Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Ozdogan: Desthilata akp-mhp’ê ewlehiya hilbijartinê ji holê radike

Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP'ê Nûray Ozdogan bi daxûyaniyekê bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî û got: “Di mehekê de 295 kes hatine binçavkirin û 61 kes hatin girtin. Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê pêşî Soylu ji wezîfeyê bê girtin."  

Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûray Ozdogan, têkildarî operasyonên binçavkirinê yên li Amed, Enqere û Stenbolê hatin kirin, li Navenda Giştî HDP’ê civîneke çapemeniyê li dar xist. Ozdogan da zanîn ku îktidar ji bilî xwe ji her kesî re dibêje “terorîst” û got: “Operasyonên li dijî partiya me û hemû mûxalifên ku ji aliyê daraz û hiqûqa AKP’ê ve tên kirin, li ber hilbijartinê zêde dibin.”

Ozdogan bal kişand ser bîlançoya mehek dawî ya binçavkirin û girtinan û wiha got: “Li dijî endam û rêvebrên partiya me, li dijî endam û rêveberên Partiya Çepên Kesk, li dijî endam û rêveberên DBP, li dijî ESP’ê, rojnamevan, hiqûqzan, hunermend, nûnerên rêxistinên sivîl di operasyonên hatin kirin de 295 kes hatine binçavkirin û ji van binçavkiriyan 61 kes hatine girtin. Di erefeya hilbijartinên 14’ê Gulanê de li dijî partiyên me, kurdan û mûxalîfan zext û zordarî zêde bûne. Helbet sedemek viya heye, ew jî encamên rapirsiyan in. AKP ketiye nava tirs û xofê.”

‘Divê Soylû ji peywir bê girtin’

Ozdogan bal kişand ser gotinên Suleyman Soylû ku ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re gotiye, “darbe” û wiha axivî: “Rayedarên AKP’ê dest bi gotinên ku ketine nav tirs û xofê kirine. Suleyman Soylû ku bi hezaran polîs, leşker û bekçiyan dide pişt xwe û hê jî Wezîrê Karên Navxweyî, hilbijartinên 14’ê Gulanê wek ‘hewldana darbeyê’ pênase kir. Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê demildest dawî li wezîfeya Wezareta Karên Navxweyî ya Suleyman Soylî were anîn. Her ku hilbijartin nêz dibe gotinên nefretê û provokasyon zêdetir dibin. Îktidara AKP-MHP’ê li dijî her kesî dijminatiyê daye destpêkirin. Wê ev lîstok û dijminatî di 14’ê Gulanê de bi dawî bibe û were xerakirin. Em li dijî provokasyonan her kesî vedixwînin ku sekan be û hişyar bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar