnameger Silêman Ehmed ê ku ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin 32 roj in tu agahî nayên girtin. Rojnameger Mervan Ozdemîr diyar kir ku hemû serlêdan û hewldayîn bê encam mane û got: "PDK li xwe mikur hat ku Silêman Ehmed ji aliyê hêzên wê ve hatiye revandin. Lê belê asayîşa Hewlêr û Dihokê îdîa dikin ku Ehmed ne li gel wan e."

Edîtorê beşa erebî ya Rojnewsê Silêman Ehmed di 25’ê cotmehê de dema ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vedigeriya başûrê Kurdistanê, ji aliyê hêzên asayîşa PDK’ê ve li Deriyê Sînor ê Sêmalka hat binçavkirin. Asayişa Giştî ya Dihokê ya girêdayî PDK’ê piştî revandina rojnameger Ehmed 6 rojan ragihand ku ew hatiye binçavkirin û îdeakiribû ku “Tu aleqeya girtina Ehmed bi rojnamegeriyê re nîne”. Bertekên sazî û rêxistinên rojnamegeran ên li dijî revandina rojnameger Ehmed zêde dibin. Heta niha tevî hemû serlêdan û hewldanan jî 32 roj in tu agahî ji Ehmed nayên girtin. Agahî nestandina ji Ehmed berdewam dike. Der barê mijarê de rojnameger Mervan Ozdemir ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.

Rojnameger Ozdemîr, anî ziman ku Ehmed di encama komployekê de hatiye revandin û wiha axivî: “33 roj di ser binçavkirina hevalê me Silêman Ehmed re derbas bûn. Yekane tişta ku me der barê rewşa Ehmed de zanî ew e ku di 25’ê cotmehê de piştî hevdîtina bi malbata xwe re vedigere başûrê Kurdistanê û piştre ji hêla hêzên PDK’ê ve tê revandin. Ev 32 roj in agahî jê nayê girtin. Bi rastî ez dixwazim ku ev pêvajoya bû sedema revandina wî pîçeke behs bikim da ku bizanibin ku Silêman Ehmed bi komployeke çawa hatiye revandin. Hebûna wî ya li vir qanûnî ye û bi destûra PDK’ê 5 sal in li vir dijî. Ji xeynî vê Ehmed ji bo ku derbasî rojavayê Kurdistanê bibe, divê ku PDK destûr bide û çûyina wî erê bike. Deriyê Sînor ê Semalka yekane deriyê ku ji Rojava re vedibe û ew jî di bin kontrola hêzên PDK’ê de ye. Ji ber vê yekê ji bo ku welatiyek derbasî Rojava bibe yan jî ji bo ku kesek ji Rojava were başurê Kurdistanê divê ku destûra PDK’ê hebe. Ez şahidê vê pêvajoyê me ku hevalê me yê rojnameger Silêman Ehmed bi destûra fermî û erêkirina PDK’ê çûbû Rojava û serdana malbata xwe kir. Ev prosedur bi cih aniye û çûye. Nêzî 25 rojan li Rojava dimîne û piştî demekê ji bo ku derbasî vê derê bibe tê û bi komployekê re rû bi rû dimîne. Sedema ku em vê bûyerê weke komployekê pênase dikin ew e ku PDK’ê hewl da bi dizî navekî li mijarê bike. Ev zêdetirî 32 rojan agahiyekî parve nake û em vê jî weke komployekê dibînin.”

Aqûbeta Ehmed nayê zanîn

Ozdemîr, anî ziman ku asayişa giştî ya Dihok û Hewlêrê bi gotina ‘Ne li gel me ye’ bersiv daye serlêdanan û wiha berdewam kir: “Ji bilî revandina wî tu agahî di destê me de nînin. Di vê pêvajoyê de serlêdanên dîplomatîk û fermî çêbûn lê bêbersiv man. Di rojên ewil de em difikirîn ku binçavkirina hevalê me bi şaşitî çêbûye. Lê piştî çend rojan me pêwîstî bi belavkirina nûçeyan dît. Piştî ku ev nûçe belav bû, PDK nêçar ma û daxuyaniyek da. PDK li xwe mikur hat ku Silêman Ehmed ji aliyê hêzên wê ve hatiye revandin. Helbet daxuyaniya wan cihê şermezariyêye û aliyên wê yên ne exlaqî jî tên nîqaşkirin. Lê di daxuyanî de îtîrafek hebû. Di encama vê de çi pêş ket ew girîng bû. Ji aliyekî ve îtîrafkirina PDK’ê ku rojnameger revandiye heye, lê tevî hemû hewldanan, tevî daxuyaniyên sendîkayên rojnamegeran û kesayetên girîng jî PDK di vê qonaxê de bersiva tu parêzeran nade. Parêzer ji bo ku bi Ehmed re hevdîtinê bikin li Hewlerê yek sazî nehiştine ku serî lênedane. Lê asayişa Hewlerê dibêje ‘ne li gel me ye’. Hêzên asayîşê yên Dihokê îdia dikin ku Ehmed li cem wan nîne û parêzeran arasteyî Hewlêrê dikin. Hêzên asayîşê dibêjin, kesê bi navê Silêman Ehmed li navendên wan ên binçavkirinan nîne. Revandina Ehmed qebûl dikin lê dibêjin ne li gel me ye jî.”

Lawazbûna bertekan

Rojnameger Ozdemîr bi lêv kir ku  bertekên li ser revandina Silêman Ehmed ê ku tên dayîn têra nakin û ev tişt got: “Ne cara ewile ku em rastî rewşeke wiha tên. Em dizanin ku saziyên ku ne di xizmeta PDK’ê de ne di hedefê de ne. Her wiha me şahidiniya pêvajoyên kuştina rojnamegeran kiriye. Bertekên giştî jî di vî warî de ne. Dema ku hikûmeta PDK’ê tê rexnekirin jî tê gotin ku ev tişt nayê qebûlkirin.  Li dijî revandina hevalê me yê rojnameger li Başûr ji aliyê rêxistinên rojnamegeran ve bertek hatin nîşandan. Lê ev bertek di qada navneteweyî de jî lawaz man. Tevî hemû polîtîkayên zextê yên PDK’ê jî bertekên pêwîst nehatin dayîn. Li herêma Behdînan jî rojnamegeran bertekên xwe bi dîmen belavkirin. Ji aliyê rojnameger û nivîskaran ve kampanyayek hatiye destpêkirin û bang li PDK’ê dikin ku agahî bidin. Lê belê li dijî van polîtîkayên zordar ên PDK’ê, aliyê siyasî tu helwest nişan neda. Îro yên herî zêde pêwîstiya bi rojnamegeran tînin siyasetmedar in. Lê rojnameger tên binçavkirin, kuştin û revandin. Divê herî zêde ew bertek nîşan bidin lê qels dimînin. Di asta neteweyî de tu bertek nehat nişandin. Me hewl da ku bi rêya peyamên nivîskî xwe bigihînin saziyên parastina mafên rojnamegerên navneteweyî, lê me bersiv negirt. Banga me ji sendîkayên rojnameger û çapemeniya azad a Kurdistanê re heye ji bo berdana Silêman Ehmed û ji bo ku ev bêedaletî zûtir bi dawî bibe dengê xwe derbixînin. Divê ku xwedî li Silêman Ehmed derbikevin. Pêwîste pirsa ‘Silêman Ehmed li ku ye’ berdewam be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar