Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş anî ziman ku ew tifaqa bi partiyên kurd re stratejîk difikirin. Ozguneş got ku tifaqa heyî dikare ji bo her çar parçeyan bibe mînak û diyar kir ku divê hemû partiyên kurd ji bo yekitiya neteweyî gav bi avêjin
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê Hasan Ozguneş têkildarî tifaqa di navbera partiyên kurd a bi pêşengiya HDP’ê axivî û da zanîn ku ev tifaq ji bo paşerojê firsendeke girîng e.
Hasan Ozguneş da zanîn ku yek ji pirsgirêkên herî mezin û bingehîn a gelê kurd, nebûna yekitiya neteweyî ye û bal kişand ser girîngiya tifaqa partiyên kurdistanî. Ozguneş diyar kir ku hilbijartinên xwecihî ji bo vê tifaqê bû bingehek lê divê bi hilbijartinê re bi sînor nemîne.
Ozguneş anî ziman ku ew dixwazin tifaqa heyî di çarçoveyeke stratejîk de bidomînin û wiha pê de çû: “Hêvîdar im ev tecrûbeya tifaqê dê bibe çandeke micid û bibe zemînek ku kom û partiyên siyasî yên li parçeyên din jî tev li bibin. Ji bo parçeyên din jî dikare bibe mînak û moralek. Şerê Sêyemîn ê Cîhanê ku li Rojhilata Navîn diqewime û herêm jinûve tê dizaynkirin, firsendên girîng dide kurdan.”
Firsendeke dîrokî heye
Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kurd xwedî wê firsendê ne ku bi îrade û nasnameya xwe bi gelên din re di nava aştî, wekhevî, azadî û edaletê de bi hev re bijîn. Ji bo vê jî pêwîstî bi yekitiyê heye. Em hêvîdar in, ev firsenda dîrokî ya ku di sedsala 21’ê de ketiye destê kurdan ji dest neyê berdan. Hemû tevgerên kurdistanî û tevgerên dostên wan divê vê firsenda dîrokî bibînin. Erka dikeve ser milê partiyan ew e ku ji berjewendiyên biçûk û şexsî vegerin û ji bo yekitiya neteweyî gav biavêjin. Bingeh û îradeya serkeftina vê yekê heye.” ŞIRNEX