Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Ozdogan: Şer pirsgirêkan kûr dike

Hevberdevkê DBP’ê yê Marmarayê Atîlla Ozdogan diyar kir ku AKP ji ber krîza navxweyî ya dijî û xetimînê pêdivî bi operasyoneke bejahiyê heye û wiha got: “Ji ber vê yekê muzakere berdewam dikin. Heke daxwaza wan were qebûlkirin, îhtîmaleke mezin e ku li dijî Rojava operasyoneke bejahiyê bide destpêkirin.”

Êrîşên dewleta tirk bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 17’ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên başûrê Kurdistanê û êrîşên ku di şeva 19’ê mijdarê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane dest pê kirin, dewam dikin.

Balkêşe ku Tirkiye ev 40 sal in di bin navê polîtîkayên “ewlehiyê” de hewl dide pirsgirêka kurd bi rêbazên şer çareser bike, hêj derbarê şewitandina cenazeyên leşkerên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane û leşkerê bi navê Mûstafa Bazna yê cenazeyê wî bi mehan e di destê HPG’ê de ye, tu daxuyanî nedaye.

HPG’ê di daxuyaniya xwe ya dawî de ragihand ku artêşa tirk a tevî piştgiriya PDK’ê, bikaranîna çekên kîmyewî û hemû amûran jî ji bejahiyê ve nikare bi pêş ve biçe, xwe ji lûtkeya çiyayê Kurojahro, gundê Saca yê bi ser nehiya Şêladizê ya Amediyê û derdora wê, Girê Şehîd Sînan û Dola Şehîd Kuncî û quntarên wê û Qada Girê Cûdî vekişiyaye.

Hevberdevkê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Atîlla Ozdogan, têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li dijî gelê kurd û armancên wê ji ajansa me re axivî.

 Şer pirsgirêkan kûr dike

Ozdogan, êrîşên li dijî her du herêman weke “dagirkerî” penase kir û anî ziman ku di asta heyî de Tirkiye bi êrîşan pirsgirêkan kûrtir dike. Ozdogan, destnîşan kir ku ev hemû êrîş li dijî destkeftiyên kurdan e û wiha got: “Pirsgirêka kurd pirsgirêkeke giran û bi rastî jî berpirsyarî divê ye. Divê êdî were dîtin ku çareseriya pirsgirêka kurd ne di siyaseta îmha û şer de, di siyaseta diyalog û çareseriyê de ye. Li şûna dîtina vê yekê, ev êrîşên ku bi heman rêbazî û israra sed salî dewama êrîşên qirkirinê ne, pirsgirêkê kûrtir dikin û çareseriyê taloq dikin. Ji ber vê yekê ev şerê li dijî gelê kurd rewa û mafdar nîne.”

Rewş ji raya giştî tê veşartin

Ozdogan da xuyakirin ku dîmenên çekên kîmyewî û şewitandina cenazeyên leşkeran ên ji herêmê tên nîşandide ku şer ji nirxên exlaqî bêpar e û wiha berdewam kir: “Hin rêgezên şer jî hene. Di vî şerî de tê dîtin ku nirxên exlaqî bi temamî ji holê hatine rakirin. Bi vê yekê re hewl didin rastiya şer bi manîpulasyonê ji girse û gelê xwe veşêrin. Yanî dema em li 40 salên dawî dinêrin, li Tirkiyeyê di vî şerî de gelek ciwanan jiyana xwe ji dest dane û ev di raya giştî ya Tirkiyeyê de nehatine nîşandan, hatine veşartin.”

Ozdogan, diyar kir ku şûna Tirkiye bikaranîna çekên kîmyewî red bike, divê destûrê bide lêpirsîna şandeyên serbixwe û têkildarî bêdengiya hêzên navnetewî jî wiha pê de çû: “Heke bêdeng bimînin ew jî hevkarên vî sûcî ne. An ku çavkaniyên pirsgirêkê ew bi xwe ne. Rojhilata Navîn xwedî qadên dewlemend ên petrolê û çavkaniyên bin erdê ye. Rêya dewamkirina sûdwergirtinê bi rêya van çavkaniyên bin erdê, bi hawira pevçûnê dibe. Ji ber ku bi vê dizanin, di hemû pirsgirêkan de, bi taybetî jî pirsgirêka kurd de ji bo neçareseriyê helwestekê nîşan didin. Têkiliyên bi Tirkiyeyê re li ser vê bingehê tên meşandin û ji ber vê yekê ji şer, siyaseta tunekirinê û operasyonên dagirkeriyê re bêdeng in.”

Navnîşana çareseriyê Îmrali ye

Ozdogan da xuyakirin ku li welat fatûreya şer bi rêya medya alîgir ji gel tê veşartin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Eger hûn di polîtîkaya qirkirin, tunekirin û şer de israr bikin, ev yek tê wê wateyê ku Tirkiye wê bêhtir bikeve nava çiravê. Serkeftiyekê vê jî nîne. Ozdogan bi lêv kir ku hemû pirsgirêk bi diyalogeke bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku li Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de tê ragirtin re dikare bên çareserkirin.

Ozdogan bal kişand ku ji ber Tirkiye sîstema ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê avakirin weke xetere dibîne êrîş dike û ev tişt gotin: “Desthilatdariya AKP’ê û MHP’ê dixwaze çîroka li Mîsak-i Mîlliyê bi xeyalên Osmanî yên nû rojane bike û Mûsil û Kerkûk jî di nav de dixwaze axa Kurdistanê bike warê xwe. Ji ber vê yekê êrîşa wê ya li dijî Rojava bi vî rengî ye. Wekî ku jê re dibêjin êrîşeke ‘terorîst’ nîne. Ji binî ve derew e. Li wê derê gelê kurd heye û ev yek êrîşa ji bo tunekirina gelê kurd e.”

Li gor rewşê dê şerê bejahî bidin destpêkirin

Ozdogan, gotinên serokkomarê AKP’î yên ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên “Ji bo wir kesên herî guncav ereb in, şêwaza jiyana kurdan ne li gorî wê derê ye” bi bîr xistin û wiha domand: “Bi van gotinan armanca xwe ya esasî got. Bi van gotinan sînyal da ku ew ê kurdan ji wir derxînin. Ev jî di heman demê de guhertina avaniya demografîk e û operasyona bêkurdkirinê ye. Tehamula Tirkiyeyê ya li dijî destkeftiyên kurdan nînin. Dixwazin statuya li Rojava hatiye bidestxistin ji holê rakin. Ji bo vê jî muzakareyên wan didomin. Heke destûrê bigirin wê operasyoneke bejahiyê bidin dest pê kirin.”

Ozdogan ê destnîşan kir ku armanca stratejiya bingehîn a Tirkiyeyê tunekirina kurdan e, anî ziman ku wê encama van êrîşan giran be û wiha got: “Tevî ku her derê Rojhilata Navîn li dijî şer, nijadperestî û nearamiyê têdikoşe, li Rojava gel din ava aştiyê de ne dijîn. Niha rewşeke ku çav berdane wê aramiyê heye. Amadekariyên ku wê axê dagir bikin hene.”

Ozdogan diyar kir ku AKP ji ber krîza navxweyî ya dijî û xetimînê pêdivî bi operasyoneke bejahiyê heye û wiha lê zêde kir: “Heke daxwaza wan were qebûlkirin, îhtîmaleke mezin e ku dê beriya hilbijartinê li dijî Rojava operasyoneke bejahiyê bide destpêkirin. Lê encamên vê dê wisa sivik nebin. Dibe ku neçar bimînin bedelên gelek giran bidin. Ji ber vê yekê şûna ku operasyoneke bêjahiyê bi de destpêkirin bi cîranên xwe re di bingeha diyalog û têkiliyên baş dikare pirsgirêkên xwe çareser bike. Divê Tirkiye bi awayekî bilez dest ji polîtîkayên şer berde.”

Ozdogan, herî dawî destnîşan kir ku kesên têkoşîna demokrasiyê didin divê li dijî vî şerî bi hestiyar bin.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar